KILAM 119
Em Hewceyî Îmanê ne
(Îbranî 10:38, 39)
-
1. Xwedê bi destê pêxemberên xwe
şîret û rêberî dida.
Îro ew dibêje: “Tobe bikin,
werin ser rêya Îsa.”
(DÎSGOTIN)
Gelo îmana me heye?
Gelo ev îman qewî ye?
Heyata me ya ebedî
bi îmanê ve girêdayî ye.
-
2. Li gor emrê Mamosteyê Mezin
em belav dikin mizgînê.
Bi serbilindî em îlan dikin
sozên Yehowa Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Gelo îmana me heye?
Gelo ev îman qewî ye?
Heyata me ya ebedî
bi îmanê ve girêdayî ye.
-
3. Xelasiya me êdî nêzîk e,
em natirsin ji dijminan.
Îman me qewî û mêrxas dike
li hember zehmetiyan.
(DÎSGOTIN)
Gelo îmana me heye?
Gelo ev îman qewî ye?
Heyata me ya ebedî
bi îmanê ve girêdayî ye.
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 10:10; Ef. 3:12; Îbr. 11:6; 1. Yûh. 5:4)