MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 28
KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê
Gelo Tu Dengê Rastiyê Nas Dikî?
“Pişta xwe bi rastiyê bipêçin … û li cihê xwe bisekinin” (EFESÎ 6:14, 15).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku em çawa dikarin ferqa di nav rastiya ku em ji Yehowa hîn bûne û derewên Îblîs û alîgirên wî de bizanin.
1. Tu li rastiyê çawa dinêrî?
EM JI RASTIYA Kitêba Pîroz pir hez dikin, û baweriya me xwe dispêre vî esasî (Romayî 10:17). Em bawer in ku Yehowa civata şagirtên Îsa Mesîh wek “stûn û hîmê rastiyê” ava kiriye (1. Tîmotêyos 3:15). Em hazir in ku guh bidin kesên ku di nav me de rêberiyê dikin, rastiya Kitêba Pîroz ji me re zelal dikin û alî me dikin ku em li gor daxwaza Xwedê bijîn (Îbranî 13:17).
2. Li gor Aqûb 5:19, piştî ku em rastiyê hîn bûne, çi dikare were serê me?
2 Lê belê, piştî ku me rastiya Kitêba Pîroz qebûl kiriye û fehm kiriye ku Xwedê bi destê teşkîlata xwe rêberiya me dike, dîsa jî talûke heye ku em ji rêya xwe şaş bibin (Aqûb 5:19 bixwîne). Îblîs pir dixwaze ku em baweriya xwe bi Kitêba Pîroz yan bi rêberiya ku em ji teşkîlata Xwedê distînin, winda bikin (Efesî 4:14).
3. Çima lazim e ku em xwe li rastiyê bigirin? (Efesî 6:13, 14)
3 Efesî 6:13, 14 bixwîne. Di demeke nêzîk de, Îblîs wê hemû miletan bi propagandaya bitesîr bixapîne, da ku ew li hemberî Yehowa rabin (Peyxam 16:13, 14). Wekî din, Îblîs wê hê jî zêdetir xîret bike ku xizmetkarên Yehowa bixapîne (Peyxam 12:9). Ji ber vê yekê, gerek em rind bizanin ku ferqa di nav rastî û derewan de çi ye, û guh bidin rastiyê (Romayî 6:17; 1. Petrûs 1:22). Ji bo ku em di tengasiya mezin de sax bimînin, ev yek pir muhîm e!
4. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin çi?
4 Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin du tiştên ku ji me re lazim in, da ku em dengê rastiya Kitêba Pîroz nas bikin û rêberiya teşkîlata Xwedê qebûl bikin. Paşê, emê li sê tewsiyeyan binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em xwe li rastiyê bigirin.
TIŞTÊN KU JI ME RE LAZIM IN, DA KU EM DENGÊ RASTIYÊ NAS BIKIN
5. Tirsa Xwedê çawa alî me dike ku em dengê rastiyê nas bikin?
5 Tirsa Xwedê. Ev yek ku gerek em ji Xwedê bitirsin tê maneya ku gerek em ji wî ew qas hez bikin ku em nexwazin dilê wî biêşînin. Em dixwazin rind bizanin ku çi rast e û çi şaş e, çi heqîqet e û çi derew e, da ku em dilê Yehowa bi hal û hereketên xwe şa bikin (Methelokên Silêman 2:3-6; Îbranî 5:14). Gerek em ji Yehowa pir hez bikin û hay ji xwe hebin ku di dilê me de, tirsa mirovan ji vê hezkirinê mezintir nebe, çimkî gelek tiştên ku li mirovan xweş tên li Yehowa xweş nayên.
