Li gor Meta 26:1-75

  • Kahîn dixwazin Îsa bidin kuştin (1-5)

  • Rûnê bêhnxweş li ser serê Îsa tê rijandin (6-13)

  • Cejna Derbasbûnê ya dawîn û xayîntî (14-25)

  • Şîva Xudan a pêşîn (26-30)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike (31-35)

  • Îsa li baxçeyê Gêtsemaniyê dua dike (36-46)

  • Îsa tê girtin (47-56)

  • Îsa li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan disekine (57-68)

  • Petrûs Îsa înkar dike (69-75)

26  Gava Îsa hemû gotinên xwe xelas kirin, wî ji şagirtên xwe re got: 2  “Hûn dizanin ku du roj bi şûn de Cejna Derbasbûnê ye, û Kurê Mirov wê bê dayîn destê dijminan, da ku ew li darê îşkenceyê bê kuştin.” 3  Wê wextê serokên kahînan û rîspiyên xelkê li hewşa kahînê mezin Kayafas top bûbûn. 4  Ew bi hev re şêwirîn ku Îsa bi hîle bigirin û bikujin. 5  Lê belê wan digot: “Bila em di dema cejnê de vêya nekin, da ku di nav xelkê de tevlihevî çênebe.” 6  Wexta ku Îsa li Beytanyayê li mala Şîmûn bû, yê ku berê bi nexweşiya cuzamê* ketibû, 7  jinikek hat ba wî. Li ba wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş û giranbiha hebû. Li dema şîvê wê ev rûn li ser serê Îsa rijand. 8  Gava şagirtan ev yek dît, ew aciz bûn û wan got: “Çi heyf e ku rûn wisa tê rijandin! 9  Kesekî dikaribû ev rûn bi gelek pereyan bifirota û ev pere di nav feqîran de belav bikira.” 10  Îsa bi vê yekê hesiya û ji wan re got: “Hûn çima barê vê jinikê giran dikin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir. 11  Kesên feqîr her tim li ba we ne, lê ezê ne her tim li ba we bim. 12  Gava wê ev rûnê bêhnxweş li ser min rijand, wê bedena min ji bo defnkirinê* hazir kir. 13  Bi rastî, li temamiya dinyayê, li her cihê ku ev mizgînî bê belavkirin, ji bo bîranîna vê jinikê behsa kirinên wê jî wê bê kirin.” 14  Hingê yek ji Diwanzdehan* yê bi navê Cihûdayê Îsxeryot çû ba serokên kahînan 15  û got: “Eger ez wî bidim destê we, hûnê çi bidin min?” Wan soz da ku ewê 30 zîvî bidin wî. 16  Ji wê demê û pê ve, ew li fersendekê digeriya ku wî bide dest. 17  Di roja pêşîn a Cejna Nanê Bêhevîrtirş* de, şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Tu dixwazî ku em li ku derê haziriyê bikin ku tu xwarina Cejna Derbasbûnê bixwî?” 18  Wî got: “Herin bajêr ba filan kes û ji wî re bibêjin: ‘Mamoste dibêje: “Wexta min nêzik bûye. Ezê Cejna Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.”’” 19  Çawa ku Îsa ji şagirtan re gotibû, wan wisa kir û hemû tişt ji bo Cejna Derbasbûnê hazir kirin. 20  Gava bû êvar, Îsa bi 12 şagirtên xwe re li ser sifrê rûniştibû. 21  Li dema xwarinê wî got: “Bi rastî, yek ji we wê min bide dest.” 22  Ew bi gotinên wî pir xemgîn bûn û her kesî ji wî pirsî: “Efendiyê min, tu behsa min nakî, ne?” 23  Wî cewaba wan da: “Yê ku bi min re nanê xwe dike nav tasê, ewê min bide dest. 24  Rast e, çawa ku hatiye nivîsîn, Kurê Mirov wê here. Lê wey li wî kesê ku Kurê Mirov dide dest! Ji bo wî kesî wê çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.” 25  Cihûdayê ku dixwest wî bide dest, got: “Mamoste, tu behsa min nakî, ne?” Îsa ji wî re got: “Te bi xwe got.” 26  Gava wan hê dixwar, Îsa nan hilda û piştî ku wî dua kir*, wî nan şikand, da şagirtên xwe û got: “Kerem kin, vî nanî bixwin. Ev bedena min temsîl dike.” 27  Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: “Hûn hemû jê vexwin. 