TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BÛ EYAN KÎ DIJÎ LI EZMAN
Ezman, Xewin û Xeyal e, lê Mera Zelal e
Di Kitêba Pîrozda derheqa hine xewn û xeyala tê gotinê, yên ku alî me dikin ça bêjî bi çevê xwe bivînin, hela ezman cîkî çi cûreyî ye. Ji kerema xwe dîna xwe bidine wan xeyala. Hemikî hemû tiştên ku xewn û xeyalada tê eyankirinê, em gerekê raste-rast fem nekin. Lê bi saya wan em dikarin ne ku tenê fem bikin wekî kî li ezmana dijîn, lê usa jî pêbihesin wekî çawa ew meva girêdayî ne, dêmek ça li ser me hukum dikin.
YEHOWA YEKÎ HIMZOR E
“Wê textek li ezmên hebû û yek li ser text rûniştî bû. Û şewqa dîndara yê rûniştî mîna ya kevirê yaspîs û sardiyon bû. Û keskesorê jî dora text girtibû, mîna îşiqa zimrûdê” (Eyantî 4:2, 3).
“Xuyabûna wî dîtim ku wek agir bû û dora wî şewq dida. Roja baranê keskesor di ewrada çawa ye, biriqandina şewqê jî usa bû. Ev bû tiştekî wek xuyabûna bilindaya Xwedê” (Hezeqêl 1:27, 28, DT).
Ew xewin-xeyalên ku Yûhennayê şandî û Hezeqêl pêxember dîtin, û usa jî hine tişt, mesele şewqdayîn, kevirên qîmet, keskesor û bedewiya textê wî, mera hêsa dikin bidine ber çevê xwe himzoriya Yehowa Xwedê. Ewana mera eyan dikin ku ciyê Yehowa, cîkî bedew, rihet û bi edilayê tije ye.
Ew şirowekirina derheqa Xwedê, anegorî giliyê zebûrbêj in, yê ku nivîsî: “Ji ber ku Yahowa mezin e û pir şayanî [hêjayî] pesnayan e. Û ji tevahiya xudanên din zêdetir bi tirsehêz e. Ji ber ku tevahiya xudanên gelan [cimeta] . . . tenê, pûtên bêqîmet in; lê Yahowa, ezman efirandine. Rewnaqî û bilindahî li ber rûyê wî ne; hêz û bedewî di Paristgeha wîye Pîrozda ne” (Zebûr 96:4-6, DO).
Rast e Yehowa yekî Himzor e, lê yeke ew me teglîf dike bi dua nêzîkî wî bin û him jî me dide bawerkirinê, ku ew guh dide duayên me (Zebûr 65:2). Xwedê haqas me hiz dike û bona me xem dike, ku Yûhennayê şandî bi bawerbûneke mezin nivîsî: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8).
“ÎSA LI MILÊ XWEDÊYÎ RASTÊ SEKINIYE”
“[Steyfanê şandî] bi Ruhê Pîroz tijî berê xwe ezmênda kir, rûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rastê sekinî dît û got: ‘Va ye ez ezmana vebûyî dibînim û Kurê Însan li milê Xwedêyî rastê sekinî!’” (Karên Şandiya 7:55, 56).
Pêşiya ku Steyfan ev xeyal bidîta, ewî tevî serwêrên Cihûya xeber dida, yên ku Îsa kuştin. Ji vê dîtinokê zelal bû, ku Îsa hate saxkirinê û rûmetkirinê. Derheqa vê yekê Pawlosê şandî usa Efesî 1:20, 21).
nivîsî: “Ew [Yehowa] ji nava miriya [Îsa] rakir û li diyarê ezmana kêleka xweye rastê da rûniştandinê, ew danî ser hemû serwêrtiya, hukumetiya, qewata, xudantiya û usa jî ser hemû navêd ku têne hildanê, ne ku tenê li vê dinê, lê wê dinê jî” (Nivîsarên Pîroz didine kifşê ku Îsa mîna Yehowa bona meriya gelek xem dike û wana hiz dike. Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî yên nexweş qenc dikir û hela hê mirî jî sax dikirin. Ew yek ku Îsa jîyîna xwe kire qurban, eyan dike hizkirina wîye mezin hindava Xwedê û însanetê (Efesî 2:4, 5). Niha Îsa li ezmana ye û li milê Xwedêyî rastê sekiniye, û zûtirekê ewê hukumdariya xwe û him jî gelek kerema bîne ser erdê.
MILYAKET XWEDÊRA XIZMET DIKIN
Daniyêl pêxember dibêje: “Heta ku text hatin avakirin û heta ku yê rojên wî kevin in [Yehowa] rûnişt nihêrtim. . . . Bi hezaran hezar jêra xizmetê dikirin û bi deh hezaran deh hezar li ber li ser lingan disekinîn” (Daniyêl 7:9, 10).
Di vê xewn-xeyalên xweda Daniyêl ne ku tenê miliyaketek dîtibû, lê bi hezar û hezara. Bi rastî jî ev dîtinokeke çiqas qayîm e! Milyaket kesên ruhanî ne û ewana him aqil in, him jî qewî ne. Nav wanda hene miliyaketên seraf û xêrûb. Di Kitêba Pîrozda derheqa miliyaketa 250 cara zêdetir tê gotinê.