6. Ji ber tirsa însanan, 10 serokên Îsraîlê kîjan rastî ji bîr kir?
6 Eger em ji Xwedê zêdetir ji însanan bitirsin, em bi hêsanî dikarin ji baweriya xwe bi tiştekî ku li dijî rastiya Xwedê ye, bînin. Mesela, serpêhatiya 12 serokên ku wek casûs hatibûn şandin Welatê Sozdayî bîne ber çavê xwe. 10 casûs ji Xwedê zêdetir ji Kenaniyan ditirsiyan. Loma, wan ji Îsraîliyên din re got: “Qudreta me nîne ku em li dijî wê netewê derkevin” (4. Mûsa 13:27-31). Rast e ku bi çavê însanan, Kenanî ji Îsraîliyan qewîtir bûn. Lê belê, ev yek nedihat maneya ku miletê Îsraîlê nikaribûya li hemberî dijminan bi ser bikeve. Gerek wan bala xwe bidaya daxwaza Yehowa û bianiya bîra xwe ku wî berê jî çawa alî wan kiribû. Îcar van 10 casûsan wê fehm bikira ku qeweta Kenaniyan li gor qeweta bêsînor a Yehowa ne tiştek e. Yêşû û Kaleb mîna van kesên bêbawer nekir, çimkî wan dixwest dilê Yehowa şa bikin. Ji ber vê yekê, wan ji xelkê re got: “Ger XUDAN ji me razî be, wê gavê dê me bîne welêt û dê wê bide me” (4. Mûsa 14:6-9).
7. Em çawa dikarin tirsa Xwedê di dilê xwe de xurttir bikin? (Li resim jî binêre.)
7 Ji bo ku em tirsa Xwedê di dilê xwe de xurttir bikin, gerek em rind bifikirin ku kîjan qerarên me wê dilê Yehowa xweş bikin (Zebûr 16:8). Gava tu serpêhatiyên Kitêba Pîroz dixwînî, ji xwe bipirse: “Eger ez li wê derê bûma, minê qerareke çawa bidaya?” Mesela, xeyal bike ku gava 10 serokên Îsraîlê xebera xerab dida, tu jî li wê derê bûyî. Gelo teyê baweriya xwe bi gotinên wan bianiya? Yan gelo di dilê te de hezkirina Xwedê wê ji tirsa mirovan qewîtir bûya? Piraniya Îsraîliyan bawer nekir ku gotinên Yêşû û Kaleb rast in. Di netîceyê de, Yehowa îzin neda ku ew bikevin Welatê Sozdayî (4. Mûsa 14:10, 22, 23).
8. Gerek em kîjan sifet bi pêş bixin, û çima?
8 Dilnizmî. Yehowa rastiyê ji dilnizman re eşkere dike (Meta 11:25). Gava em rastiyê hîn dibûn, me bi dilnizmî alîkarî qebûl dikir (Karên Şandiyan 8:30, 31). Lê belê, gerek em hay ji xwe hebin ku em dilnizmiya xwe winda nekin. Eger em dîqat nekin, dibe ku em bifikirin ku fikrên me yên şexsî bi qasî prensîpên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîlata Yehowa rast û bihîkmet in.
9. Ji bo ku em dilnizmiya xwe winda nekin, gerek em çi bikin?
9 Ji bo ku em dilnizmiya xwe winda nekin, gerek em ji bîr nekin ku li gor Yehowa, em çi qas biçûk in (Zebûr 8:3, 4). Wekî din, em dikarin dua bikin ku bila dilnizmiya me zêde bibe û em hazir bin ku perwerdeyê qebûl bikin. Yehowa wê alî me bike ku em ji fikrên xwe zêdetir qîmetê bidin fikrên wî, yên ku ew bi destê Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe digihîne me. Gava tu Kitêba Pîroz dixwînî, bala xwe bidê ku Yehowa çawa ji dilnizmiyê hez dike û ji quretî û pozbilindiyê nefret dike. Eger ji te re îmtiyazeke xisûsî bê dayîn, hê jî zêdetir dîqat bike ku tu dilnizmiya xwe winda nekî.
EM ÇAWA DIKARIN XWE LI RASTIYÊ BIGIRIN?
