Bela kin Mizgîniya Derheqa Qenciya Nehêja ji Xwedê
“Mizgîniya kerema Xwedê bi merîfetî dannasîn kim [kin]” (KAR. ŞAND. 20:24).
1, 2. Çawa Pawlosê şandî nîşan kir, ku ew razî ye bona qenciya nehêja ji Xwedê?
PAWLOSÊ ŞANDÎ dikaribû bi îsafa temiz bigota: “Kerema [Xwedê] ku bi minra ye, boş-betal nîbû”. (Bixûne 1 Korintî 15:9, 10.) Pawlos rind fem dikir, ku ew hêjayî remtiya Xwedê nîbû, çimkî ewî berê Mesîhî dizêrandin.
2 Çaxê Pawlos îda emirda mezin bû, ewî Tîmotêyora nivîsî: “Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me razî me, yê ku qewat da min, ez amin hesab kirim, danîme ser vê xizmetkariyê” (1 Tîmt. 1:12-14). Lê gelo ew çi cûre xizmetkirin bû? Pawlos gote rûspiyên civata Efesî: “Ez emirê xwe layîqî tu tiştî nakim, tenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standiye bînime sêrî, awa gotî Mizgîniya kerema Xwedê bi merîfetî dannasîn kim” (Kar. Şand. 20:24).
3. Kîjan xizmetiya mexsûs Pawlosra hate dayînê? (Binihêre şiklê ewlin.)
3 Çi “mizgînî” Pawlos bela dikir, kîjan ku kerema Xwedê, Efes. 3:1, 2). Pawlosra hate gotinê, wekî ew gerekê mizgînê bela ke merivên necihûra. Çimkî îda rê vebû bona merivên ji miletên din, seva ewana jî Padşatiya Xwedêda tevî Îsa Mesîh serwêrtiyê bikin. (Bixûne Efesî 3:5-8.) Pawlos bi xîret xizmet dikir, û bona Mesîhiyên îroyîn ewî meseleke gelek baş hîşt. Ewî eyan kir ku qenciya Xwedê hindava wî, “boş-betal” nîbû.
dêmek qenciya nehêja eyan dikir? Ewî gote Mesîhiyên Efesîda: “We bihîstibe, ku ev wekîltî ji kerema Xwedê bona we minra hatiye dayînê” (QENCIYA NEHÊJA ÇIDA ME HÊLAN DIKE?
4, 5. Çira em dikarin bêjin ku “mizgîniya Padşatiyê” û mizgîniya qenciya nehêja ji Xwedê, yek e?
4 Wan rojên axiriyêda cimeta Yehowa bela dikin “mizgîniya Padşatiyê . . . ku hemû miletara bibe şedetî” (Met. 24:14). Ew “mizgînî” ku em bela dikin, ew usa jî tê hesabê mizgîniya qenciya nehêja ji Xwedê. Lê çira em dikarin ewê yekê bêjin? Çimkî hemû kerem, kîjan ku emê bistînin bi saya Padşatiya Xwedê, ji qenciya Yehowa tê (Efes. 1:3). Belê, Pawlos gelek razî bû ji Yehowa bona qenciya wî. Lê hûn razî ne ji Xwedê seva qenciya nehêja, ku ew hindava me dide kifşê? (Bixûne Romayî 1:14-16.)
5 Têma pêşinda em pêhesiyan, ku rast e em merivne gunekar in, lê ji qenciya Yehowa em gelek cûre karê distînin. Me gelek kerem standiye ji Yehowa, lema em borcdar in merivên dinênara jî gilî kin derheqa hizkirina Yehowa. Em usa jî wanra gerekê gilî kin, ku çi karê ewana dikarin bistînin ji hizkirina wî. Lê ça em dikarin alî merivên din bikin, ku ewana razî bin seva qenciya nehêja, ku Xwedê dide kifşê.
BELA KIN MIZGÎNIYA DERHEQA KIRÎNÊ
6, 7. Çaxê em merivara gilî dikin derheqa kirînê, bi vê yekê em ça mizgînê bela dikin derheqa qenciya Xwedê?
6 Îro, qe xema meriva nîne çaxê ewana gune dikin. Lema ewana fem nakin ku çira ewana hewcê kirînê ne. Û ew meriv hê zêde û zêde îzbat dibin, ku jîyîna wan bextewariyê wanra nayne. Gelek ji wana fem nakin ku çi ye gune, û ça ew ser me hukum dike. Tenê paşî xeberdana tevî Şedên Yehowa, ewana evê yekê fem dikin. Ewana usa jî nizanin ku çi wanra lazim e, seva ewana ji hukumê gune aza bin. Lê çaxê ewana pêdihesin ku Yehowa Kurê xwe şande ser erdê, û seva me qurban kir, ew merivên dilsax gelek ji Xwedê razî dibin. Ewana dilşa dibin ku ew kirîn hate dayînê, seva hemû meriv ji gune û mirinê xilaz bin. Û ewana fem dikin ku Yehowa ev yek kir, ji bo hizkirina xweye mezin û qenciya nehêja (1 Yûhn. 4:9, 10).
7 Dîna xwe bidinê, ku Pawlos çi got derheqa Kurê Yehowayî hizkirî: “Yektiya wîda [Îsada] em aza bûne bi xûna wî, awa gotî afûbûna guna standiye. Eva yeka ji dewlemendtiya kerema wî [Yehowa] ye” (Efes. 1:7). Qurbana Îsa îzbat dike hizkirina Xwedê û qenciya Wîye mezin hindava me. Çiqas em dilrihet dibin ku em zanin, wekî hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, gunên me wê bêne baxşandinê. Xêncî wê yekê, îsafa me wê ber Xwedê temiz be (Îbrn. 9:14). Bi rastiyê jî, ew çiqas mizgînîke baş e, kîjan ku em dikarin merivara gilî kin!
ALÎ MERIVA BIKIN SEVA EWANA NÊZÎKÎ XWEDÊ BIN
8. Çira merivên gunekarra lazim e tevî Xwedê li hev bên?
8 Heta ku meriv baweriya xwe qurbana Îsa naynin, