Te Zanibû?
Gelo Romayiyan îzin dida ku kesekî wek Îsa Mesîh, ê ku wan îdam kiribû, bi awayekî normal bê defnkirin?
WEK tê zanîn, Îsa Mesîh di nav du rêbiran de li ser stûnekê hat îdamkirin (Metta 27:35-38). Lê belê, hin kes difikirin ku qeyda Kitêba Pîroz, a ku dibêje ku cenazeyê Îsa Mesîh ji bo defnkirinê hat hazirkirin û paşê hat xistin mezelekî, ne rast e (Marqos 15:42-46).
Hin kesên ku Încîlan rexne dikin difikirin ku îzin nedihat dayîn ku kesên îdamkirî bi awayekî normal bên defnkirin. Ariel Sabar, rojnamegerekî kovara Smithsonian, sebebên vê nêrînê zelal dike: “Çarmixkirin cezayekî ji bo kesên herî xerab bû, û hin pispor bawer nakin ku Romayiyan wê îzin bidaya ku kesekî wisa bi awayekî normal bê defnkirin.” Ji ber ku Romayiyan dixwest sûcdarên mehkûmkirî nizm bixistana, cesedên wan carinan dihatin li ser stûnê hiştin, da ku ew ji aliyê heywanan bên xwarin. Paşê jî, ew dihatin avêtin komelgoran.
Lê belê, arkeologan dîtiye ku halê hin Cihûyên îdamkirî ne wisa bû. Di sala 1968an de, li nêzîkî bajarê Orşelîmê tirbeya malbateke Cihû hat dîtin. Di vê tirbeyê de, hestiyên zilamekî ku di sedsala yekê de hatibû kuştin, hebûn. Ev hestî di qutiyekê de hatibûn defnkirin. Yek ji van hestiyan, hestiyê pehniyê bû. Ev hestî bi mixekî 11,5 santîmetre li ser texteyekî mixkirî bû. Sabar dibêje: “Bi saya vê pehniya zilamekî bi navê Yehohanan êdî hat îsbatkirin ku qeydên Încîlan, ên ku dibêjin ku Îsa li tirbeyekê hat defnkirin, maqûl in. … Pehniya Yehohanan nîşanî me dide ku li rojên Îsa, Romayiyan îzin dida ku zilamekî çarmixkirî li gor adetên Cihûyan bê defnkirin.”
Li ser esasê vî hestiyê pehniyê, di heqê pozîsyona Îsa ya li ser stûnê de cure cure nêrîn hene. Dîsa jî, bi eşkereyî tê fehmkirin ku hin sûcdarên îdamkirî nedihatin avêtin çalekê, lê dihatin defnkirin. Ji ber vê yekê, em dikarin îtibara xwe bi Kitêba Pîroz bînin, a ku dibêje ku cenazeyê Îsa li tirbeyekê hat defnkirin. Îsbatên arkeolojîk piştgiriya gotinên Kitêba Pîroz dikin.
Jixwe, Yehowa ji berê ve gotibû ku Mesîh wê li tirbeya zilamekî dewlemend bê defnkirin, û tu kes nikare ji pêkhatina gotinên Xwedê bibe asteng (Îşaya 53:9; 55:11).