10. Yehowa bi destê kê rêberiya xizmetkarên xwe kiriye?
10 Baweriya xwe bi rêberiya teşkîlatê bîne. Di demên berê de, Yehowa bi destê Mûsa û paşê jî bi destê Yêşû rêberî dida xizmetkarên xwe (Yêşû 1:16, 17). Wexta ku Îsraîliyan ev zilam wek temsîlkarên Yehowa qebûl dikirin, wan gelek bereket distandin. Çend sedsal bi şûn de, gava civata pêşîn a şagirtên Îsa Mesîh hat avakirin, komeke ji 12 şandiyan rêberiya civatê dikir (Karên Şandiyan 8:14, 15). Paşê, rîspiyên din jî bûn endamên vê koma li Orşelîmê. Ji ber ku civatan rêberiya van zilamên dilsoz qebûl dikir, ew “di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû” (Karên Şandiyan 16:4, 5). Îro, gava em rêberiya teşkîlata Yehowa qebûl dikin, em jî gelek bereketan distînin. Lê eger em kesên ku Yehowa tayîn kirine qebûl nekin, Yehowa wê li me çawa binêre? Ka binêre ku çi hat serê Îsraîliyên ku diçûn Welatê Sozdayî.
11. Çi hat serê kesên ku Mûsa, yê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû tayînkirin, qebûl nedikir? (Li resim jî binêre.)
11 Carekê, gava miletê Îsraîlê ber bi Welatê Sozdayî ve diçû, hin serokan li hemberî Mûsa û wezîfeya ku Yehowa dabû wî, serî hilda. Wan got: “Hemûya civakê [yanî ne tenê Mûsa], her yek ji wan pîroz in û XUDAN di nav wan de ye” (4. Mûsa 16:1-3). Li ber çavê Yehowa, helbet “hemûya civakê” pîroz bû. Lê belê, Yehowa tenê Mûsa tayîn kiribû ku rêberiya xizmetkarên wî bike (4. Mûsa 16:28). Bi vê ku wan Mûsa rexne dikir, wan bi eslê xwe Yehowa rexne dikir. Li şûna vê ku ew bala xwe bidin daxwaza Yehowa, wan bala xwe dida şan û şohreta xwe. Di netîceyê de, Xwedê serokên serhildanê û bi hezaran kesên ku piştgiriya wan dikir, helak kirin (4. Mûsa 16:30-35, 41, 49). Îro jî, em dikarin bawer bin ku Yehowa ji kesên ku qedrê teşkîlata wî nagirin, ne razî ye.
12. Em çima dikarin îtibara xwe bi teşkîlata Yehowa bînin?
12 Em dikarin îtibara xwe bi teşkîlata Yehowa bînin. Gava lazim dibe ku em gotineke Kitêba Pîroz bi awayekî din fehm bikin yan metodeke belavkirina mizgîniyê biguherînin, birayên ku rêberiya me dikin hazir in ku van gavan bavêjin (Methelokên Silêman 4:18). Sebebê vê ev e ku ew ji her tiştî zêdetir dixwazin dilê Yehowa şa bikin. Wekî din, ew çi ji destê wan tê dikin ku qerarên xwe li ser esasê Kitêba Pîroz bidin.
13. “Peyvên saxlem” çi ne, û gerek em çi bikin?
13 Xwe li “peyvên saxlem” bigire (2. Tîmotêyos 1:13). Gotina “peyvên saxlem” tê maneya hîndariyên Kitêba Pîroz (Yûhena 17:17). Baweriya me bi temamî li ser esasê van hîndariyan ava bûye. Teşkîlata Yehowa em hîn kirine ku gerek em xwe li vî esasî bigirin. Eger em vêya bikin, Yehowa wê me bibereket bike.
