Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Çi Cûreyî Kitêb e?

Kitêba Pîroz Çi Cûreyî Kitêb e?

 Elametiyên îzbatkirî derheqa Kitêba Pîroz

  •   Kî Kitêba Pîroz nivîsiye? Avtorê Kitêba Pîroz Xwedê ye. Lê ewî weke 40 mêrî daye xebatê, wekî vê kitêbê binivîse. Hine ji wan meriva ew bûn: Mûsa, Dawid Padşa, Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna. a Xwedê fikirên xwe elamî wan dikir, ewana jî dinivîsîn (2 Tîmotêyo 3:16).

     Seva em rind bidine ber çevê xwe, were em meselekê bînin. Mezinê xebatê ji xebatçîkî xwe hîvî dike, wekî ser navê wî nemekê binivîse. Mezinê xebatê fikirên xwe dibêje, lê temamiya nemê xebatçî dinivîse. Mîna vê yekê, rast e Xwedê meriv dane xebatê, seva ku Kitêba Pîroz binivîsin, lê Avtor Ew xwexa ye.

  •  Kitêba Pîroz” çi tê hesabê? Ser gelek zimana têrmîna “Kitêba Pîroz” pêşda hatiye ji xebera Yûnanî “bîblîa”, çi ku raste-rast tê hesabê “kitêbên biçûk”. Wede şûnda ev xebera Yûnanî, dêmek “bîblîa”, bû navê wan kitêbên tevayî topkirî, kîjanêra em dibêjin Kitêba Pîroz.

  •   Kitêba Pîroz kengê hatiye nivîsarê? Kitêba Pîroz destpêbû bê nivîsarê sala 1513 B.D.M., û hate xilazkirinê sala 98 D.M. Bi temamî ew weke 1 600 salîda hate lêkirinê.

  •   Kitêba Pîroze orîjînal heye yan na? Kitêbên orîjînale gulometkkirî yên Kitêba Pîroz nehatine xweykirinê, çimkî ewana ser matêriyalên usa hatibûne nivîsarê, ku zû xirab dibûn. Ji wana bûn, mesele papîrûs û pêrgamênt. Bergirên hoste nava gelek qirnada Nivîsarên Pîroz ber girtine, dêmek kopî kirine. Seva ku rikiniyatên paşî wan jî bikaribin wan nivîsara bixûnin.

  •   Çi têne hesabê “Peymana Kevin” û “Peymana Nû”? Para Kitêba Pîroze ku heçî zef ser zimanê Îbraniye kevin b hatiye nivîsarê, tê navkirinê Peymana Kevin. Evê parê usa jî nav dikin Nivîsarên Îbranî, lê Peymana Nû ev para Kitêba Pîroz e, kîjan ku ser zimanê Yûnanî hatiye nivîsarê. Ser vê parê usa jî tê gotinê Nivîsarên Yûnanî. Ev par tevayî tê navkirinê Kitêba Pîroz. c

  •   Kitêba Pîrozda çi nivîsar e? Kitêba Pîrozda em dikarin bivînin qewimandinên terîxiyê, qanûna, pêxembertiya, şêra, meteloka, kilama û nema. (Binihêre “ Kitêbên ku dikevine nava Kitêba Pîroz.”)

 Kitêba Pîrozda derheqa çi tê gilîkirinê?

 Destpêka Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, derheqa wê yekê ku Efirandarê Himzor ça erd û ezman efirandiye. Ew bi Kitêba Pîroz navê xwe Yehowa mera eyan dike û bi wê yekê dide kifşê, ku dixwaze em wî nas kin (Zebûr 83:18).

 Vê kitêbêda tê gilîkirinê, wekî çi cûreyî buxdan avîtine Xwedê, usa jî tê şirovekirinê, wekî ew wê çi cûreyî navê xweyî qenc pîroz ke.

 Kitêba Pîroz gilî dike derheqa qirara Xwedê bona însanetê û erdê. Ew usa jî şirovedike ku Xwedê wê çi cûreyî sebebê kul-derdên meriya bide hildanê.

 Xêncî wê yekê Kitêba Pîrozda şîretên bona jîyîna herrojî hene. Mesele:

  •   Çawa heleqetiya baş tevî meriva xwey kin. “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin” (Metta 7:12).

     Ev çi tê hesabê: Em gerekê hindava merivada xwe usa bidine kifşê, çawa ku dixwazin, wekî ewana hindava meda bin.

  •   Çawa ber strêsê teyax kin. “Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike” (Metta 6:34).

     Ev çi tê hesabê: Dewsa ku zef berxwe kevin bona wê yekê, çi ku dikare axiriyêda biqewime, wê baş be dîna xwe bidin dereca xweye îroyîn.

