Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ew Ruh Xwexa Tevî Ruhê Me Şedetiyê Dide

Ew Ruh Xwexa Tevî Ruhê Me Şedetiyê Dide

“Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne” (ROM. 8:16).

KILAMÊN: 5, 14

1-3. Ji bo kîjan qewimandina roja Pênciyê Hesabê mexsûs bû, û ewan qewimandina ça pêxembertiya ji Kitêba Pîroz anîne sêrî? (Binihêre şikilê ewlin.)

ŞEBEQÊ roja Şemiyê, nêzîkaya siheta 9 bû. Ew roja Şemiyê bona wan yên ku Orşelîmêda bûn, mexsûs bû. Ew roj Şemiya cejinê bû. Qurbana şebeqê ku her roj dianîne paristgehê, îda hate kirinê. Paşê îda wede gihîşt ku serekkahîn qurbana hejandinê bîne, bi du nanên hilatî ji genimê teze (Qan. Kah. 23:15-20). Ewê qurbanê dida kifşê ku roja nandirûna pêşin destpêbû. Ew roj, roja Pênciyê Hesabê bû, sala 33 D.M..

2 Bi hezara sala, her sal serekkahîn ev qurbana hejandinê dianî. Ew qurban tiştekî girîng dihate hesabê, kîjan ku qewimî roja Pênciyê Hesabê sala 33. Ew yek qewimî Orşelîmêda tevî koma Mesîhiya. Ewana weke 120 meriva bûn û tevayî top bûn di otaxa jorinda “dua dikirin” (Kar. Şand. 1:13-15). Çi ku gerekê biqewimiya, girêdayî bû vê yekêva çi ku serekkahîn dikir her roja Pênciyê Hesabê. Û usa jî heysid sal pêşda, Yowêlê pêxember ev qewimandin pêxembertî kir (Yowl. 2:28-32; Kar. Şand. 2:16-21). Lê gelo çi bû ew tiştê girîng û ferz, çi ku gerekê biqewimiya?

3 Bixûne Karên Şandiya 2:2-4. Vê rojê, ruhê Xwedêyî Pîroz hate ser wan Mesîhiya, ku di otaxa jorinda top bibûn (Kar. Şand. 1:8). Paşî vê yekê wana destpêkir pêxembertiyê bikin, dêmek şedetiyê bidin derheqa wan tişta çi ku wana dît û bihîst. Paşê, Petrûsê şandî elaletêra ku dora wana top bibûn şirovekir, ku çi qewimî û ferzbûna vê yekê çi bû. Ewî elaletêra giliyên usa got: “Tobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê ruhê pîroz pêşkêş bistînin”. Û weke 3 000 meriva giliyê wî qebûl kirin, hatine nixumandinê, û ruhê pîroz jî standin (Kar. Şand. 2:37, 38, 41).

4. a) Çira mera gerekê hewas be ku çi qewimî roja Pênciyê Hesabê? b) Kîjan qewimandina ferz dibeke qewimî vê rojê gelek sal pêşda? (Binihêre elametiya zêde.)

4 Lê serekkahîn bi sîmbolîk kê dihate hesabê û ew qurban, kîjan ku her Pênciyê Hesabê dihate anînê çi dihate hesabê? Serekkahîn dihate hesabê Îsa, lê nan dihatine hesabê şagirtên Îsayî rûnkirî. [1][7] Ew şagirt hatine jibartinê ji însaneta gunekar, û têne navkirinê “deremeta pêşin”. Xwedê ewana ça kurên xwe hesab kirin û bijart seva ku ewana tevî Îsa ser ezmana padşatiyê bikin di Padşatiya Xwedêda. Yahowa wê bi saya Padşatiya xwe kerema bîne ser hemû merivên guhdar (Aqûb 1:18; 1 Pet. 2:9). Lema jî firqî tune gumana me jîyîna ser ezmana ye yan ser erdê, roja Pênciyê Hesabê bona me gelek ferz e.