28  Çimkî ev kas ‘xwîna min a peymanê’ temsîl dike. Ewê ji bo gelekan bê rijandin, da ku guneh bên efûkirin. 29  Lê ez ji we re dibêjim: Êdî ezê qet ji vê şerabê venexwim heta roja ku ez di Hukimdariya Bavê xwe de bi we re şeraba nû vexwim.” 30  Piştî ku wan ji bo pesnê Xwedê stran gotin*, ew derketin û çûn Çiyayê Zeytûnê. 31  Hingê Îsa ji wan re got: “Îşev hûnê hemû terka min bikin*. Çimkî wisa hatiye nivîsîn: ‘Ezê li şivên bixim, û miyên kerî wê ji hev belav bibin.’ 32  Lê piştî ku ez ji mirinê bêm rakirin, ezê berî we herim Celîleyê.” 33  Petrûs ji wî re got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê tu caran terka te nekim*!” 34  Îsa ji wî re got: “Bi rastî, îşev berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” 35  Petrûs ji wî re got: “Eger lazim be ku ez bi te re bimirim jî, ezê te tu caran înkar nekim.” Hemû şagirtên din jî eynî tişt got. 36  Hingê Îsa bi şagirtên xwe re hat cihekî bi navê Gêtsemanî, û wî ji wan re got: “Li vir rûnin, ezê herim li wê derê dua bikim.” 37  Wî Petrûs û du kurên Zebedî bi xwe re birin. Îsa gelek xemgîn bû, û dilê wî pir teng bû. 38  Hingê wî ji wan re got: “Ezê ji derdê dilê xwe bimirim. Li vir bisekinin û bi min re hişyar bimînin.” 39  Îsa çend gav bi pêş ve çû, ket ser çokan û dua kir: “Bavo, eger dibe, vê kasê ji min dûr bixe. Lê bila ne wek ku ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî, bibe.” 40  Gava ew vegeriya ba şagirtên xwe, wî dît ku ew bi xew re çûne. Hingê wî ji Petrûs re got: “Ma we nikaribû bi tenê saetekê bi min re hişyar bimana? 41  Hişyar bimînin û bi dewamî dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e.” 42  Îsa cara diduyan çû û wisa dua kir: “Bavo, eger ne mumkin be ku ev kas bêyî ku ez jê vexwim ji min dûr bikeve, bila daxwaza te bê cih.” 43  Gava ew dîsa hat, wî şagirt di xewê de dîtin, çimkî çavên wan ji xewê giran bûbûn. 44  Îsa ew hiştin, dîsa çû û cara sisêyan ji bo eynî tiştî dua kir. 45  Paşê ew dîsa vegeriya ba şagirtên xwe û ji wan re got: “Hûn çawa dikarin di zemanekî wisa de razin û îstirihetê bikin! Êdî wext hatiye ku Kurê Mirov bê dayîn destê gunehkaran. 46  Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bûye.” 47  Gava ew hê dipeyivî, Cihûdayê ku yek ji Diwanzdehan bû bi gelek mirovan re hat. Ew ji aliyê serokên kahînan û rîspiyên xelkê ve hatibûn şandin, û di destê wan de şûr û dar hebûn. 48  Îcar vî xayînî ji bo ku nîşanekê bide wan wisa got: “Ez kê maç bikim, ew e. Wî kesî bigirin.” 49  Ew rasterast nêzîkî Îsa bû û ji wî re got: “Silav ji te re, Mamoste!”, û wî Îsa bi awayekî nerm maç kir. 50  Lê Îsa ji wî re got: “Hevalo, tu li vir çi dikî?” Hingê mirov hatin, û wan Îsa girt. 51  Ji nişka ve yek ji wan, ê ku bi Îsa re bû, şûrê xwe hilda û guhê xulamê kahînê mezin jêkir. 52  Îsa ji wî re got: “Şûrê xwe bixe cihê wî. Çimkî her kesê ku şûr hildide wê bi destê şûr bê kuştin. 53  Ma tu difikirî ku ez nikarim ji Bavê xwe rica bikim ku ew a niha bi hezaran melekan* ji min re bişîne? 