Here Naverokê

Here naverokê

Meta Beşên 5-7

Meta Beşên 5-7

5 Gava Îsa komeke mezin a mirovan dît, ew hilkişiya çiyê. Piştî ku ew rûnişt, şagirtên wî hatin ba wî. 2 Wî dest pê kir ku wan bielimîne û got:

3 “Çi qas dilxweş in kesên ku fehm dikin ku ew hewceyî Xwedê ne a, çimkî Padîşahiya ezmanan b ya wan e.

4 Çi qas dilxweş in kesên ku şînê digirin c, çimkî dilê wan wê bê rihetkirin.

5 Çi qas dilxweş in kesên ku dilnizm in, çimkî ewê erdê mîras bistînin.

6 Çi qas dilxweş in kesên ku ji bo rastdariyê tî û birçî ne, çimkî ewê bên têrkirin.

7 Çi qas dilxweş in kesên ku efû dikin, çimkî ewê bên efûkirin.

8 Çi qas dilxweş in kesên ku dilpak in, çimkî ewê Xwedê bibînin.

9 Çi qas dilxweş in kesên ku li aştiyê digerin, çimkî ji wan re zarokên Xwedê d wê bê gotin.

10 Çi qas dilxweş in kesên ku zilmê dibînin ji ber ku ew tiştên rast dikin, çimkî Padîşahiya ezmanan e ya wan e.

11 Hûn çi qas dilxweş in gava mirov ji ber min we nizm dikin, zilmê li we dikin û li dijî we bi derewan her curê xerabiyê dibêjin. 12 Şa û dilgeş bin, çimkî Xwedê wê xelateke mezin bide we. Bi eynî awayî, mirovan zilm li pêxemberên berê jî dikir.

13 Hûn xwêya erdê ne, lê eger xwê tehma xwe winda bike ewê çawa dîsa şor bibe? Ji xeynî ku ew bê avêtin û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin, feydeya wê ji bo tiştekî qet tune ye.

14 Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarekî ku li serê çiyê ye nayê veşartin. 15 Gava kesek qendîlê vêdixe, ew wê venaşêre f, lê datîne ser mûmdankê g, da ku ew ronahiyê bide her kesê li malê. 16 Bi eynî awayî, bila ronahiya we li ber mirovan şewq bide, da ku ew kirinên we yên qenc bibînin û rûmetê bidin Bavê we yê li ezmanan.

17 Nefikirin ez hatime ku Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku wan ji holê rakim, lê ez hatime ku wan bînim cih. 18 Bi rastî ez ji we re dibêjim, wek ku em emîn in ku erd û ezman tu car wê winda nebin, em emîn in ku herfa herî biçûk yan xêza herfekê ji Qanûnê jî wê winda nebe heta ku her tişt bê cih. 19 Loma, kesê ku yek ji van emrên herî biçûk neyne cih û yên din dielimîne ku ew jî wisa bikin, ew ne layîq e h ku bikeve Hukimdariya Xwedê i. Lê kesê ku wan tîne cih û dielimîne, ew layîq e j ku bikeve Hukimdariya Xwedê. 20 Ez ji we re dibêjim, eger rastdariya we ji ya qanûnzan û Fêrisiyan ne zêdetir be, hûn tu caran nakevin Hukimdariya ezmanan k.

  21 We bihîstiye ku ji mirovên berê re hatibû gotin: ‘Nekuje, lê yê ku kesekî bikuje, gerek hesab bide mehkemê.’ 22 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dewamî li dijî birayê xwe bihêrs bikeve, lazim e ku ew li ber mehkemê hesab bide. Û her kesê ku ji birayê xwe re gotinên nefretê bibêje, wê li ber Mehkemeya Bilind bisekine. Û yê ku dibêje ‘Kerê bêaqil!’, Gehenaya l biagir li benda wî ye.

23 Gava tu pêşkêşa a xwe bibî qurbangehê, û li wê derê bê bîra te ku birayê te ji te xeyîdî ye, 24 pêşkêşa xwe li ber qurbangehê bihêle, pêşî here û bi birayê xwe re li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe qurban bike.