ÇAWA RÛNKIRÎ TÊNE KIFŞKIRINÊ

5. Em ji ku zanin ku hemû rûnkirî bi cûrekî nayêne kifşkirinê?

5 Hergê hûn yek ji wan şagirta bûna, ser kîjana zimanê agir hate xuyanê, weyê ew roj tu car bîr nekira. Hûnê tu car dudilî nîbûna ku hûn bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê, îlahî hergê we jî bistanda ev fereset ku ser zimanên xerîb xeberdin (Kar. Şand. 2:6-12). Lê gelo hemû rûnkirî usa têne kifşkirinê, çawa ku ew koma ku weke 120 meriva bûn? Na. Wê rojê hinekên ku Orşelîmêda bûn, wedê nixumandina xwe hatine rûnkirinê (Kar. Şand. 2:38). Zimanê agir nehate ser serê wan. Hin jî, ne hemû Mesîhiyên rûnkirî wedê nixumandina xwe têne kifşkirinê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê ku merivên Samerî, hinek wede paşî nixumandina wan bi ruhê pîroz hatine rûnkirinê (Kar. Şand. 8:14-17). Dereca lap cûrekî mayîn jî hebû, mesele Kornîlîûs û malbeta wî hatine rûnkirinê pêşiya nixumandina xwe (Kar. Şand. 10:44-48).

6. Hemû rûnkirî çi distînin, û ew yek ça ser wan hukum dibe?

6 Dêmek em pêhesiyan ku hemû rûnkirî bi cûrekî nayêne kifşkirinê. Hinek diqewime derbêra fem dikin ku ewana kifşkirî ne, lê hinekara hê zêde wede lazime ku vê yekêda bawer bin. Firqî tune ew kifşkirin ça diqewime, her kes ji wan ser xwe evê yekê texmîn dikin, çi ku Pawlosê şandî got: “Gava we xebera rastiyê, awa gotî Mizgîniya xilazbûna xwe bihîst. We baweriya xwe wî anî û bi Ruhê Pîrozî sozdayî hatine morkirinê. Ruhê Pîroz çawa bihê hatiye dayînê” (Efes. 1:13, 14). Dêmek ruhê Xwedêyî pîroz wanra şedetiyê dide, ku ewana têne bijartinê wekî herine li ezmana. Mesîhiyê rûnkirî xwexa dilê xweda bawer e, çimkî ewî bihê standiye. (Bixûne 2 Korintî 1:21, 22; 5:5.)

7. Her Mesîhiyê rûnkirî çi gerekê bike, seva ku xelata xweye ezmanî bistîne?

7 Lê gelo Mesîhiyê ku evê bihê distîne, ese wê here ser ezmana? Na. Ew meriv bawer e ku ew hatiye teglîfkirinê ku here li ezmana. Lê ew wê xelata xwe bistîne yan na, girêdayî ye vê yekêva hergê ew heta xilaziyê aminiya xwe Yahowara îzbat ke. Petrûs şirovekir: “Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe testîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin. Bi vî awayî dergehê li ber we vebe, ku bikevine Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh” (2 Pet. 1:10, 11). Her Mesîhiyê rûnkirî gerekê giran bixebite ku Yahowara amin bimîne, çimkî hergê ew amin nîbe, ew teglîfkirin wê bona wî bêkêr be (Îbrn. 3:1; Eyan. 2:10).

RÛNKIRÎ ÇA FEM DIKE KU EW HATIYE BIJARTINÊ?

8, 9. a) Çira gelekara çetin e fem kin, ku ça rûnkirî tê kifşkirinê? b) Yê bijartî ça fem dike ku ew hate teglîfkirinê ku here li ezmên?

