KILAM 152
Cihekî ji bo Rûmeta Te
(1. Qiralan 8:27; 1. Dîrokan 29:14)
Yehowa, tu helbet rûnanî
li maleke avakirî.
Dîsa jî, bila ruhê pîroz
tim hebe li ser vî cihî.
Li vê merkeza îbadetê
em roniya te distînin.
Bi dilxweşî û bi yekîtî
em ji te re xizmet dikin.
(PIR)
Hemû hebûna me –
gişt ji te ye, Yehowa!
Her tiştê ku me daye
me ji te standibû.
(DÎSGOTIN)
Ev cih ji bo rûmeta te ye,
îro em gelek dilxweş in.
Bibihîze vê strana pesnan,
em ji te re pir spas dikin!
Daxwaza dilê me, Yehowa,
îro êdî pêk hatiye.
Bila em û gelek kesên din
li vir hîn bibin rêyên te.
Karê ku Îsa Mesîh daye
gerek berî ku dawî bê
bi ecele bê xelaskirin,
hem li vir hem li her derê.
(PIR)
Ji destê me çi tê,
em dikin, ey Yehowa!
Her tiştê me feda be,
tu hêjayî vê yî!
(DÎSGOTIN)
Ev cih ji bo rûmeta te ye,
îro em gelek dilxweş in.
Bibihîze vê strana pesnan,
em ji te re pir spas dikin!