MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 29
Gelo Tu ji bo Tengasiya Mezin Hazir î?
“Hûn jî amade bin” (METTA 24:44).
KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike
PÊŞGOTIN a
1. Çima muhîm e ku em xwe ji bo felaketan hazir bikin?
HAZIRIYEKE baş dikare canê mirovan ji felaketekê bifilitîne. Kesên ku ji bo felaketan hazir in dikarin hem xwe xelas bikin hem jî destekê bidin kesên din. Teşkîlateke alîkariya mirovî ya li Ewropayê wisa dibêje: “Haziriyeke baş dikare jiyanê xelas bike.”
2. Çima gerek em xwe ji bo tengasiya mezin hazir bikin? (Metta 24:44)
2 Ji nişka ve, tengasiya mezin wê dest pê bike (Metta 24:21). Tengasiya mezin wê ji gelek felaketên tebîetê cuda be, çimkî em dizanin ku ew roj wê bê. Nêzîkî 2.000 sal berê, Îsa Mesîh tembîh li şagirtên xwe kiribû ku bila ew ji bo wê rojê hazir bin (Metta 24:44 bixwîne). Eger em hazir bin, wê ji bo me hêsantir be ku em wê dema dijwar tehemûl bikin û destekê bidin kesên din (Lûqa 21:36).
3. Sebir, dilşewatî û hezkirin çawa alî me dikin ku em ji bo tengasiya mezin hazir bin?
3 Sê sifet dikarin alî me bikin ku em ji bo tengasiya mezin amade bin. Bîne ber çavê xwe ku em roja hukmê Xwedê îlan dikin û tehde li me tê kirin! (Peyxam 16:21). Wê çaxê, sebir lazim e, da ku em ji Yehowa re îtaet bikin û bawer bin ku ewê me biparêze. Yan xeyal bike ku xwişk û birayên me mal û milkê xwe winda dikin! (Habaqûq 3:17, 18). Wê çaxê, gerek em yekî dilşewat bin, da ku em destekê bidin wan. Yan jî xeyal bike ku em ji ber hicûma koalîsyona miletan bi xwişk û birayan re di maleke biçûk de dimînin! (Hêzekîêl 38:10-12). Wê çaxê, gerek hezkirina me ya ji xwişk û birayan gelekî xurt be, da ku em li hev bikin.
4. Kitêba Pîroz çawa nîşan dide ku gerek em sebir, dilşewatî û hezkirina xwe xurttir bikin?
4 Peyva Xwedê dilê me xurt dike ku em ji aliyê sebir, dilşewatî û hezkirina xwe ve hê zêdetir bi pêş ve herin. Lûqa 21:19 (KP) dibêje: “Hûn ê bi sebirkirinê canên xwe qezenc bikin!” 1. Petrûs 3:8 (KP) dibêje: “Hûn hemû … bi şewqet [dilşewat] … bin!” Û 1. Selanîkî 4:9, 10 dibêje: “Hûn bi xwe ji aliyê Xwedê ve hatine hînkirin, ku hûn ji hevdû hez bikin … em hêvî ji we dikin ku hûn di vê yekê de hê bêtir pêşve herin.” Ev ayet ji şagirtên Îsa Mesîh re hatibûn nivîsandin. Jixwe wan sebir, dilşewatî û hezkirina xwe îsbat kiribûn. Lê lazim bû ku ew van sifetan her tim bi pêş bixin. Gerek em jî eynî wisa bikin. Gelo mînaka wan çawa alî me dike ku em ji aliyê van sifetan ve bi pêş ve herin û xwe ji bo tengasiya mezin hazir bikin?
SEBIR BIKE
5. Çi alî şagirtên Îsa Mesîh dikir ku ew sebir bikin?
