Çi Tê Hesabê Temî ku “Qedirê Dê û Bavê Xwe” Bigirin?
Caba Kitêba Pîroz
Kitêba Pîrozda gelek car nivîsar e “qedirê dê û bavê xwe bigire” (Derketin 20:12; Qanûna Ducarî 5:16; Metta 15:4; Efesî 6:2, 3). Çar kirên sereke dikevine nava wê yekê.
Wana qîmet kin. Çaxê tu razîbûnê didî kifşê bona her tiştî çi ku dê-bav bona te kirine, usa tu qedirê wan digirî. Tuyê nîşan kî ku wana qîmet dikî hergê şîret û rêberiyên wan qebûl kî (Metelok 7:1, 2; 23:26). Kitêba Pîroz hêlan dike dê-bavê xwera firnaq bin (Metelok 17:6).
Hukumetiya wan qebûl ke. Hergê tu cahil î wê hingê bê kifşê ku qedirê dê-bavê xwe digirî, çaxê hukumetiya wan ya ku Xwedê daye, qebûl dikî. Kolosî 3:20-da cahilara tê gotinê: “Her tiştîda gura dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê”. Hela hê Îsa, gava biçûk bû gura dê-bavê xwe dikir (Lûqa 2:51).
Hindava wanda bi qedir be. (Qanûna Kahîntiyê 19:3; Îbranî 12:9). Dikeve nava qedirgirtinê ew yek ku tu wanra çi dibêjî û ça dibêjî. Carna dibe ku dê-bav xwe usa didine kifşê, wekî çetin dibe qedirê wan bigirin. Lê hela hê wî çaxî jî zar gerekê qedirê dê-bavê xwe bi wê yekê bigirin, ku xeberdan û kirên xweda xwe berzeq û bêmerîfet nedine kifşê (Metelok 30:17). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî xeberdana ku dê-bava bêhurmet dike, gunekî giran e (Metta 15:4).
Bona wan xem bikin. Çaxê dê-bav emirda mezin dibin, wanara dikare alîkariya te lazim be. Tu dikarî bi wê yekê qedirê wan bigirî, ku çida ewana hewce ne alîkariyê bidî wan û ebûra wan bikî (1 Tîmotêyo 5:4, 8). Mesele, Îsa hine wede pêşiya mirina xwe, xem kir bona wê yekê ku kê wê miqatî diya wî be (Yûhenna 19:25-27).
Nihêrandina nerast ku çi tê hesabê qedirê dê û bavê xwe bigirin
Nihêrandina nerast: Tu gerekê îzinê bidî dê-bavê xwe, wekî malbeta te kontrol bikin, çimkî usa tu didî kifşê ku qedirê wan digirî.
Îzbatî: Kitêba Pîroz hîn dike, wekî heleqetiya jin û mêr ji hemû heleqetiyên malbetêda ferztir in. Destpêbûn 2:24-da tê gotinê: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Metta 19:4, 5). Hemikî jin û mêr dikarin kareke mezin bistînin ji şîretên dê-bava yan xasî û xezûra (Metelok 23:22). Lê dîsa jî jin-mêr dikarin sînora daynin ku neferên malê nekevine nav şixulê wan (Metta 19:6).
Nihêrandina nerast: Hukumetiya dê-bava bêsînor e.
Îzbatî: Rast e Xwedê xwexa dê-bavara malbetêda hukumetî daye, lê dîsa jî hemû cûre hukumetiyên meriva sînorkirî ne; ew tu car ji hukumetiya Xwedê bilindtir nîne. Mesele, wedê berê gava merivên xweyîhukum ji şagirtên Îsa dewa dikirin ku gura Xwedê nekin, şagirta caba wan da: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:27-29). Mîna wê yekê zar jî gerekê “çawa bawermendêd Xudan”, dêmek her tiştîda çi ku miqabilî qanûnên Xwedê nîne, gura dê-bavê xwe bikin (Efesî 6:1).
Nihêrandina nerast: Qedirê dê-bavê xwe bigirî usa jî tê hesabê, wekî xwe li rêlîgiya wan bigirî.
Îzbatî: Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî bicêribînin hela ew çi ku em hîn dikirin, rast e yan na (Karên Şandiya 17:11; 1 Yûhenna 4:1). Ev yek dikare bende hêlan ke, ku rêlîgiyeke usa xwera bijbêre, ya ku wê ji rêlîgiya dê-bava cude be. Kitêba Pîrozda usa jî gelek meselên xizmetkarên Xwedêyî amin hene, kîjan ku baweriya dê-bavê xwe qebûl nekirine. Mesele Birahîm, Rût û Pawlosê şandî (Yêşû 24:2, 14, 15; Rût 1:15, 16; Galatî 1:14-16, 22-24).
Nihêrandina nerast: Qedirê dê-bava bigirî tê hesabê, wekî kal-bava bihebînî.
Îzbatî: Kitêba Pîroz dibêje: “Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Lûqa 4:8). Merivê ku kal-bava dihebîne, dilê Xwedê dêşîne. Xêncî wê yekê Kitêba Pîroz dibêje, wekî “mirî bi tiştekî nizanin”. Ev tê hesabê wekî ewana ne jî zanin ku yên sax wana dihebînin; lema jî ewana nikarin ne alîkariyê bidine me ne jî ziyanê (Waîz 9:5, 10; Îşaya 8:19).