Totikên bona Kûçikên Min
NÎK, mêrekî ku Oregonêda (Dewletên Yekbûyî) dijî, usa nivîsî: “Biharê sala 2014-da, min destpêkir du kûçikên xwe nav şeherda bigerînim. Nav şeherda Şedên Yehowa timê ber stêndên edebyeta disekinîn. Kincên wan timê maqûl bûn û wana bi dilgermî silav dida her kesî.
Şedên Yehowa ne tenê hindava meriva usa heyf bûn, lê hindava kûçikên min jî. Rojekê, Elênê, ya ku kêleka stêndê sekinîbû, totik da du kûçikên min. Paşî vê yekê, gava em nav şeherda digeriyan û kûçikên min stênd didîtin, wana ez wî alîda kaş dikirim, wekî dîsa totika bistînin.
Gelek meha, kûçikên min van totikara şa dibûn, û min jî xweş dihat tevî Şedên Yehowa xeber dim. Lê min nedixwest tevî wan zef xeber dim. Ez zêdetirî 70 salî bûm û min rind nizanibû ku Şedên Yehowa çi bawer dikirin. Dilê min îda ser dêrên Protêstanta sar bibû, lema min safî kir xwexa Kitêba Pîroz lêkolîn bikim.
Wê demê, min cûre-cûre ciya gelek Şedên din didîtin, yên ku ber stêndên edebyeta disekinîn. Ewana jî gelek dilgerm bûn. Wana hertim bi saya Kitêba Pîroz cabên pirsên min didan û bi saya vê yekê min hêdî-hêdî destpêkir îtbariya xwe wana bînim.
Rojekê, Elênê ji min pirsî: ‘Hûn bawer dikin ku heywan pêşkêşên ji Xwedê ne?’ Min got: ‘Erê!’ Paşê, Elênê Îşaya 11:6-9 nîşanî min kir. Hingêda, min safî kir ku derheqa Kitêba Pîroz hê zêde pêbihesim. Lê min dîsa jî nedixwest edebyetên Şedên Yehowa bixûnim.
Paşî vê yekê, min çend cara tevî Elênê û mêrê wê Brênt, xeber da. Xeberdanên me kin bûn, lê gelek hewas bûn. Wana minra got wekî ez kitêbên ji Metta heta Karên Şandiya bixûnim, wekî fem kim ku gerekê Mesîhî merivne ça bin, û min usa jî kir. Hine wede şûnda, havînê sala 2016 ez qayîl bûm ku Brênt û Elênê tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin.
Ez him hîviya hînbûna xwe bûn, him jî hîviya civînên Oda Civatêda. Ez gelek bextewar bûm, wekî ez pêhesiyam ku Kitêba Pîroz bi rastî çi hîn dike. Salek şûnda, ez hatime nixumandinê û bûme Şedê Yehowa. Niha ez 79 salî me û ez şa me ku min riya rast dîtiye. Yehowa ez kerem kirim û ez kirim pareke malbeta xweye mezin”.