5 Di sedsala yekê de, lazim bû ku şagirtên Îsa Mesîh sebir bikin (Îbranî 10:36). Kul û derdên wan wek yên her kesî hebûn. Lê ji ber ku ew şagirtên Îsa Mesîh bûn, ew ji aliyê rêberên Cihûyan, dewletê û malbata xwe ve rastî zilm û zordariyê dihatin (Metta 10:21). Û di nav civatê de jî, wan li hemberî tesîra hinek kesên ku li ber rastiyê serî hildabû micadele dikir (Karên Şandiyan 20:29, 30). Lê belê, xizmetkarên Xwedê bi dilsozî li ber xwe dida (Peyxam 2:3). Gelo çi alî wan dikir? Ew li ser serpêhatiyên di Nivîsarên Pîroz de kûr difikirîn, mesela wek li ser sebra Eyûb pêxember (Aqûb 5:10, 11). Wan ji bo qewetê dua dikir (Karên Şandiyan 4:29-31). Û wan ji bîr nedikir ku eger ew sebir bikin, Xwedê wê wan bibereket bike (Karên Şandiyan 5:41).
6. Em ji serpêhatiya Meritayê çi dielimin?
6 Eger em serpêhatiyên di Peyva Xwedê û weşanên me de bixwînin û li ser wan kûr bifikirin, emê zêdetir sebir bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Merita, ya ku li Albanyayê dijî. Wê li hemberî zilm û zordariya ji aliyê malbata xwe ve sebir dikir. Ew dibêje: “Gava min serpêhatiya li ser sebra Eyûb pêxember lêkolîn kir, min gelek qewet stand. Wî gelek êş kişand û nizanibû sebeb çi ye. Lê dîsa jî, wî got: ‘Heta ku ez sax bim, ez dev ji dilrastiya xwe bernadim!’ (Eyûb 27:5, NWT). Ez difikirîm ku derdê min li ber derdê wî ne tiştek e. Eyûb pêxember nizanibû ku tengasiyên wî ji ku tên, lê ez bi vê yekê dizanim.”
7. Eger xem û derdên me yên cidî tune bin jî, gerek em ji niha ve çi bikin?
7 Wekî din, eger em gelek caran ji Yehowa re dua bikin û ji wî re behsa xem û derdên xwe bikin, emê bikaribin zêdetir sebir bikin (Filîpî 4:6; 1. Selanîkî 5:17). Dibe ku xem û derdên te yên cidî niha tune bin. Lê dîsa jî, gava tu dilteng dibî, serê te tev li hev dibe yan li çareyekê digerî, gelo tu ji Yehowa alîkariyê dixwazî? Eger tu ji niha ve ji bo derdên biçûk ji Xwedê alîkariyê bixwazî, tuyê hîn bibî ku tu sibe û dusibe jî xwe bispêrî Yehowa. Bi vî awayî, tuyê tam emîn bibî ku ew rind dizane ku çawa û kengê alî te bike (Zebûr 27:1, 3).
8. Mînaka Mirayê çawa nîşan dide ku sebirkirina li hemberî problemên îro ji bo siberojê bifeyde ne? (Aqûb 1:2-4) (Li resim jî binêre.)
8 Eger em îro li hemberî problemên xwe sebir bikin, emê di tengasiya mezin de jî sebir bikin (Romayî 5:3). Gelek xwişk û bira dibêjin ku sebirkirina di rewşeke zehmet de alî wan dike ku ew li hemberî derdên din jî li ber xwe bidin. Sebra wan alî wan kiriye ku ew baweriya xwe qewîtir bikin, û emîn bin ku Yehowa her tim hazir e ku destê alîkariyê dirêjî wan bike. Ev bawerî alî wan dike ku ew li hemberî problemên din jî bi ser bikevin (Aqûb 1:2-4 bixwîne). Ka bala xwe bide pêşengeke bi navê Mira, ya ku li Albanyayê dijî. Ew carinan difikire ku problemên tu kesî ne wek yên wê pir in. Lê paşê, ew tîne bîra xwe ku Yehowa di 20 salên dawîn de çawa alîkariya wê kiriye, û ew ji xwe re dibêje: “Amin û sadiq bimîne! Bila hemû serkeftinên te, yên ku te di nav gelek salan de bi alîkariya Yehowa bi dest xistine, boş û vala dernekevin.” Tu jî dikarî bifikirî ku heta niha, Yehowa çawa alî te kiriye ku tu sebir bikî. Her cara ku tu li hemberî tengasiyekê li ber xwe didî, Xwedê vê yekî dibîne û ewê te bibereket bike (Metta 5:10-12). Paşê, gava tengasiya mezin dest pê bike, tecrûbeyên te yên sebirkirinê wê alî te bikin ku tu bi dewamî li ber xwe bidî.