25 Gava tu hê di rê de diçî mehkemê, bi kesê ku te sûcdar dike re li hev were, da ku ew te nede destê hakim, û hakim jî te nede destê nobedarê mehkemê ku ew te bavêje hebsê. 26 Ez bi rastî ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê xwe yê dawîn nedî, tu ji hebsê dernakevî.

27 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Zinê neke.’ 28 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi çavekî xerab b li jinikekê binêre, êdî di dilê xwe de bi wê re zine kiriye. 29 Eger çavê te yê rastê te bixe guneh c, wî derxe û bavêje. Baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bê avêtin Gehenayê d. 30 Û gava destê te yê rastê te bixe guneh e, wî jêke û bavêje. Baştir e ku tu destekî xwe winda bikî, li şûna ku temamiya bedena te bikeve Gehenayê f.

31 Wekî din, wisa jî hatiye gotin: ‘Her kesê ku jina xwe berde, gerek kaxiza berdanê bide wê.’ 32 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku jina xwe ne ji bo sebebê bêexlaqiya cinsî g berde, ew wê dixe xeterê h ku ew zine bike. Û her kesê ku bi jinikeke ku wisa hatiye berdan re bizewice, zinê dike.

33 We ev jî bihîstiye ku ji bav û kalên we re wisa hatibû gotin: ‘Sonda ku tu nikarî bînî cih, nexwe i, lê sonda ku tu li ber Yehowa dixwî, bîne cih.’ 34 Lê ez ji we re dibêjim: Qet sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne bi erdê, çimkî ew cihê lingên wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Hukimdarê mezin e. 36 Ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî porekî xwe spî yan reş bikî. 37 Bila peyva we ‘Erê’ bê maneya erê, û bila peyva we ‘Na’ bê maneya na, çimkî her tiştê ji vê zêdetir ji Îblîs j tê.

38 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Çav li şûna çav û diran li şûna diran.’ 39 Lê ez ji we re dibêjim: Li hemberî kesekî xerab ranebe, lê eger kesek sîleyekê li rûyê teyî rastê bixe, yê çepê jî bide ber wî. 40 Û eger kesek te bibe ber mehkemê û binkirasê te ji te bixwaze, serkirasê xwe jî bide wî. 41 Û eger yekî ku hukmê wî heye, zorê li te bike ku tu kîlometreyekê k bimeşî, 2 kîlometreyan bi wî re bimeşe. 42 Gava kesek ji te tiştekî bixwaze, bide wî, û gava kesek ji te deyn bixwaze l, destê xwe ji wî re negire.

43 We bihîstiye ku hatiye gotin: ‘Ji cîranê xwe hez bike û ji dijminê xwe nefret bike.’ 44 Lê ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, û ji bo yên ku zilmê li we dikin, dua bikin. 45 Bi vî awayî hûn nîşan didin ku hûn zarokên a Bavê xweyî ezmanî ne. Ew rojê b hem li ser kesên xerab, hem jî li ser kesên baş dertîne, û ew baranê li ser kesên rast û nerast dibarîne. 46 Eger hûn tenê ji wan hez bikin, ên ku ji we hez dikin, ma çi bereket li benda we ye? Ma bacgir jî wisa nakin? 47 Û eger hûn tenê silavan li hevalên xwe bikin, ma hûn ji kesên din çêtir dikin? Ma xelkê ji miletên din jî wisa nakin? 48 Mîna ku Bavê weyî ezmanî kamil e, gerek hûn jî kamil bin.

6 Hay ji xwe hebin ku hûn rastdariya xwe nedin ber çavê mirovan, da ku ew we bibînin. Yan na, hûnê ji Bavê xweyî ezmanî qet bereketekê nestînin. 2 Loma, wexta ku tu xêrê li feqîran dikî c, xwe nede pêş d, wek ku kesên durû li sînagog e û kolanan dikin, da ku kesên din rûmetê bidin wan. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan êdî xelata xwe bi temamî standiye. 3 Lê wexta ku tu xêrê li feqîran dikî, bila destê teyî çepê nizanibe ku destê teyî rastê çi dike, 4 da ku xêra te veşartî bimîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.

