Hejmarên di Kitêba Pîroz de Tên Çi Maneyê? Gelo Numerolojî li gor Kitêba Pîroz e?
Cewaba Kitêba Pîroz
Gelek caran hejmarên di Kitêba Pîroz de dikarin bi herfî bên fehmkirin, lê carinan jî bi awayekî mecazî. Bi gelemperî, ayetên din nîşan didin ka hejmarek mecazî ye yan na. Ka bala xwe bide çend hejmarên di Kitêba Pîroz de, yên ku bi maneya mecazî hatine bikaranîn:
1: Yekîtî. Mesela, Îsa Mesîh dua kir ku bila hemû şagirtên wî “bibin yek” (Yûhena 17:21; Meta 19:6).
2: Li mehkemeyê, rastiya meseleyekê ji aliyê du şahidan ve dihat îsbatkirin (5. Mûsa 17:6). Mîna vê, dubarekirina dîtinî yan gotinekê rastiya meseleyê îsbat dike. Mesela, gava Ûsiv xewna hukimdarê welatê Misrê şîrove dikir, wî wisa got: “Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê” (1. Mûsa [Destpêk] 41:32, Mizgînî). Di gotinên li ser pêşerojê de, “du strû” dikarin hukimdariyeke dupar temsîl bikin. Mesela, Danîêl pêxember ev gotin ji bo împaratoriya Med û Farisan bi kar anî (Danîêl 8:20, 21; Peyxam 13:11).
3: Gava ji bo meseleyekê sê şahid hene, mesele êdî îsbatkirî ye. Mîna vê, gava tiştek sê caran tê gotin, wisa xuya dike ku ew tam rast e (Hêzekîêl 21:27; Karên Şandiyan 10:9-16; Peyxam 4:8; 8:13).
4: Ev hejmar carinan nîşan dide ku tiştek tam e, mesela di gotina “li ser çar kujên erdê” de (Peyxam 7:1; 21:16; Îşaya 11:12).
6: Ji ber ku ev hejmar ji hejmara 7 kêmtir e, ya ku gelek caran temamiyê temsîl dike, ew carinan nîşan dide ku tiştek kêm û netemam e yan bi dijminên Xwedê ve girêdayî ye (1. Dîrokan 20:6; Danîêl 3:1; Peyxam 13:18).
7: Ev hejmar gelek caran temamiyê temsîl dike. Mesela, Xwedê ji Îsraîliyan re gotibû ku bila ew roja heftan heft caran li dora bajêr bimeşin (Yêşû 6:15). Di Kitêba Pîroz de, hejmara 7 gelek caran bi vî awayî tê bikaranîn (3. Mûsa 4:6; 25:8; 26:18; Zebûr 119:164; Peyxam 1:20; 13:1; 17:10). Gava Îsa Mesîh ji Petrûs re got ku gerek ew birayê xwe “ne heft caran, lê heta 77 caran” efû bike, dubarekirina hejmara 7 fikra “bê sînor, bê hesab” nîşan dida (Meta 18:21, 22).
10: Ev hejmar dikare bê maneya temamiya tiştekî (2. Mûsa 34:28; Lûqa 19:13; Peyxam 2:10).
12: Wisa xuya dike ku ev hejmar nîzameke tam û pîroz temsîl dike. Mesela, di dîtiniyeke ku ji Yûhenayê şandî re hat dayîn de, li ezmanan bajarekî bi “diwanzdeh bingehên dîwarê bajêr” hebû, û li ser wan, navên “diwanzdeh Şandiyên Berx nivîsî bûn” (Peyxam 21:14, Mizgînî; 1. Mûsa 49:28). Qatên hejmara 12 jî dikarin bên eynî maneyê (Peyxam 4:4; 7:4-8).
40: Çend hukim yan ceza bi hejmara 40 ve girêdayî bûn (1. Mûsa 7:4; Hêzekîêl 29:11, 12).
Numerolojî
Rast e ku di Kitêba Pîroz de maneya mecazî ya çend hejmaran heye. Dîsa jî, ev yek bi numerolojiyê ve girêdayî nîne. Kesên ku bi numerolojiyê eleqedar in li maneya veşartî ya hejmaran digerin. Mesela, Cihûyên ku bi Kabalayê eleqedar in di Nivîsarên Pîroz de li kodên veşartî digerin. Bi eslê xwe, numerolojî yek ji cureyên cindariyê ye, ya ku Yehowa mehkûm dike (1. Mûsa 18:10-12).