14. Hin şagirtên Îsa Mesîh çawa dev ji “peyvên saxlem” berda?
14 Eger em xwe li “peyvên saxlem” negirin, çi dikare biqewime? Ka bala xwe bide vê mîsalê: Xuya ye ku di sedsala yekê de, hin şagirtên Îsa Mesîh difikirîn ku roja Yehowa êdî hatiye. Dibe ku ew ji ber nameyeke ku qey ji Pawlosê şandî bû, gihîştin vê netîceyê. Hin xwişk û birayên li Selanîkê baweriya xwe bi vê fikrê dianî. Heta, wan ev fikir bi kesên din re jî parve dikir bêyî ku kontrol bikin ka ew rast e yan na. Eger wan bianiya bîra xwe ku Pawlos çi hînî wan kiribû, ewê nehatana xapandin (2. Selanîkî 2:1-5). Pawlos şîret da xwişk û birayan ku gerek ew baweriya xwe bi her tiştê ku ew dibihîzin, neynin. Ji bo ku ew dîsa nekevin şaşiyeke wisa, Pawlos di dawiya nameya xwe de wisa got: “Ez Pawlos, vê silavê bi destê xwe dinivîsim. Ev nîşan di her nameya min de ye, ez weha dinivîsim” (2. Selanîkî 3:17).
15. Em çawa dikarin xwe ji derewan biparêzin? Mîsalekê bide. (Li resiman jî binêre.)
15 Em dikarin ji vê ku Pawlos ji Selanîkiyan re çi got, çi hîn bibin? Gava em tiştekî ku li dijî hîndariyên Kitêba Pîroz e yan xebereke ecêb dibihîzin, gerek em dîqat bikin. Çend sal berê, di Yekîtiya Komarên Sovyet de, dijminên me carekê nameyeke ku qey ji merkeza cîhanî ya Şahidên Yehowa hatibû, belav kir. Vê nameyê ji hin birayan re digot ku bila ew ji xwe re teşkîlateke nû ava bikin. Nameyê wisa xuya dikir qey bi rastî ji merkeza cîhanî bû. Lê belê, birayên dilsoz nehatin xapandin. Wan fehm kir ku gotinên vê nameyê bi tiştên ku ew hîn bûbûn, hev nedigirt. Îro, dijminên rastiyê carinan teknolojiya modern bi kar tînin ku serê me tevlihev bikin û yekîtiya me xera bikin. Ji bo ku em “di fikrên xwe de zû veneleqin”, gerek em kontrol bikin ka tiştên ku em dibihîzin yan dixwînin bi rastiyên ku em ji xwe hîn bûne, hev digirin yan na (2. Selanîkî 2:2; 1. Yûhena 4:1).
16. Li gor Romayî 16:17, 18, eger hin kes ji rêya rastiyê derkevin, gerek em çi bikin?
16 Bi xizmetkarên Yehowa yên dilsoz re di yekîtiyê de bimîne. Xwedê dixwaze ku em di yekîtiyê de jê re îbadetê bikin. Heta ku em xwe li rastiyê bigirin, yekîtiya me wê xera nebe. Kesên ku ji rastiyê şaş dibin di civatê de dibin sebebê îxtilafê, loma Xwedê dibêje ku gerek em “ji wan dûr bin”. Eger em wisa nekin, talûke ev e ku em jî ji rêya rastiyê derkevin (Romayî 16:17, 18 bixwîne).
17. Çima muhîm e ku em dengê rastiyê nas bikin û xwe li rastiyê bigirin?
17 Bila em dengê rastiyê nas bikin û xwe lê bigirin, da ku baweriya me xurt be û em nêzîkî Yehowa bimînin (Efesî 4:15, 16). Îcar emê ji tesîra propaganda û derewên Îblîs bên parastin, û di dema tengasiya mezin de, emê di bin siya Yehowa de di emniyetê de bin. Belê, eger em xwe li rastiyê bigirin, ‘Xwedayê aştiyê wê bi me re be’ (Filîpî 4:8, 9).
KILAM 122 Sebat Bike
a RESIM: Di vê sehneyê de, birayên li Yekîtiya Komarên Sovyet nameyekê distînin. Name wek nameyeke ji merkeza cîhanî ya Şahidên Yehowa xuya dike, lê bi eslê xwe ji dijminên me bû. Îro, dijminên me înternetê bi kar tînin ku di heqê teşkîlata Yehowa de derewan belav bikin.