5 Û gava hûn dua dikin, wek kesên durû nekin, çimkî ew hez dikin ku li sînagogan f û li kolanên sereke g li ber çavê xelkê dua bikin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan êdî xelata xwe bi temamî standiye. 6 Lê wexta ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê xwe bigire û ji Bavê xweyî ku nayê dîtin re dua bike. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike. 7 Wek ku kesên ji miletên din dikin, hûn di duayên xwe de eynî peyvan dîsa û dîsa dubare nekin. Ew difikirin ku eger ew gelek peyvan bibêjin, ewê bên bihîstin. 8 Hûn mîna wan nekin! Çimkî Bavê weyî ezmanî, berî ku hûn tiştekî ji wî bixwazin, jixwe dizane ku ji we re çi lazim e.

9 Ji ber vê yekê, bi vî awayî dua bikin:

‘Bavê meyî li ezmanan, bila navê te pîroz be h. 10 Bila Hukimdariya te i bê. Bila daxwaza te, wek li ezmên, li ser rûyê erdê jî bê cih. 11 Nanê me ji bo îro bide me, 12 û şaşiyên me j efû bike, wek ku me jî şaşiyên kesên din efû kirine. 13 Nehêle ku em bikevin ceribandinê k, lê me ji destê Îblîs l xelas bike.’

14 Eger hûn sûcên mirovan efû bikin, Bavê weyî ezmanî jî wê sûcên we efû bike. 15 Lê eger hûn sûcên kesên din efû nekin, Bavê we jî wê sûcên we efû neke.

16 Dema ku hûn rojiyê digirin, wek durûyan xwe xemgîn nîşan nedin, çimkî ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew birojî ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan êdî xelata xwe bi temamî standiye. 17 Lê wexta ku tu rojiyê digirî, serê xwe rûn bike û ser û çavê xwe bişo. 18 Bi vî awayî, kesên din wê nebînin ku tu rojiyê digirî, lê bi tenê Bavê teyî ezmanî, yê ku nayê dîtin, wê te bibîne. Hingê Bavê teyî ezmanî, yê ku her tiştî dibîne, wê kirinên te yên veşartî bibîne û te bibereket bike.

19 Êdî ji xwe re li ser rûyê erdê xezîneyan top nekin, çimkî kêzik a û zeng dikarin wan xera bikin, û diz dikarin bikevinê û bidizin. 20 Li şûna vê, ji xwe re li ezmên xezîneyan top bikin. Ne kêzik, ne jî zeng dikarin wan xera bikin, û ne jî diz dikarin bikevin nav û tiştekî bidizin. 21 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.

22 Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te zelal bibîne b, temamiya bedena te wê bi ronahiyê c ve tije bibe. 23 Lê eger çavê te hesûd d be, temamiya bedena te wê tarî be. Eger ronahiya di dilê te de bi eslê xwe tarî be, ev çi tariyeke mezin e!

24 Tu kes nikare ji du axayan re xulamtiyê bike. Çimkî ewê yan ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, yan jî ewê ji yekî re dilsoz bimîne û qedrê yê din negire. Hûn nikarin hem ji Xwedê re hem jî ji dewlemendiyê re xulamtiyê bikin.

25 Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim: Êdî ji bo jiyana xwe e xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Yan jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ji xwarinê û beden ji kincan ne biqîmettir e? 26 Ka li çivîkên ezmanan binêrin. Ew ne diçînin, ne didirûn û di embaran de tu tiştî top nakin, dîsa jî Bavê weyî ezmanî wan têr dike. Ma hûn ji wan ne biqîmettir in? 27 Kî ji we, eger ew xeman bixwe, dikare emrê xwe tenê deqeyekê dirêjtir bike? 28 Û hûn çima ji bo kincan xeman dixwin? Ji sosinên çolê bielimin ku ew çawa mezin dibin. Ew ne dixebitin û ne jî kincan didûrûn. 29 Lê belê, ez ji we re dibêjim: Heta Silêman Padîşah jî di hemû rûmeta xwe de, wek yek ji wan kinc li xwe nekirin. 30 Îcar ey hûn kêmbawerno, eger Xwedê nebatên çolê yên ku îro hene û sibê tune ne f, ew qas dixemilîne, ma ewê ji bo we hê zêdetir neke? 31 Loma qet xeman nexwin û nebêjin ‘Emê çi bixwin?’ yan ‘Emê çi vexwin?’ yan jî ‘Emê çi li xwe bikin?’. 32 Çimkî mirovên ku Xwedê nas nakin ji bo van tiştan xeman dixwin. Bavê weyî ezmanî jixwe dizane ku hûn hewceyî van hemû tiştan in.

