Te Zanibû?
Li demên berê, rêwiyan çawa bi gemiyan seyahat dikir?
LI ROJÊN Pawlos, gemiyên ku tenê rêwî bar dikirin tune bûn. Mirovên ku dixwest bi gemiyê herin cihekî, ji kesên din dipirsiyan ka gemiyeke kargoyê heye ya ku diçe wê derê û ku rêwiyan qebûl dike (Kar. 21:2, 3). Eger gemî rasterast nediçû wê derê, rêwî dîsa jî lê siwar dibû û paşê li gemiyeke din siwar dibû, ya ku diçû cihekî nêziktirî hedefa wî (Kar. 27:1-6).
Piraniya gemiyan tenê li hin demsalan seyahat dikir, û çûn û hatina wan bêplan bû. Hem hewaya xerab hem jî baweriyên batil carinan dibûn sebeb ku gemî dereng derkeve. Mesela, qireqira qarqarokekê ya li ser gemiyê an xuyakirina perçeyên gemiyeke noqbûyî wek elametên bêoxir dihatin dîtin. Gemîvanan bala xwe dida bayan, û ew li gor ba bi rê diketin. Gava rêwî gemiyek didît, a ku ew qebûl dikir, ew tevî eşyayên xwe li nêzikî lîmanê li bendê dima heta ku kesek îlan bike ku gemî hazir e ku bi rê bikeve.
Dîrokzan Lionel Casson wisa dibêje: “Li bajarê Romayê sîstemeke rihet hebû ku mirov karibin ji xwe re gemiyan bibînin. Lîmana Romayê li ber devê çemê Tîberê bû. Li bajarê Ostîayê, nêzikî lîmanê, meydaneke mezin hebû. Li derdora meydanê gelek ofîsên xwediyên gemiyan hebûn, ên ku diçûn cure cure deran. Mesela, ofîseke ji bo lîmana Narbonne’ê [Fransa] hebû, ofîseke ji bo lîmana Kartacayê [Tûnis] hebû, hwd. Kesên ku li gemiyan digeriyan dikaribû ji van ofîsan bipirsin ka gemiyeke minasib heye an tune.”
Seyahata bi gemiyan zû bû, lê carinan bitalûke bû. Mesela, gava Pawlos ji bo belavkirina mizgînê bi gemiyê diçû welatên din, gemiya wî çend caran noq bû (2. Kor. 11:25).