8 Heçî zef ji xizmetkarên Yahowara çetin e fem kin, ku rûnkirî ça têne kifşkirinê. Ewana nikarin fem kin, ku rûnkirî çi ser xwe texmîn dikin çaxê têne kifşkirinê. Çimkî qirara Xwedê bona însanetê ew bû, ku ewana wira ser erdê bijîn heta-hetayê (Destp. 1:28; Zeb. 37:29). Lema bona me netebiyetî ye, ku hine meriv têne jibartinê ku herine li ezman, seva ku çawa padşa û kahîn serwêrtiyê bikin. Kifşkirina rûnkiriya tiştekî mexsûs e. Rûnkirî çaxê tê bijartinê nihêrandina wî, dişirmîşbûna wî, û gumana wî tê guhastinê. (Bixûne Efesî 1:18.)

9 Lê ew meriv ça zane, ku ew tê bijartinê wekî here li ezmên? Caba vê pirsê tê kifşê ji giliyên Pawlos, kîjan ku ewî birên Romêda yên rûnkirîra nivîsî, yên ku dihatine navkirinê “pîrozbûnêra gazîkirî”. Pawlos got: “We ruhekî usa nestandiye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew ruh standiye, yê ku we dike zarêd Xwedê, bi kîjanî gazî wî dikin: ‘Abba!’ awa gotî ‘Bavo!’ Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne” (Rom. 1:7; 8:15, 16). Hergê kin bêjin, Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz, merivê bijartîra eyan dike ku ew hate teglîfkirinê li ezmên, ku tevî Îsa Padşatiyê bike di Padşatiya Xwedêda (1 Têsln. 2:12).

10. Çi têne hesabê giliyên ji 1 Yûhenna 2:27 ku dibêje wekî rûnkirî hewce nînin ku kesek wana hîn ke?

10 Ewên ku evê teglîfkirinê ji Xwedê distînin, hewce nînin ku kesek wanra îzbat ke ku ewana hatine bijartinê. Çimkî Yahowa wana dide bawerkirinê, seva ku ewana hiş û dilê xweda dudilî nîbin. Yûhennayê şandî rûnkiriyara usa got: “We ji Mesîhê Pîroz ruh pêşkêş standiye û hûn hemû jî rastiyê zanin”. Paşê ewî zêde kir: “Lê çi derheqa weda ye, ew ruhê ku we ji Mesîh standiye, nava weda dimîne. Îdî ne hewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî ruh bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rast e, ne derew e. Çawa ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin” (1 Yûhn. 2:20, 27). Çawa her kes, rûnkirî jî hewce ne ku ji Yahowa bêne hînkirinê. Lê ewana ne hewce ne ku kesek wanra îzbat ke ku ewana rûnkirî ne. Çimkî qewata lape mezin, dêmek ruhê Yahowayî pîroz, wanra îzbat dike ku ewana bijartî ne!

EWANA DÎSA “NÛ” DIBIN

11, 12. Derheqa çi dibeke rûnkirî difikirin, lê ewana çida dudilî nînin?

11 Çaxê rûnkirî bi ruhê pîroz têne kifşkirinê, ewana gelek têne guhastinê. Îsa derheqa vê yekê usa got, ku ewana tezeda têne bûyînê  [2] (Yûhn. 3:3, 5). Ewî paşê şirovekir: “Tu ecêbmayî nemîne ku min tera got: Gerekê hûn dîsa nû bibin. Ba li ku derê dixwaze radibe. Tu dengê wî dibihêyî, lê nizanî ew ji ku tê û kuda diçe. Her kesê ku ji ruh dibe jî usa ye” (Yûhn. 3:7, 8). Ji wan giliya eyan e, ku çetin e bi temamî şirovekin wanra kê xwexa rûnkirî nîne, ku rûnkirî çi ser xwe texmîn dikin çaxê têne bijartinê.