33 Hukimdariya Xwedê û guhdarîkirina wî g di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û Xwedê wê hemû tiştên lazim bide we. 34 Loma qet ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibê xemên nû wê hebin. Derdê her rojê têra wê rojê dike.

7 Êdî kesên din mehkûm nekin h, da ku hûn jî neyên mehkûmkirin. 2 Hûn bi çi awayî kesên din mehkûm bikin, Xwedê jî wê bi eynî awayî we mehkûm bike. Û hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin. 3 Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê darê i di çavê xwe de nabînî? 4 Yan tu çawa dikarî ji birayê xwe re bibêjî: ‘Were ez qirşika di çavê te de derxim’, lê tu darê di çavê xwe de nabînî? 5 Ey durûyo! Pêşî dar ji çavê xwe derxe, û paşê tuyê bi zelalî bibînî ku tu çawa dikarî qirşikê ji çavê birayê xwe derxî.

6 Tiştên pîroz nedin ber kûçikan, û moriyên xwe neavêjin ber xenzîran j, da ku ew wan di bin lingên xwe de neperçiqînin, û nekevin pey we û we parçe parçe nekin.

7 Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin. 8 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne. Her kesê ku lê digere, dibîne. Û her kesê ku li derî dixe, ji wî re tê vekirin. 9 Gelo kî ji we, eger kurê wî nên bixwaze, ewê kevirekî bide wî? 10 Yan gava ew masî bixwaze, ma ewê marekî bide wî? 11 Hûn her çi qas gunehkar bin jî, hûn dîsa jî dizanin ku çawa tiştên qenc bidin zarokên xwe. Îcar, Bavê we yê li ezmanan wê çi qas zêdetir tiştên baş bide wan ên ku ji wî dixwazin!

12 Loma her çi ku hûn dixwazin mirov ji we re bikin, gerek hûn jî ji wan re wisa bikin. Çimkî maneya Qanûnê û Nivîsarên Pêxemberan ev e.

13 Di deriyê teng re derbas bibin, çimkî deriyê ku fireh e û rêya ku rihet e dibe helakê, û yên ku li ser vê rêyê diçin, gelek in. 14 Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e û rê ne rihet e, û yên ku vê rêyê dibînin, hindik in.

15 Hay ji pêxemberên sexte hebin, ên ku xwe wek miyan nîşan didin, lê bi eslê xwe ew gurên har in. 16 Hûnê wan ji kirinên wan k nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji kerengan hêjîran diçinin? 17 Bi eynî awayî, her dara qenc berê l qenc dide, lê her dara xerab berê xerab dide. 18 Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab jî nikare berê qenc bide. 19 Her dara ku berê qenc nede, tê birîn û avêtin nav agir. 20 Belê, hûnê wan pêxemberên sexte ji kirinên wan a nas bikin.

21 Ne her kesê ku ji min re dibêje, ‘Ya Efendî, ya Efendî’, wê bikeve Hukimdariya ezmanan. Bi tenê yên ku daxwaza Bavê minî ezmanî dikin, wê bikevinê. 22 Wê rojê, gelek kes wê ji min re bibêjin: ‘Ya Efendî, ya Efendî, ma me bi navê te pêxembertî nekirin? Ma me bi navê te cin dernexistin? Ma me bi navê te mucîze çênekirin?’ 23 Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bibêjim: ‘Ez we qet nas nakim! Ji min dûr kevin, ey xerabno!’

