Te Zanibû?
Kerpîçên ku li Babîla kevnar hatin keşfkirin çawa îsbat dikin ku qeyda Kitêba Pîroz rast e?
ARKEOLOGAN li Babîla kevnar gelek kerpîçên ku bajar pê hatibû avakirin dîtin. Li gor arkeolog Robert Koldewey, kerpîçên wisa “li derveyî bajêr, li cihê ku heriya baş û bi têra xwe … malzemeyên şewitandinê hebûn” di firinan de dihatin çêkirin.
Ji qeydên kevnar xuya dibe ku Babîliyan firinên xwe ji bo armancên xerab jî bi kar dianîn. Paul-Alain Beaulieu, yê ku li zanîngeha Torontoyê profesorê Asûrîolojiyê ye, dibêje: “Çend çavkaniyên Babîliyan … diyar dikin ku bi fermana Padîşah, mirov ji bo sûcên wek nifir û serhildanê dihatin şewitandin.” Nivîseke ji dema Nebûkadnetsar Padîşah wisa dibêje: “Wan helak bike, wan bişewitîne, wan biqelîne … di tenûrê de … bila dûmana wan bilind bibe, bi pêta agir wan bikujin.”
Ev gotin dişibin gotinên ji Danîêl beşa 3yan. Di vê beşê de hatiye nivîsandin ku Nebûkadnetsar Padîşah li deşta Dûrayê li derveyî bajarê Babîlê peykerekî zêrîn danîbû. Gava sê xortên Îbranî yên bi navê Şadrak, Meşak û Abed-Nego red kir ku serê xwe li ber peyker bitewînin, Nebûkadnetsar li wan gelekî hêrs bû. Wî ferman da ku bila firinê “heft qatî zêdetir sor bikin” û wan sê xortan “bavêjin firina bi agir”. Paşê, melekê Xwedê ew ji mirinê filitandin (Danîêl 3:1-6, 19-28).
Kerpîçên ku li Babîlê hatin keşfkirin nîşan didin ku qeyda Kitêba Pîroz rast e. Di nav wan de, gelek nivîsên ji bo rûmeta padîşah hene. Mesela, nivîsek wisa dibêje: “Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar, … Min ev qesir ava kir … Bila xanedana min her û her hukimdariyê bike.” Ev gotin dişibin gotinên ji kitêba Danîêl. Li wir, Nebûkadnetsar wisa dibêje: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytextiya padîşahiya xwe ava kir!” (Danîêl 4:30, Mizgînî).