KILAM 18
Em ji bo Fîdyeyê Spasdar in
-
1. Em li ber textê te ne,
Yehowa Xwedê.
Ji hezkirinê, te Kurê xwe
şand dinyayê.
Te canê Îsa Mesîh
feda kiriye.
Bi destê qurbana wî,
te jiyan daye me.
(DÎSGOTIN)
Ji guneh û ji mirinê
Îsa em azad kirine.
Em spasdar in
ku Îsa ji bo me bûye fîdye.
-
2. Îsa Mesîh bi dilxwazî
bûye qurban.
Heta ku ew hat,
bêçare bûn hemû însan.
Bi saya xwîna wî
umîda me heye.
Rêya emrê herheyî
êdî vekirî ye.
(DÎSGOTIN)
Ji guneh û ji mirinê
Îsa em azad kirine.
Em spasdar in
ku Îsa ji bo me bûye fîdye.
(Li van ayetan jî binêre: Îbr. 9:13, 14; 1. Ptr. 1:18, 19)