DILŞEWATIYÊ NÎŞAN BIDE
9. Civata li Entakyaya Sûriyê çawa dilşewatiya xwe nîşan da?
9 Demekê li Cihûstanê xelayeke giran çêbû. Piştî ku civata li Entakyaya Sûriyê bi vê yekê hesiya, bê şik dilê wan bi xwişk û birayên li Cihûstanê şewitî. Lê paşê wan dilşewatiya xwe bi kirinên xwe nîşan da. Loma, “şagirtan biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne” (Karên Şandiyan 11:27-30). Rê her çi qas pir dûr bû jî, xwişk û birayên li Entakyayê bi dil û can dixwest alîkariya wan bikin (1. Yûhenna 3:17, 18).
10. Piştî felaketekê, em çawa dikarin dilşewatiyê nîşan bidin? (Li resim jî binêre.)
10 Îro, gava li derekê felaket çêdibe, em jî dikarin ji xwişk û birayên xwe re dilşewatiyê nîşan bidin û zû hereket bikin. Em dikarin ji rîspiyan bipirsin ka em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayan. Wekî din, em dikarin ji bo karê cîhanî bexşan bidin û ji bo kesên zerardîtî dua bikin b (Methelokên Silêman 17:17). Mesela, di sala 2020an de, ji ber pandemiya koronavîrûsê zêdetirî 950 Komîteyên Alîkariya Piştî Felaketan li temamiya dinyayê hatin avakirin. Hemû kesên ku di van komîteyan de kar dikin hêjayî pesnan in. Ji ber ku dilê wan bi xwişk û birayan dişewitî, wan alîkariya madî belav dikir, ji Kitêba Pîroz teselî dida wan û carinan xanî û cihên îbadetê ava dikirin yan jî tamîr dikirin (li 2. Korîntî 8:1-4 jî binêre).
11. Dilşewatiya me çawa rûmetê dide Yehowa Xwedê?
11 Gava em piştî felaketekê dilşewatiyê nîşan didin, fedakariya me bala kesên din dikişîne. Mesela, di sala 2019an de, firtoneyekê Saloneke Îbadetê li Bahamasê xera kir. Di wexta avakirina salonê de, birayan xebatkarê fîrmayekê anî, da ku ew mesrefa ji bo hin îşên lazim bihesibîne. Wî ji birayan re got: “Ez dixwazim … makîneyan, xebatkaran û malzemeyan bêpere bidim we. … Ez dixwazim vê yekê tenê ji bo teşkîlata we bikim. Hezkirina di nav we de gelekî dilê min girt.” Piraniya mirovên li vê dinyayê Yehowa nas nakin. Lê gelek ji wan dibînin ku Şahidên Yehowa çawa alîkariya kesên din dikin. Em gelek kêfxweş in ku dilşewatiya me dikare li ser kesên din tesîr bike ku ew bixwazin Xwedê nas bikin, “yê ku bi rehmê dewlemend e”! (Efesî 2:4).
