DEST BI SOHBETÊ BIKE
DERS 1
Bi Kesên Din re Eleqedar Be
Prensîp: “Hezkirin … li feyda xwe nagere” (1. Korîntî 13:4, 5).
Îsa Mesîh Çi Kir?
1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 4:6-9 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:
Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
2. Eger em bi tiştên ku mirov pê eleqedar dibin, dest bi sohbetê bikin, sohbetên me wê bi îhtimaleke mezin xweş derbas bibin.
Wek Îsa Mesîh Bike
3. Xeberdana xwe li gor kesên din eyar bike. Her tim li ser eynî tiştî sohbet neke. Li hal û rewşa mirovan binêre, û bifikire ku ew bi çi mijûl in. Ji xwe wisa bipirse:
4. Bala xwe bide derdorê. Ji xwe wisa bipirse:
-
“Gelo ev kes bi çi mijûl e? Gelo ew bi çi re eleqedar dibe?”
-
“Gelo kinc, şekil û şemala vî kesî yan halê mala wî li ser dîn û kultura wî çi nîşanî min dikin?”
5. Guh bide.
LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE
Met. 7:12; 1. Kor. 9:20-23; Flp. 2:4; Aqûb 1:19