24 Îcar, her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan dijî, mîna kesekî bihîkmet e, yê ku mala xwe li ser zinar ava kiriye. 25 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, lê mal hilneweşiya, çimkî ew li ser zinar hatibû avakirin. 26 Lê her kesê ku van peyvên min dibihîze û li gor wan najî, mîna kesekî bêaqil e, yê ku mala xwe li ser qûmê b ava kiriye. 27 Baran barî, av rabû û bayekî mezin li malê xist, û mal ket û bi temamî hilweşiya.”

28 Gava Îsa gotinên xwe xelas kirin, mirov bi hînkirina wî heyran man. 29 Çimkî wî ne wek qanûnzanên wan, lê wek kesekî ku qudret ji Xwedê standiye, ew hîn dikirin.

a Yan “kesên ku ji bo ruh parsê dikin”.

b Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

c Yan “dilşkestî ne”.

d Bi herfî “kurên Xwedê”.

e Tê maneya Hukimdariya Xwedê.

f Yan “naxe bin zimbîlê”.

g Yan “şamdank”.

h Bi herfî “ewê wek ê herî biçûk bê dîtin”.

i Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

j Bi herfî “ewê wek yekî mezin bê dîtin”.

k Bi herfî “Padîşahiya ezmanan”.

l Cihê şewitandina zibil yan çopê li derveyî Orşelîmê. Navê Yûnanî yê Newala Hînomê ye, ya ku li başûrê rojavaya Orşelîma kevn bû. Tu îsbat tune ku heywan yan mirovên sax dihatin avêtin Gehenayê ku bên şewitandin yan ezabê bikişînin. Loma ev cih, cihekî ku ruhê mirov li wê derê bi agir her û her ezabê bikişîne, temsîl nake. Gava Îsa û şagirtên wî peyva Gehena digot, wan behsa mirina herheyî yan tunekirinê dikir.

a Yan “hediye”.

b Yan “bi niyeteke pîs”.

c Yan “te bide terpilandin”.

d Li  Meta 5:22 binêre.

e Yan “te bide terpilandin”.

f Li  Meta 5:22 binêre.

g Bi Yûnanî pornêya. Di Kitêba Pîroz de ev peyv ji bo eleqeyên cinsî, yên ku Xwedê qedexe dike, tê bikaranîn. Mesela, zine, fuhûş, eleqeyên cinsî di nava kesên nezewicî de, homoseksûelî û eleqeyên cinsî yên bi heywanan re.

h Yan “talûkeyê”.

i Yan “sondên derewîn nexwe”.

j Bi herfî “yê xerab”.

k Bi herfî “mîlek”.

l Yanî deyn bê selef yan bê faîz bixwaze.

a Bi herfî “kurên”.

b Yan “tavê”.

c Yan “pêşkêşên dilovaniyê didî”.

d Bi herfî “li pêşiya xwe li boriyê nexe”.

e Yan “kenîşt”. Cihê îbadeta Cihûyan.

f Yan “kenîşteyan”. Cihê îbadeta Cihûyan.

g Bi herfî “goşeyên kolanên sereke”.

h Yan “pîroz bê dîtin” yan “bi qedir bê pîrozkirin”.

i Bi herfî “Padîşahiya te”.

j Bi herfî “deynên me”.

k Bi herfî “me nede ceribandinê”.

l Bi herfî “yê xerab”.

a Bi herfî “bizûz”.

b Yan “çavê te li ser tiştekî be”. Bi herfî “sade be”.

c Yan “şewqê”.

d Bi herfî “xerab”.

e Yan “canê xwe”.

f Bi herfî “di tendûrê de tên şewitandin”.

g Yanî Xwedê.

h Yan “rexne nekin, lome nekin”.

i Yan “şeqle”.

j Yan “berazan”.

k Bi herfî “ji berê wan” yan “ji mêweyên wan”.

l Yan “mêwe”.

a Bi herfî “ji berê wan” yan “ji mêweyên wan”.

b Yan “xîz”, “remil”.