  •   Çi lazim e seva ku zewac bextewar be. “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT).

     Ev çi tê hesabê: Hizkirin û qedirgirtin heye hîmê zewaca bextewar.

 Gelo Kitêba Pîroz hatiye guhastinê?

 Na. Zandara destnivîsarên Kitêba Pîroze kevin beramberî têksta Kitêba Pîroze modêrn kirine û dîtine, wekî elametiya wê nehatiye guhastinê. Ev yek logîkî ye. Xwedê dixwaze wekî nema wî bê xwendinê û femkirinê, lema jî ewî xem kiriye, ku elametiya têda neyê guhastinê d (Îşaya 40:8).

 Çira haqas welgerandinên Kitêba Pîroz hene?

 Heçî zef ji merivên îroyîn fem nakin wan zimana, ser kîjana ku Kitêba Pîroz hatibû nivîsarê. Lê wêderê mizgîniya xêrê heye, bona “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6). Lema jî ewana hewcê wê yekê ne, ku Kitêba Pîroz ser zimanekî usa bê welgerandinê, kîjan ku wê bikaribin bixûnin û giliyê Xwedê rast fem bikin.

 Sê cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene:

  •   Welgerandina xeber pey xebera tenê raste-rast têkstê derbaz dike, ne ku nêtê.

  •   Welgerandina bi nêt, nêta têksta orîjînalê bi zimanê femdarî û modêrn derbaz dike.

  •   Welgerandina bi gilîkirinê ev heye gilîkirina têkstê bi cûrê aza. Nêta wê ew e, ku xwendin hewas be. Lê gelek car vê derecêda nêt tê guhastinê.

 Welgerandina baş ew e, çaxê elametiya Xwedê ji orîjînalê him rast, him bi zimanê modêrn û femdarî tê derbazkirinê. e

 Kî safî kir, ku kîjan kitêb bikevine nava Kitêba Pîroz?

 Ev yek Avtorê Kitêba Pîroz Xwedê safî kir. Serê-sêrîda ewî “gotinên” pîroz tesmîlî Îsraêliya kiribû, seva ku ewana Nivîsarên Îbraniya bona nisilên din xwey kin (Romayî 3:2).

 Gelo, Kitêbên Pîroz qe unda bûne?

 Na. Hemû kitêbên ku ji bîna ber Xwedê ne, ketine nava Kitêba Pîroz. Dêmek kitêbên undabûyî tune ne. Hine meriv dibêjin ku hine destnivîsarên kevine mayîn, ku hatine dîtinê, ewana jî para Kitêba Pîroz in. f Bi rastî Kitêba Pîroz eyan dike, kîjan kitêb ji bîna ber Xwedê ne û kîjan na (2 Tîmotêyo 1:13). Dêmek kitêbên ji bîna ber Xwedê bi temamî hevva girêdayî ne. Lê kitêbên din kîjan ku hine meriv dibêjin, wekî ji bîna ber Xwedê ne, derheqa wana nikarin usa bêjin, çimkî tevî Kitêba Pîroz nayêne girêdanê. g

 Çawa Kitêba Pîrozda rêza bivînin?

  Kitêbên ku dikevine nava Kitêba Pîroz

a Seva ku bivînin kîjan in hemû kitêbên Kitêba Pîroz, nivîskarên van û salên ku ev kitêb hatine nivîsarê, binihêrin “Naveroka Kitêbên Kitêba Pîroz”.

b Hine parên Kitêba Pîroz ser zimanê Aramî hatibûn nivîsarê. Ev ziman û zimanê Îbraniye Kevin, gelek mîna hev bûn.

c Hine xwendevanên Kitêba Pîroz safî dikin, wekî bêjin Nivîsarên Îbranî û Nivîsarên Yûnanî, çimkî çaxê dibêjin “Peymana Kevin” û “Peymana Nû”, dikare usa bê kifşê, wekî ev peyman kevin bûye, û dewsê Peymana Nû hatiye nivîsarê.

e Geleka xweş tê bixûnin “Kitêba Pîroz Welgerandina Dinya Teze”, kîjan ku ser hine zimana heye, çimkî ew him rast e, him jî hêsa tê femkirinê. Binihêre gotar “Gelo ‘Welgerandina Dinya Teze’ rast e?”.

f Ev kitêb bi temamî têne navkirinê Apokrîp. Li gora “Ensîklopêdiya Brîtanîka”, kitêbên Apokrîp ew in, kîjan ku nehatine qebûlkirinê, ku bibine parên Nivîsarên Pîroz, dêmek kitêbên fermî yên Kitêba Pîroz.