Here Naverokê

Gelo Kitêba Pîroz Dikare Hizûra Malbatê Zêde Bike?

Gelo Kitêba Pîroz Dikare Hizûra Malbatê Zêde Bike?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Belê! Bi milyonan jin û mêran hizûra malbata xwe bi saya van şîretên Kitêba Pîroz zêde kiriye:

  1.   Zewaca xwe resmî bike. Ji bo hizûra malbatê, zewaca resmî (nîkah) şert e (Metta 19:4-6).

  2.   Hezkirin û hurmetê nîşan bide. Her çi ku tu dixwazî ku jin yan mêrê te ji te re bike, tu jî wisa bike (Metta 7:12; Efesî 5:25, 33).

  3.   Sert nepeyive. Eger jin yan mêrê te dilê te bi gotin yan kirinên xwe biêşîne jî, bi nezaket bipeyive (Efesî 4:31, 32). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bersiva nerm hêrsê aş dike, lê belê gotina ku birîndar dike, hêrsê sor dike” (Methelokên Silêman 15:1).

  4.   Dilsoz be. Îznê nede ku dilê te bikeve kesekî din (Metta 5:28). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be” (Îbranî 13:4).

  5.   Zarokên xwe bi hezkirin perwerde bike. Ne bi zêdeyî sist ne jî bi zêdeyî sert be (Methelokên Silêman 29:15; Kolosî 3:21).