12. Dilşewatî çawa alî me dike ku em îro ji bo tengasiya mezin xwe hazir bikin? (Peyxam 13:16, 17)
12 Çima pir muhîm e ku em di dema tengasiya mezin de dilşewatiyê nîşan bidin? Li gor Kitêba Pîroz, kesên ku piştgiriya hukûmetên vê dinyayê nakin wê rastî probleman bên – hem niha hem jî di dema tengasiya mezin de (Peyxam 13:16, 17 bixwîne). Dibe ku ji xwişk û birayan re alîkarî lazim bibe ku ew hewcedariyên xwe yên esasî peyda bikin. Gava Padîşahê me Îsa Mesîh li ser mirovan hukim bide û bibîne ku em ji hev re dilşewatiyê nîşan didin, ewê me dawet bike ku em Padîşahiyê bi mîrasî bistînin (Metta 25:34-40).
HEZKIRINA XWE XURTTIR BIKE
13. Li gor Romayî 15:7, şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn hezkirina di nav xwe de çawa xurttir dikir?
13 Hezkirin nîşana şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn bû. Lê gelo hêsan bû ku ew hezkirinê nîşanî hevdû bidin? Ka bala xwe bide pirrengiya civata li Romayê. Di nav wan de hem Cihûyên ku li gor Qanûna Mûsa mezin bûbûn, hebûn û hem jî kesên ji milet û kulturên din hebûn. Hin şagirtên Îsa Mesîh xulam bûn, hin jî mirovên azad bûn û dibe ku xulamên wan jî hebûn. Lê dîsa jî, gelo şagirtên Îsa Mesîh çawa hezkirin ji hevdû re nîşan dida? Pawlosê şandî ew teşwîq kirin ku bila ew “hevdû qebûl bikin” (Romayî 15:7 bixwîne). Gelo wî dixwest çi bigota? Peyva Yûnanî, ya ku bi zimanê Kurmancî wek “qebûl bikin” hatiye tercûmekirin, tê maneya ku mirov kesekî li mala xwe yan wek hevalê xwe qebûl dike. Mesela, Pawlosê şandî ji Filêmon re got ku bila ew Onîsîmos, ê ku xulam bû û reviyabû, “qebûl bike” (Filêmon 17). Akîlas û Priskîlayê jî zilamekî bi navê Apolos qebûl kir, ew bir ba xwe û rêya Îsa Mesîh ji wî re şîrove kir (Karên Şandiyan 18:26). Şagirtên Îsa Mesîh îzin nedida ku ferqiyên di nav wan de îtifaq û yekîtiya wan xera bike. Wekî din, wan hevdû qebûl dikir.
14. Xwişka me Anna û zilamê wê çawa nîşan dida ku ew ji xwişk û birayan hez dikin?
14 Em dikarin bibin dostên xwişk û birayan û bi wan re wextê derbas bikin. Bi vî awayî, em dikarin hezkirinê ji wan re nîşan bidin. Di netîceyê de, ewê jî hezkirinê ji me re nîşan bidin (2. Korîntî 6:11-13). Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişka me Anna û zilamê wê. Demeke kin piştî ku ew ji bo tayîna xwe ya wek mizgînvanên wezîfedar derbasî Afrîkaya Rojava bûn, pandemiya koronavîrûsê dest pê kir. Ji ber vê yekê, wan nikaribû xwişk û birayên civata nû şexsen bibînin û wan nas bikin. Gelo wan çawa ji xwişk û birayan re nîşan dida ku ew ji wan hez dikin? Wan bi rêya vîdeokonferansê bi wan re sohbet dikir û dianî zimên ku ew dixwazin wan baştir nas bikin. Kêfa xwişk û birayan ji vê yekê re hat. Loma, wan jî ji Anna û zilamê wê re telefon dikir û mesaj dişandin. Gelo Anna û zilamê wê çima xîret dikir ku xwişk û birayan baştir nas bikin? Anna dibêje: “Ez qet ji bîr nakim ku xwişk û birayan çi qas hezkirin ji min re û ji malbata min re nîşan da – hem di rojên xweş de hem jî di rojên zehmet de. Mînaka wan ez teşwîq kirim ku ez jî hezkirinê nîşanî kesên din bidim.”
