Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 48

Em bi Yehowa re Dimeşin

Em bi Yehowa re Dimeşin

(Mîka 6:8)

  1. 1. Dest bi dest bi Yehowa re

    em dimeşin di rêya wî de.

    Rehma wî çi qas mezin e

    ji xulamên xwe yên dilsoz re.

    Ew dixwaze ku em pê re

    bi dilnizmî bimeşin.

    Emê heta bi hetayê

    rêya Yehowa terk nekin.

  2. 2. Jiyana me hêsan nîne,

    çimkî hêrsa Îblîs mezin e.

    Ew dixwaze îmana me

    sist bike û me bitirsîne.

    Lê Xwedê me diparêze,

    gerek em qet netirsin.

    Ewê qewetê bide me,

    da ku em dilrast bimînin.

  3. 3. Alîkariya Yehowa

    ji bona me pir biqîmet e.

    Ew hazir e ku guh bide

    duayên her xizmetkarê xwe.

    Ruhê wî, Kitêba Pîroz

    û civîn me xurt dikin.

    Bila em tim bi dilnizmî

    ji Xwedê re xizmet bikin!

(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 5:24; 6:9; 1. Qra. 2:3, 4)