Hişê Xwe Biparêze
ŞEYTAN dixwaze we bixapîne! Ew dijminekî mezin e û çekekî zehf qewî dide xebatê da ku we bixapîne. Ew çek ne ku bedenê kuta dike, lê hiş-aqil. Ew çi çek e? Ew heye propaganda!
Pawlosê şandî zanibû ku propaganda Şeytan gelek xof e. Lê yazix hin şagirtên Îsa difikirîn, ku ew ne ew qas xof e. Mesela, hin şagirtên Îsa ên Korîntî difikirîn, ku ew di ruhî de qewî ne û Şeytan wê tu car wana nexapîne (1. Kor. 10:12). Loma jî Pawlos ew şîret da: “Çawa mar bi qurnaziya xwe Hawa xapand, ez ditirsim ku fikrên we jî bên xirandin û ji sadebûn û dilpakiya ku ji bo Mesîh e veqetin” (2. Kor. 11:3).
Gotinên Pawlos nîşan dikin ku gelek muhim e em xwe de zehf bawer nîbin. Da ku Şeytan we nexapîne, hûn gerek rind haş pê hebin ku propaganda wî çiqas xof e û ziyankar e. Hingê hûnê bikaribin xwe dûr xwey kin ji wê yekê.
ÇIQAS XOF E PROPAGANDA?
Propaganda çi ye? Ew heye malûmata derew kîjan ku mirovan dixapîne, û li ser fikirên wan û kirên wan bandor dike. Li gor kitêbekê, propaganda ew heye “derewî, qelpî, xapandin, kîjan ku bandor dike li ser psîkolojiyê”, yanê li ser hişê mirovan. Di vê kitêbê de wisa jî hate gotinê ku propaganda “necayîz e, ziyandar e, û bi neheqiyê ye” (Propaganda and Persuasion).
Belê, propaganda gelek xof e, çimkî ew dikare hêdî-hêdî wisa bandor ke li ser fikirên me, ku em qe haş pê jî tune bin. Em dikarin wê yekê beramberî gazê kin, çimkî gaz jî nayê kifşê û ne jî bîna wê heye. Tevgernas Vance Packard got ku propaganda dizîva hişê me dike bin
kontrola xwe, ku “em haş ji xwe jî tune ne”. Zandarekî jî got ku gelek mirov di bin bandorê propagandayê de, “kirên ziyankar kirine”. Mesela, “komkujî, şer, nefretkirina miletan, nefretkirina dînan, û gelek kirên bêxwedêtî”, bin selahiyeta propagandayê de hatin kirinê (Easily Led—A History of Propaganda).Eger mirov dikarin bi propaganda xwe me bixapînin, hemikî Şeytan hê zêde dikare me bixapîne. Şeytan rabûn-rûniştin û psîkolojiya mirovan ji destpêka afirandina wan lêkolîn dike. Û îro “tevahiya dinyayê” di bin selahiyetê wî de ye. Û di vê dinyayê de ew dikare her tiştî bide xebatê ku derewên xwe belav ke (1. Yûh. 5:19; Yûh. 8:44). Şeytan wisa bi hostetî hişê mirovan kor dike, ku “hemû dinya” dixapîne (2. Kor. 4:4; Pey. 12:9). Lê hûn çawa dikarin miqabilî propaganda wî herin?
BAWERIYA XWE QEWÎ KIN
Îsa got ku çawa em dikarin xwe ji propagandayê xwedî kin: “Rastiyê bizanin û rastî wê we azad ke” (Yûh. 8:31, 32). Di şer de leşker gerek melûmata rast bizanibin der heqê dijminan de, da ku dijmin wana nexapînin. Ji me re jî lazim e melûmata rast da ku xwe ji propagandayê xwedîkin. Lê kîderê ye ew melûmata rast? Yehowa ji me re bi destê Kitêba Pîroz melûmata rast û şîretan dide, ku nekevine bin bayê propaganda Şeytan (2. Tîm. 3:16, 17).
