Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 139

Dinyaya Nû Xeyal Bike

Dinyaya Nû Xeyal Bike

(Peyxam 21:1-5)

  1. 1. Dinyaya nû xeyal bike,

    sozên Xwedê bîne ber çavê xwe.

    Emê êdî azad bibin,

    tiştên xerab wê winda bibin.

    Serweriya Xwedayê me

    wê tim û tim serkeftî bibe.

    Hemû kul û derd wê bên safîkirin,

    emê bi vê stranê

    pesnê Xwedê bidin:

    (DÎSGOTIN)

    “Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî,

    tu çi qas qenc û destvekirî yî!

    Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î,

    dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.”

  2. 2. Wê dema xweş xeyal bike,

    dinyaya nû bîne ber çavê xwe.

    Em hesreta wê rojê ne,

    Xwedê wê her tiştî nû bike.

    Şîn û girîn wê tune bin,

    tiştên berê wê derbas bibin.

    Kesên mirî wê dîsa bên jiyanê,

    ewê tevî me

    rûmetê bidin Xwedê:

    (DÎSGOTIN)

    “Şikur, ya Xwedê, ji bo her tiştî,

    tu çi qas qenc û destvekirî yî!

    Tu hêjayî hemû rûmet û pesnan î,

    dilê me dicoşe bi kêf û spasdarî.”

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 37:10, 11; Îşa. 65:17; Yûh. 5:28; 2. Ptr. 3:13)