12 Hinek ku hatine bijartinê çawa rûnkirî, dibeke pirsên usa didine xwe: “Çira ez hatime bijartinê? Çira ez, ne ku kesekî din?” Ewana dikarin hela hê bifikirin jî, ku ewana hêja nînin bona vê bijartinê. Lê ewana tu car dudilî nînin ku hatine bijartinê. Dilê wan bi şabûn û razîbûna mezin tije ye. Ewana texmîn dikin vê yekê çi ku Pawlos got: “Şikir ji Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rema xweye pir, careke din em dinê xistin, bi rabûna Îsa Mesîhe ji miriya, wekî bibine xweyê gumana sax û wan soz-qirarêd nebetale nerizî û neçilmisî war bin. Ewana li ezmana wera xweykirî ne” (1 Pet. 1:3, 4). Çaxê rûnkirî ewan giliya dixûnin, ewana bêşik zanin, ku bi wan giliya Bavê wanî ezmana tevî wan şexsî xeberdide.

13. Ça dişirmîşbûna yê ku bi ruhê pîroz hate rûnkirinê tê guhastinê, û ji bo çi tê guhastin?

13 Pêşiya ku Yahowa rûnkirî kifş kirana, ewana hîviyê bûn ku bijîn heta-hetayê ser erdê. Ewana hîviya wî wedeyî bûn çaxê Yahowa erdê bike cinet û hemû zulmiyê kuta ke. Dibeke wana dida ber çevê xwe, ku çawa cinetêda rastî merivên xweyî nêzîk tên ku ji mirinê rabûne. Û dibeke hîviya wî wedeyî bûn ku bi destê xwe malê çêkin û têda bijîn, xwarina baş bixwin ya ku wê xwexa biçînin (Îşa. 65:21-23). Lê çira dişirmîşbûna wan hate guhastinê? Menî ew nîne ku gumana ser erdê wan xweş nehat. Û ne jî ji bo çetinaya yan kul-derda wana fikirên xwe guhastin. Ne jî ji bo vê yekê ku wana nişkêva texmîn kirin, wekî jîyîna heta-hetayê ser erdê wê bargiranî be, yan jî ku ewana dixwazin bivînin hela jîyîna ser ezmana çi cûreyî ye. Bi rastiyê, ruhê Xwedêyî pîroz ser wan hukum dike û dişirmîşbûn û gumana wan diguhêze.

14. Ça rûnkirî dinihêrin ser jîyîna xweye ser erdê?

14 Lê gelo em gerekê usa bifikirin ku rûnkirî dixwazin bimirin? Pawlos cab usa da: “Heta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dinelin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê yê ezmanî serda wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jiyînêda betavebe here” (2 Korn. 5:4). Ew Mesîhiyên rûnkirî naxwazin ku emirê wanî ser erdê zû kuta be. Dewsê, ewana dixwazin her rojekê tevî heval û merivên xweyî nêzîk, xerc kin seva xizmetkirina Yahowara. Ewana çi jî dikin, gumana xweye bona axiriyê, kîjan ku Xwedê daye wan, bîr nakin (1 Korn. 15:53; 2 Pet. 1:4; 1 Yûhn. 3:2, 3; Eyan. 20:6).

TU HATÎ GAZÎKIRINÊ?

15. Kîjan tişt îzbat nakin ku meriv bi ruhê pîroz hatiye bijartinê?

15 Dibeke tu difikirî ku gelo Xwedê te bijartiye ku herî li ezmên. Hergê tu difikirî ku erê, bifikire ser hine wan pirsên ferz. Tu texmîn dikî ku tu pir zef xîret î di xizmetkirinêda? Bi rastiyê te xweş tê ku bixûnî û lêkolîn bikî Xebera Xwedê, seva ku “nêt-meremêd Xwedêye kûr” pêbihesî? (1 Korn. 2:10). Tu texmîn dikî ku Yahowa xizmetkirinêda te kerem dike? Xwestina teye qayîm heye ku qirara Xwedê bînî sêrî? Tu texmîn dikî ku tu borcdarî, wekî ruhanîda alî yên din bikî? Tu divînî destê Yahowa di emirê xweda? Hergê tu ser wan hemû pirsa bêjî erê, gelo ew tê hesabê ku tu bijartîyî bona jîyîna ser ezmana? Na. Lê çira? Çimkî ew hemû tişt hemû xizmetkarên Yahowa dikarin texmîn kin. Yahowa ruhê xweyî pîroz wanra jî dide, yên ku gumana wan jîyîna ser erdê ye. Bi rastiyê hergê tu dudilî yî, ku tu bijartîyî bona jîyîna ser ezmana, ew yek tê hesabê ku tu bijartî nînî. Çimkî ewên ku Yahowa bijartiye, dudilî nînin ku ewana bijartî ne! Ewana sed selefî bawer in ku hatine gazîkirinê!

