Efirandar Ça Sozên Xwe Mera Eyan Dike
Ji destpêka efirandina însanetê Efirandarê me bi meleka û pêxembera merivara xeber dida. Xwedê usa jî safî kir, wekî qirara xwe û sozên xwe bide nivîsarê. Ev sozên Xwedê dikarin ser axiriya te hukum bin. Lê derheqa wan soza tu ji ku dikarî pêbihesî?
Xwedê soz-qirarên xwe bi saya pêxembera da nivîsarê. Îro derheqa vê yekê em dikarin Nivîsarên Pîrozda bivînin (2 Tîmotêyo 3:16). Gelo Xwedê çi cûreyî bi pêxembera elametiya xwe dida nivîsarê? (2 Petrûs 1:21) Xwedê nêt-fikirên xwe dikire hişê nivîskara û wana dinivîsîn. Em meselekê bînin. Hergê mezinê xebatê xebatçiyê xwera bêje, ku bi gotina wî nemê binivîse, dîsa jî nivîskarê vê nemê mezinê xebatê ye. Anegorî vê yekê, Xwedê meriv dane xebatê, seva ku qirara xwe bide nivîsarê, lê dîsa jî Nivîskarê esiliye Nivîsarên Pîroz, Xwedê ye.
XEBERA XWEDÊ GELEK BELABÛYÎ YE
Xwedê dixwaze, wekî hemû meriv Xebera wî bixûnin û fem bikin, çimkî elametiya wî pir ferz e. Îro “Mizgîniya wiye heta-hetayê” digihîje “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” (Eyantî 14:6). Bi kerema Xwedê, Nivîsarên Pîroz bi temamî yan parên wê, li ser 3 000 zimana zêdetir hatine welgerandinê. Dinyayêda tu kitêb usa belabûyî nîne çawa ev.