15. Em ji mîsala xwişka me Vanessa li ser hezkirina ji xwişk û birayan çi hîn dibin? (Li resim jî binêre.)
15 Di civatên me de, xwişk û birayên ji kok û miletên cuda hene û xwedî şexsiyetên cuda ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê hezkirina di nav xwe de xurttir bikin. Ji bo xwişka me Vanessa, ya ku li Zelandaya Nû xizmetê dike, zehmet bû ku di civatê de bi hin kesan re li hev bike. Lê li şûna ku ew ji wan dûr bisekine, wê qerar da ku bi wan re zêdetir wextê derbas bike. Bi vî şeklî, wê fehm kir ku Yehowa çima ji wan hez dike. Ew dibêje: “Ji wexta ku zilamê min bûye çavdêrê herêmê û vir ve, em zêdetir xwişk û birayên ku şexsiyetên wan ji hev cuda ne, nas dikin. Niha, ji bo min hêsantir e ku em li hev bikin. Îro, ez ji pirrengiya mirovan hez dikim. Bê guman, Yehowa jî ji vê yekê hez dike, çimkî ew îznê dide ku cure cure mirov ji wî re îbadetê bikin.” Belê, eger em bielimin ku wek Yehowa li ser kesên din bifikirin, emê îsbat bikin ku em ji wan hez dikin (2. Korîntî 8:24).
16. Çima pir muhîm e ku em di tengasiya mezin de hezkirinê nîşanî xwişk û birayan bidin? (Li resim jî binêre.)
16 Di dema tengasiya mezin de wê pir muhîm be ku em hezkirinê nîşan bidin. Gava ev tengasî dest pê bike, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Bala xwe bidê ku gava hicûm çû ser Babîla kevnar, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hûndir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wisa xuya dike ku di dema tengasiya mezin de, gerek em guh bidin vê rêberiyê. Dibe ku ev “odeyên hûndir” tên maneya civatên me. Wê demê, eger em tevî xwişk û birayan ji Yehowa re xizmetê bikin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Loma, gerek em ji niha ve xîret bikin ku ji dil ji xwişk û birayan hez bikin. Dibe ku xelasiya me bi vê yekê ve girêdayî be!
XWE JI NIHA VE HAZIR BIKE
17. Eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê bikaribin di tengasiya mezin de çi bikin?
17 “Roja mezin ya XUDAN” wê ji bo hemû mirovan wexteke dijwar bîne (Tsêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê tengasiyan bikişînin. Lê eger em xwe ji niha ve hazir bikin, emê bikaribin sakîn bimînin û alîkariya kesên din bikin. Çi dibe bila bibe, emê li hemberî hemû probleman sebir bikin. Gava xwişk û birayên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê ji wan re nîşan bidin û destekê bidin wan. Û eger em ji niha ve ji xwişk û birayan hez bikin, emê sibe û dusibe jî ji wan hez bikin. Paşê, Yehowa wê jiyana herheyî bide me. Hingê, hemû felaket û tengasî wê tune bin û bên jibîrkirin (Îşaya 65:17).
KILAM 144 Xelata ku Xwedê wê Bide Me
a Di demeke nêzîk de, tengasiya mezin wê dest pê bike. Sifetên wek sebir, dilşewatî û hezkirin wê alî me bikin ku em ji bo vê dema dijwar hazir bin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku şagirtên Îsa Mesîh ên pêşîn çawa ev sifet bi pêş dixistin û em çawa dikarin wan ji xwe re bikin mînak. Wekî din, emê bielimin ku ev sifet wê me ji bo tengasiya mezin çawa hazir bikin.
b Kesên ku dixwazin destekê bidin projeyên ji bo alîkariya piştî felaketan dikarin Forma ji bo Alîkarên Avakirin û Projeyên Herêmî (DC-50) yan Forma ji bo Alîkarên Dilxwaz (A-19) tije bikin û dû re li benda cewabê bisekinin.