TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?
Çi Dikare Xwendina Kitêba Pîroz Mera Hewas ke?
Ne hewas e? Yan hewas e? Xwendina Kitêba Pîroz seva te ça ne? Gelek girêdaye vê yekêva hela çawa tu dinihêrî ser xwendinê. Werên em binihêrin, wekî çi lazime bikin seva ku hewasa me pêşda bê.
Bijbêre welgerandina rast û modêrn. Hergê tu dixûnî kitêbê kîderê ku gelek xeberên çetin û kevin hene, hemikî wê tera nehewas be bixûnî. Lema jî bijbêre welgerandina Kitêba Pîroze usa, ya ku bi zimanê hêsa hatiye nivîsandinê û wê dilê te bigire. Xêncî wê yekê ew welgerandin gerekê li gora orîjînalê rast be. *
Têxnolojiya modêrn bide xebatê. Îro Kitêba Pîroz ne ku tenê bi cûrê neşirkirî heye. Hine Kitêbên Pîroz dikarin bi onlayn bixûnin yan jî ser kompoterê, tablêtê û ser têlên mobîl xwera bidine kişandinê. Hergê tu pê wan formata Kitêba Pîroz bixûnî, mecala te wê hebe, ku pêra-pêra rêzên din jî binihêrî, yên ku wê têmayêva girêdayî ne, yan jî tu dikarî wana beramberî welgeradinên din bikî. Hergê tu naxwazî Kitêba Pîroz bixûnî lê xwendinê bibihêyî, hingê tu dikarî bi aûdîo xwera vêxî. Gelekara xweş tê xwandina Kitêba Pîroz bibihên çaxê ewana transportêda nin, şixulê malê dikin yan jî tiştên dinva mijûl in. Hûn dikarin hine ji wan mêtoda bidine xebatê, yên ku wera xweş tên.
Hacetên Kitêba Pîroze seva hînbûnê. Ev hacet dikarin alî te bikin, ku ji xwendinê hê zêde karê bistînî. Cem me heye xerîte ya Kitêba Pîroz, çi ku wê Hînkirinên Kitêba Pîroz” ya ku li ser malpera jw.org hene, dikarin alî te bikin mena Kitêba Pîroz fem kî.
alî te bike bivînî û bidî ber çevê xwe ewan ciya û qewimandina derheqa kîjana ku tu dixûnî. Gotarên wî cûrey çawa ku di vê jûrnalêda hene, usa jî di vê parêda “Mêtoda Xwendinê Biguhêze. Hergê tera çetin e xwendinê destpêkî û heta xilaziyê berdewam kî, tu dikarî hine parên ji Kitêba Pîroz bijbêrî kîjan xût tera lazim in û wana bixûnî. Ew wê hewasa te pêşda bîne. Hêrgê tu dixwazî derheqa merivên navdar ji Kitêba Pîroz pêbihesî, tu dikarî derheqa wan bixûnî. Seva vê yekê bide xebatê çargoşe “ Hê Zêde Pêbihese Derheqa Merivên ji Kitêba Pîroz, û usa Xwendina Xwe Hewas ke”. Yan dibeke tu dixwazî Kitêba Pîroz têma pey têma, yan qewimandin pey qewimandina bixûnî. Tu dikarî yek ji wan mêtoda bijbêrî.
^ abz. 4 Gelek meriv dîtin ku “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz” welgerandineke rast e, û gelek hêsa ye seva xwendinê. Ev welgerandina Kitêba Pîroz Şedên Yehowa derxistine û ew li ser 130 zimana zêdetir heye. Tu dikarî evê kitêbê ji malpera jw.org xwera bidî kişandinê yan jî bidî kişandinê JW Kitêbxane app. Yan jî, hergê dixwazî Şedên Yehowa dikarin kitêba neşirkirî bînin mala te.