Şeytan haş ji vê yekê heye. Loma jî ew vê dinya di bin selahiyeta xwe de dide xebatê, ku rê me bigire Kitêba Pîroz nexwînin û lêkolîn nekin. Xwe xwedî kin ku nekevine telika wî! (Ef. 6:11) Bona vê yekê em gerek bi temamî “fêm bikin” rastiyê (Ef. 3:18). Ev yek hêsa nîne, û lazim e em qewetê xerc kin. Nivîskarekî bi navê Noam Chomsky got: “Tu kes wê rastiyê neke hişê te. Tu gerek bi xwe rastiyê bigerî”. Loma jî bi dil û can “her roj” Nivîsarên Pîroz lêkolîn bikin, û hûnê rastiyê bibînin (Kar. 17:11).
Bîr nekin ku Şeytan naxwaze hûn rast bifikirin û fesal bin. Lê gelo çima? Çawa di nivîsarekê de tê gotinê, propaganda “hê zehf û zû bandor dike” li ser wan mirovan, “ên ku tiştan kûr lêkolîn nakin” û “ne jî dicêribînin hela rast e an na” (Media and Mtl. 14:15). Xwedê hiş-aqil û serwaxtî daye me, da ku em rastiyê di dilê xwe de xwedî kin û baweriya xwe qewî kin (Mtl. 2:10-15; Rom. 12:1, 2).
Society in the Twentieth Century). Loma jî tu car çavgirtî tiştan bawer nekin, lê aqilê xwe bidine xebatê (DI YEKÎTIYÊ DE BIMÎNIN
Di şer de gelek car propagandayê didine xebatê, da ku tirsê bikine dilê leşkeran ku ew nexwazin şer bikin. Dijmin dikarin di nav leşkeran de derewa belav kin, ji bo şer bikeve orta wan û ji leşkerên xwe biqetin û dûr kevin. Gênêralekî Almanî der heqê menîkî de got, ku çima Almanya di Şerê Hemdinyayê ya yekê de da der. Wî got ku cimet “bi propaganda dijminan gîpnoz bibûn, çawa kêvrûşk bin gîpnoza mar de”. Telikên Şeytan jî wisa nin. Ew naxwaze ku em di civatê de yektiyê de bin, û loma her tiştî dike ku em ji civatê biqetin. Besa xeberê, ew wisa dike, ku hevnefehmkirin bikeve orta xwişk-biran. An jî eger di civatê de kesek xeydî an fikirî ku hindava wî neheqî hate kirinê, Şeytan wisa dike, ku ew teşkîleta Xwedê bihêle.
Tu car nekevine vê telika wî! Bi rêberî û şîretên Peyva Xwedê herin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku “li hev bibihûrin”, û çetinayên di orta hevdu de zû çareser kin, dêmek zû li hev bên (Kol. 3:13, 14; Met. 5:23, 24). Wisa jî ew raste-rast dibêje ku xwe ji civatê dûr nexin (Mtl. 18:1). Xwe bicêribînin hela hûn çiqas xwedîkirîne ji propaganda Şeytan. Ji xwe bipirsin: “Eger di wan paşwextiyan de xwişkekê an birakî min xeydandiye, min çi dikir? Min Xwedê an Şeytan dilşad kir?” (Gal. 5:16-26; Ef. 2:2, 3).
ÎTBARIYA XWE WINDA NEKIN
Leşkerê ku bi temamî ji serokê xwe re dilsoz nîne, di şer de wê qewî nîbe. Loma jî dijmin propagandayê didine xebatê, ku leşker bawerî û îtbariya xwe hindava serokê xwe winda kin. Dijmin dikarin bi wan gotinan şikê bikine dilê leşkeran: “Îtbariya xwe serokên xwe neynin!” an jî “Ew wê we bikine qeziyê!” Ji xeynî vê yekê, ew dikarin şaşiyên serokan bêjin ku hê zêde şikê bikine dilê leşkeran. Şeytan hema vê yekê jî dike. Ew timê dixwaze şikê bike dilê me, ku em
îtbariya xwe wan mirovan neynin, ên ku di teşkîlata Yehowa de rêberiyê dikin.Lê hûn çawa dikarin xwe ji vê yekê xwedî kin? Timê xwe li teşkîlata Yehowa bigirin. Bi dilsozî piştgiriya wan bikin, ên ku rêberiya cimeta Xwedê dikin, û dibe ku cara şaşiyan dikin (1. Sel. 5:12, 13). Eger raber an kesekî din bi gotinên xwe dixwazin we bixapînin û şikê bikine dilê we, “di fikirên xwe de zû . . . şaş nebin”, eger jî çi ku ew dibêjin rastî tê kifşê (2. Sel. 2:2; Tît. 1:10). Şîreta Pawlos bidine xebatê, kîjan ku wî ji Tîmotêyos re daye. Dêmek, di nava rastiyê de ku we nas kir bimînin, û di bîra xwe de xwedî kin hûn çi elimîn (2. Tîm. 3:14, 15). Bifikirin ku çiqas îspatkirin hene ku em dikarin îtbariya xwe wan rêberan bînin, ku Yehowa êdî bi seda salan dide xebatê ku ew rêberiyê me bikin (Met. 24:45-47; Îbr. 13:7, 17).
