Li gor Lûqa 19:1-48

  • Îsa Zaxayos ziyaret dike (1-10)

  • Mîsala 10 minan (11-27)

  • Îsa li ser dehşikê dikeve Orşelîmê (28-40)

  • Îsa li ser Orşelîmê digirî (41-44)

  • Îsa îbadetgehê paqij dike (45-48)

19  Paşê Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû. 2  Li wê derê zilamekî bi navê Zaxayos hebû. Ew serokekî bacgiran bû û yekî zengîn bû. 3  Wî dixwest Îsa bibîne, lê ji ber ku mirov pir bûn wî nikaribû, çimkî bejna wî kin bû. 4  Loma ew bezî pêş û hilkişiya ser dareke hêjîrê, da ku Îsa bibîne, çimkî ew ber bi wê derê re diçû. 5  Gava Îsa hat wê derê, wî li jor nêrî û ji wî re got: “Zaxayos, zû were xwarê, çimkî gerek ez îro li mala te bibim mêvan.” 6  Hingê ew zû hat xwarê û bi kêfxweşî Îsa kir mêvanê mala xwe. 7  Hemû kesên ku ev yek dît, kir pitepit û got: “Ew bû mêvanê zilamekî gunehkar.” 8  Lê Zaxayos rabû û ji wî re got: “Efendiyê min, ezê nîvê mal û milkê xwe bidim feqîran û tiştê ku min bi zordarî* ji kesekî standibe, ezê çar qat lê vegerînim.” 9  Hingê Îsa got: “Îro bereketa Xwedê ketiye mala vî zilamî, çimkî ew jî kurekî Birahîm e. 10  Kurê Mirov ji bo vê yekê hatiye ku li yên windabûyî bigere û wan xelas bike.” 11  Îsa ji bo kesên ku guh didan wî, dîsa mîsalek got. Çimkî ew nêzîkî Orşelîmê bû, û ew difikirîn ku Hukimdariya Xwedê wê hema niha xuya bibe. 12  Wî got: “Zilamekî ji malbata padîşah çû welatekî dûr, da ku padîşahiyê bistîne û vegere. 13  Wî gazî deh xulamên xwe kir, gelek pere* dan wan û ji wan re got: ‘Heta ku ez bêm, bi van pereyan ticaretê bikin.’ 14  Lê xelkê welatê wî ji wî nefret dikir û qasid li pey wî şandin ku bibêjin: ‘Em naxwazin ku ev zilam bibe padîşahê me.’ 15  Gava wî zilamî padîşahî stand û vegeriya, wî gazî xulamên ku wî pere* dabûn wan, kir, da ku bizane ku wan çi bi dest xistiye. 16  Yê pêşî hat û got: ‘Efendiyê min, pereyên* te deh car zêde bûn.’ 17  Wî jê re got: ‘Aferim, ey xulamê baş! Çimkî tu di tiştekî gelek biçûk de dilsoz bûyî, ezê te bikim serokê deh bajaran.’ 18  Paşê yê diduyan hat û got: ‘Efendiyê min, pereyên* te pênc car zêde bûn.’ 19  Wî ji wî re jî got: ‘Ezê te bikim serokê pênc bajaran.’ 20  Lê yekî din hat û got: ‘Efendiyê min, va ye pereyê* te, min ew di nav destmalekê de veşartibû. 21  Ez ji te ditirsiyam, çimkî tu mirovekî sert û hişk î. Tiştê ku te nedaniye tu hildidî, û tiştê ku te neçandiye tu didirûyî.’ 22  Wî jê re got: ‘Ey xulamê xerab, ez te bi gotinên te hukim dikim. Madem ku te dizanibû ku ez mirovekî sert û hişk im, tiştê ku min nedaniye hildidim, û tiştê ku min neçandiye didirûm, 23  îcar te çima pereyê min neda bankayê? Wexta ku ez vegerim, minê zêdetir bistanda.’ 24  Hingê wî ji yên ku li ba wî sekinî bûn re got: ‘Pere* ji wî bistînin û bidin kesê ku pereyên wî deh car zêdetir bû*.’ 