16. Em ji ku zanin ku ne hemû merivên ku ruhê Xwedêyî pîroz sitandine, hatine teglîfkirinê ku herine li ezman?

16 Di Kitêba Pîrozda gelek meselên merivên amin hene, yên ku ruhê Xwedêyî pîroz standine, lê ewana neçûne li ezmên. Mesele Yûhennayê Nixumdar. Îsa got ku merivekî mîna wî girîng tune bû, lê paşê got ku ew wê neçe ser ezman çawa padşa wekî padşatiyê bike (Met. 11:10, 11). Ser Dawid jî ruhê Xwedêyî pîroz hebû (1 Sam. 16:13). Ruhê pîroz alî wî dikir ku derheqa Yahowa tiştên kûr fem bike, û hin jî ewî bi rêberiya ruhê pîroz hine parên ji Kitêba Pîroz nivîsî (Marq. 12:36). Lê yekê Petrûsê şandî derheqa Dawid nivîsî ku ew “neçûbû ezmana” (Kar. Şand. 2:34). Rast e ruhê pîroz alî wan dikir ku ewana tiştên mexsûs bikin, lê yeke ruhê pîroz wanra şedetî nedida, ku ewana hatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana. Ew nayê hesabê ku kêmasiya wan hebû, yan jî ku ewana nehêjayî wê yekê bûn. Ew tê hesabê ku Yahowa wê wana vegerîne jîyînê cinetêda li ser erdê (Yûhn. 5:28, 29; Kar. Şand. 24:15).

17, 18. a) Îro heçî zef ji xizmetkarên Yahowa hîviya kîjan xelatê ne? b) Têma dinda emê caba kîjan pirsa pêbihesin?

17 Îro heçî zef ji xizmetkarên Yahowa gumana wan jîyîna ser ezman nîne. Mîna Dawid, Yûhennayê Nixumdar, Birahîm û jin û mêrên amine din, ewana hîviya wî wedeyî ne ku bijîn ser erdê bin Padşatiya Xwedêda (Îbrn. 11:10). Wan rojên axiriyêda, hinek rûnkirî mane ser erdê (Eyan. 12:17). Ew tê hesabê ku ji 144 000 heçî zef îda mirine û li ezmên in.

18 Lê ewên ku gumana wan jîyîna ser erdê ye, gerekê ça binihêrin ser wan, yên ku dibêjin ku gumana wan ya ezmana ye? Hergê kesek di civata weda ser Bîranîna mirina Îsa sîmbola dixwe, hûn ça gerekê ser wî merivî binihêrin? Hergê hejmara wan yên ku dibêjin wekî ewana rûnkirî ne, hê zêde dibe, gerekê em ji bo vê yekê berxwe kevin? Têma dinda emê cabên wan pirsa pêbihesin.

^ [1] (abzasa 4) Diqewime ku roja Pênciyê Hesabê dikete wê rojê çaxê Mûsa ji Xwedê Qanûn sitand ber çiyayê Şînayê (Derk. 19:1). Hergê usa ye, dêmek ew roj dikeve vê rojê çaxê Îsa Mesîh peymana nû tevî cimeta teze girêda, dêmek tevî Îsraêla ruhanî, çawa ku berê Yahowa bi Mûsa peymana Qanûnê tevî cimeta xwe girêda.

^ [2] (abzasa 11) Bona hê zêde înformasiya derheqa vê yekê ku çi tê hesabê tezeda bûyîn, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Nîsanê, sala 2009, rûp. 3-11.