BILA TIRS NEKEVE DILÊ WE
Ji bîr nekin ku cara propaganda Şeytan eyan tê kifşê. Caran ew tirsê dike dilê mirovan, kîjan ku “cûrê propaganda berê ye” (Easily Led—A History of Propaganda). Profesorê Brîtanî Philip M. Taylor got, ku Asûra propaganda dane xebatê û bi tirsê dijminên xwe hildidane bin destê xwe. Şeytan jî îro tirsê dide xebatê. Mesela, ew dide xebatê tirsa li ber mirovan, tirsa li ber peyketinan, tirsa li ber mirinê, û tirsa li ber tiştên mayîn, da ku em êdî ji Yehowa re xizmet nekin (Îşa. 8:12; Yêr. 42:11; Îbr. 2:15).
Nehêlin ku Şeytan tirsê bike dilê we, ku hûn sist bin û dilsoziya xwe winda kin! Îsa got: “Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin” (Lûqa 12:4). Bi temamî îtbariya xwe sozê Yehowa bînin ku wê we xwedî ke û “mezinahiya zêde ya hêzê” bide we, ku hûn nekevine telika Şeytan (2. Kor. 4:7-9; 1. Ptr. 3:14).
Lê cara dibe ku hûn xwe sist texmîn kin an jî bitirsin. Lê bîr nekin ku Yehowa ji we re jî, çawa ku ji Yêşû re got, dibêje: “Xwurt be û dilawêr be . . . metirse û bêzar nebe! Ji ber ku Yehowa Xwedayê te Xudan, di her derê ku tu biçî de, dê bi te re be” (Yêşû 1:9). Eger hûn bona tiştekî tevhev dibin û berxwe dikevin, derbêra ji Yehowa re dua bikin û dilê xwe ji jê re vekin. Û bawer bin ku “Aştiya Xwedê . . . wê dilê we û hişê we” xwedî ke, ku hûn qewî bin û miqabilî propaganda Şeytan bisekinin (Flp. 4:6, 7, 13).
Tê bîra we çaxa wekîlê Asûrê bi navê Rabşak çi propaganda belav kir di nava cimeta Xwedê de? Wî got wekî ku ji destê Asûrê tu kes wê wana xelaz neke, û hela hê Yehowa Xwedê jî nikare alî wan ke. Wî bi cesaretî zêde kir wekî ku Yehowa bi xwe ji wan re got ku qira vî erdî bîne. Lê gelo Yehowa çi cewab da? Yehowa got: “Ji ber gotinên ku xulamên qiralê Asûrê, bona ku xeberan ji min re bidin gotine û min jî wan bihîstine metirse!” (2. Qra. 18:22-25; 19:6). Paşê, Yehowa melekê xwe şand, yê ku di şevekê de qira 185.000 Asûran anî (2. Qra. 19:35).
SERWAXT BIN Û TIMÊ GUH BIDINE YEHOWA
Qe wisa bûye ku hûn fîlmê dinêrin, û wêderê lîstikçî tê xapandinê, lê haş pê tune ye. Dibe ku hûn dibêjin: “Bawer neke! Ew te dixapînin”. Bidine ber çavê xwe, ku melek jî ji we re dibêjin: “Fesal be! Nekeve bin bayê derewê Şeytan!”
Guhê xwe nedine propaganda Şeytan (Mtl. 26:24, 25). Guh bidine Yehowa û di her tiştî de îtbariya xwe wî bînin (Mtl. 3:5-7). Ew bi hezkirinê evê şîretê dide we: “Lawê min, bi zaniyarî bike ku, bila dilê min kêfxweş bibe, da ku, bersivê bidim yê ku min dişermîne” (Mtl. 27:11). Eger hûn wisa bikin, hûnê hiş-aqilê xwe xwedî kin û nekevine bin bayê derewên Şeytan!