25  Lê wan ji wî re got: ‘Efendiyê me, êdî gelek pereyên* wî hene!’ 26  Wî jî got: ‘Ez ji we re dibêjim, li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne, lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin. 27  Lê belê, wan dijminên min, ên ku nedixwest ku ez bibim padîşah, bînin vir û wan li ber çavê min bikujin.’” 28  Piştî ku Îsa ev yek got, ew ber bi Orşelîmê ve çû. 29  Û gava ew nêzîkî Beytface û Beytanyayê, yên ku li ser Çiyayê Zeytûnê ne, bû wî du şagirtên xwe şandin 30  û got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Piştî ku hûn bikevin hundirê gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin, a ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê dehşikê vekin û bînin vir. 31  Lê eger kesek ji we bipirse ‘Hûn çima dehşikê vedikin?’ wisa bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim e.’” 32  Yên ku hatibûn şandin çûn, û wan her tişt wek ku wî ji wan re gotibû, dîtin. 33  Lê gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: “Hûn çima dehşikê vedikin?” 34  Wan got: “Ew ji Efendiyê me re lazim e.” 35  Wan dehşik anî ba Îsa, kincên xwe danîn ser pişta dehşik û Îsa lê siwar kirin. 36  Gava ew li ser dehşikê derbas dibû, mirovan kincên xwe radixistin ser kolanê. 37  Gava ew nêzîkî rêya ku ji Çiyayê Zeytûnê dadiket jêr bû, hemû şagirtên wî dilxweş bûn û ji ber hemû mucîzeyên ku wan dîtibûn bi dengekî bilind pesnê Xwedê da 38  û got: “Hukimdarê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! Aştî li ezmên û rûmet li Yê Jorîn!” 39  Hin ji Fêrisiyan, ên ku di nav xelkê de bûn, gotin: “Mamoste, ji şagirtên xwe re bibêje ku bila ew bêdeng bin.” 40  Lê Îsa ji wan re got: “Ez ji we re dibêjim, eger ew bêdeng bimînin, kevir wê bikin qîrîn.” 41  Gava ew nêzîkî bajêr bû û lê nêrî, ew li ser wî giriya 42  û got: “Xwezî te îro fehm bikira ku çi dibe ber bi aştiyê ve … lê niha ev tişt li ber çavê te hatiye veşartin. 43  Çimkî roj wê bi ser te de bên ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin, derdora te bigirin û ji her aliyê ve tengasiyê bidin te. 44  Ewê te û zarokên ku di nav te de ne li erdê bixin, û kevir wê li ser kevir nemîne, çimkî Xwedê hatiye ku te mehkûm bike, lê te ev yek fehm nekir.” 45  Paşê Îsa ket îbadetgehê û dest pê kir ku kesên ku îşê firotinê dikir bavêje derve 46  û ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn, ‘Ji mala min re wê mala duayê bê gotin,’ lê we ew kiriye şikefta dizan.” 47  Wî her roj bi dewamî di îbadetgehê de hîn dikir. Lê serokên kahînan, qanûnzan û rêberên xelkê li rêyekê digeriyan ku wî bidin kuştin. 48  Lê wan tu rêyek nedît ku vêya bikin, çimkî temamiya xelkê dev jê bernedida ku guh bidin wî.

Jêrenot

Yan “bi neheqî”.
Bi herfî “10 mina”. Minayeke Yûnanî 340 gram bû û qîmeta wê dikir 100 draxma.
Bi herfî “zîv”.
Bi herfî “mina”.
Bi herfî “mina”.
Bi herfî “mina”.
Bi herfî “mina”.
Bi herfî “bidin wî, yê ku 10 minayên wî hene”.
Bi herfî “10 mina”.