54  Îcar gotinên Nivîsarên Pîroz, ên ku dibêjin ku gerek wisa çêbe, wê çawa bên cih?” 55  Hema piştî vê, Îsa ji mirovan re got: “Ma ez yekî sûcdar im ku hûn bi şûr û daran hatin ku min bigirin? Her roj ez di îbadetgehê de rûniştî bûm û min hîn dikir. Lê dîsa jî we ez negirtim. 56  Lê her tişt wisa çêbû, da ku Nivîsarên Pêxemberan bên cih.” Hingê hemû şagirtên wî ew hişt û reviyan. 57  Zilamên ku Îsa girtibû ew bir ba kahînê mezin Kayafas. Li wê derê qanûnzan û rîspî li hev top bûbûn. 58  Lê Petrûs ji dûr ve li pey Îsa diçû, heta hewşa kahînê mezin. Piştî ku ew ket hundir, ew bi xulamên malê re rûnişt ku bibîne çi wê çêbe. 59  Serokên kahînan û temamiya Mehkemeya Bilind a Cihûyan li dijî Îsa li şahidiya derewîn digeriyan, da ku wî bidin kuştin. 60  Gelek şahidên derewîn hatin, lê wan tu tişt nedidît ku Îsa sûcdar derxin. Paşê du kes hatin, 61  û wan got: “Vî zilamî wisa got: ‘Ez dikarim îbadetgeha Xwedê hilweşînim û di nav sê rojan de ji nû ve ava bikim.’” 62  Hingê kahînê mezin rabû ser lingan û ji Îsa pirsî: “Ma tu naxwazî cewabê bidî? Ma tu nabihîzî ku ev zilam li dijî te çi dibêjin?” 63  Lê Îsa tu tişt negot. Îcar kahînê mezin got: “Li ber Xwedayê ku her û her dijî, sond bixwe û ji me re bibêje, gelo tu Kurê Xwedê Mesîh î?” 64  Îsa ji wî re got: “Te bi xwe got. Lê ez ji we re dibêjim: Ji niha û pê ve hûnê bibînin ku Kurê Mirov li aliyê rastê yê Xwedayê Biqudret rûniştî ye û li ser ewrên ezmanan tê.” 65  Hingê kahînê mezin kincên xwe çirandin û got: “Wî kufir kir! Ma hewceya me bi şahidên din heye? We bi xwe bihîst ku ew kufir dike. 66  Fikra we li ser vê yekê çi ye?” Wan got: “Gerek ew bê kuştin!” 67  Hingê wan tif li rûyê wî kir û bi kulman li wî xist. Yên din sîle lê xist 68  û got: “Ey Mesîh, eger tu pêxember î, ka bibêje kê li te xist.” 69  Wê demê, Petrûs li derve di hewşê de rûniştî bû. Keçikeke xizmetkar hat ba wî û got: “Tu jî bi Îsayê Celîleyî re bûyî!” 70  Lê wî li ber hemûyan ev yek înkar kir û got: “Ez nizanim ku tu behsa çi dikî.” 71  Gava ew derket ber deriyê hewşê, keçikeke din ew dît û ji yên ku li wê derê bûn re got: “Ev zilam bi Îsayê Nasirayî* re bû.” 72  Wî dîsa înkar kir û sond xwar: “Ez vî zilamî nas nakim!” 73  Piştî wexteke kin, kesên ku li wê derê sekinî bûn, nêzîkî Petrûs bûn û gotin: “Bi rastî tu yek ji wan î. Çimkî lehçeya te vê yekê eşkere dike.” 74  Îcar wî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez vî zilamî nas nakim!” Di cih de dîkekî bang da. 75  Wê demê gotinên Îsa ketin bîra Petrûs: “Berî ku dîk bang bide, tuyê min sê caran înkar bikî.” Û ew derket derve û bi dilekî şewitî giriya.

Jêrenot

Nexweşiyeke çerm.
Yan “veşartinê”, “binaxkirinê”.
Yanî 12 şandî.
Yan “Nanê Şkeva”.
Yan “xêr û bereket xwest”.
Yan “zebûr distiriyan”.
Bi herfî “Îşev hûnê hemû ji ber min bên terpilandin”.
Bi herfî “Eger hemû kesên din ji ber te bên terpilandin, ezê tu caran neyêm terpilandin”.
Bi herfî “ruh”.
Bi herfî “zêdetirî 12 lejyonên melekan”. Di demên berê de, di Hukimdariya Romayê de lejyonek komeke eskeran bû ku di nav wê de bi qasî 4.000 heta 6.000 esker hebûn. Di Nivîsarên Pîroz de ji bo hejmareke mezin jî peyva lejyon tê bikaranîn.
Yan “Nisret”.