WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Duayên Me li Yehowa Xweş Tên
Duayên xizmetkarên Xwedê wek bixûrê ne, ya ku li perestgehê li ber Yehowa dihat şewitandin (Zb 141:2). Gava em ji Bavê xweyî ezmanî re hezkirin û şikurdariya xwe eyan dikin, behsa daxwaz û xemên xwe dikin û rêberiya wî dixwazin, em nîşan didin ku em qîmetê didin dostaniya xwe ya bi wî re. Helbet gava em li civînan ji bo îbadetê bi kurtasî dua dikin, Yehowa vêya jî qebûl dike. Lê belê, bîne ber çavê xwe ku Yehowa çi qas dilşad dibe gava em di duayên xwe yên şexsî de dilê xwe ji wî re vedikin û dirêj dirêj bi wî re xeber didin! (Mtl 15:8).
LI VÎDEOYA EZ HERTIM DUA DIKIM (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Birayê Johnson di xizmeta xwe de çi mesûliyet standin?
-
Birayê Johnson çawa bi destê duayê xwe dispart Yehowa?
-
Tu ji serpêhatiya Birayê Johnson çi elimiyî?