Miliyaket meriv nînin, yên ku berê li ser erdê dijîtin û pey mirinêra bûne miliyaket. Xwedê, ewana hê pêşiya meriva efirandibûn. Wedê efirandina erdê, miliyaket jî ber Xwedê bûn, dinihêrîn ku çawa ewî hemû tişt çêdikir, û wana bi şabûn bang dikir (Îbo 38:4-7).
Miliyaket Xwedêra xizmet dikin bi wê yekê, ku kar dikin şixuleke lape ferzda, çi ku niha li ser erdê tê kirinê. Ev heye şixulê belakirina mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê (Metta 24:14). Ji xeyala Yûhennayê şandî ev yek rind tê kifşê. Ew dibêje: “Min dîna xwe dayê, va milyaketekî din ku ezmênda difirî û Mizgîniya wiye heta-hetayê hebû, wekî wê Mizgîniyê bide yêd rûbarî dinê, awa gotî hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6). Rast e niha milyaket meriyara xeber nadin, çawa ku wana berê dikir, lê ewana dîsa jî alîkarî û rêberiyê didine merivên dilsoz, yên ku mizgîniya xêrê bela dikin.
ŞEYTAN BI MÎLYONA MERIVA DIXALIFÎNE
“Hingê li ezmên şer dest pê bû. Mixayîl milyaketêd xweva tevî ziyê şer kir, ziyê jî milyaketêd xweva tevî wan şer kir. Lê ziyê da der, ezmênda jî îdî cî dest wan neket, ew ziyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew merê berê bû, ku jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin, yê ku temamiya dinê xalifandiye. Ew milyaketêd xweva jorda hatine avîtinê ser rûyê erdê” (Eyantî 12:7-9).
Li ser ezmana timê edilayî nîbû. Destpêka terîxiya însanetê, milyaketekî xwest ku meriv wî bihebînin. Lema ew miqabilî Xwedê rabû û bû Şeytan, çi ku tê hesabê “Dijmin”. Hine wede şûnda milyaketên din jî tevî wî bûne yek û usa bûne cin. Ewana gelek zulm in û himberî Yehowa radibin. Xêncî wê yekê ewana gelek meriya dixelifînin, seva ku meriv ji riya Yehowa Xwedê dûrkevin.
Şeytan cinên xweva gelek xirab û zulm in. Ewana dijminên meriya ne û sebebê çerçirandina wan in. Soz mesele, Şeytan keriyên pezê Îbo û xulamên wî kuştin. Paşê ewî bakî mezin rakir û wêran kir ew mal, kîderê ku zarên Îbo civiya bûn. Usa ewî zarên Îbo jî kuşt. Peyra Şeytan usa kir, ku Îbo “ji peniya linga, heta serî” qunêrên xirabva nexweş ket (Îbo 1:7-19; 2:7).
Zûtirekê Şeytan wê bê kutakirinê. Ji wî wedeyî çaxê ku ew hate avîtinê li ser erdê, ew zane ku “wê hindikî bimîne” (Eyantî 12:12). Kutasiya Şeytan îda ber şêmîkê ye û ev mizgîniya baş e!
EWÊN KU JI ERDÊ TÊNE HILDANÊ
“Te [Îsa] meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimetê û ji her miletî kirîn bona Xwedê, te ew kirin padşatiya kahîna bona xizmetkariya Xwedê û ewê li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyantî 5:9, 10).
Anegorî wê yekê çawa ku Îsa ji erdê hate saxkirinê û çû li ezmên, tevî yên dinêna jî wê usa be. Îsa gote şagirtên xweyî amin: “Ez niha diçim wera cî hazir kim”. Serda jî zêde kir: “Ezê dîsa bêm û we bibime cem xwe, wekî ez li ku bim, hûn jî li wê derê bin” (Yûhenna 14:2, 3).
Menî heye, ku çima hinek wê herine li ezman. Ewana tevî Îsa dikevine Padşatiya Xwedê, yê ku wê heta-hetayê ser temamiya erdêra serwêrtiyê bike û gelek kerema jî bibarîne. Ev ew Padşatî ye, derheqa kîjanî ku Îsa gote şagirtên xwe, wekî ewana duayên xweda bêjin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be. Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (EWÊN KU LI EZMANA NE WÊ ÇI BIKIN
“Min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: ‘Va konê Xwedê nava merivada ye. Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn’” (Eyantî 21:3, 4).
Ev dîtinok dîna me dide li ser wî wedeyî çaxê Padşatiya Xwedê bin serwêrtiya Îsa û merivên din ku wê herine li ezman, wê kutasiya serwêrtiya Şeytan bînin û erdê bikine cinet. Tiştên ku îro dibine sebebên êş û şîna meriya, wê îda tune bin. Hela hê mirin jî wê tune be.
Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan hemû meriya, yên ku mirin e û wê ne seva ezmana bêne saxkirinê? Li axiriyê, ewana wê bêne saxkirinê, seva ku herheyî li ser erdê cinetê bijîn (Lûqa 23:43).
Ev xewn û xeyal me didine bawerkirinê ku Yehowa Xwedê û kurê wî Îsa Mesîh, usa jî miliyaket tevî merivên ku ji erdê têne hildanê, ewana gişk derheqa halxweşiya me xem dikin û qenciya me dixwazin. Hergê hûn dixwazin derheqa wan hê zêde pêbihesin, ku ewana wê çi bikin, hûn dikarin tevî Şedên Yehowa têklî bin, yan bikevne malpera me www.ps8318.com, û xwera bidine kişandinê pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”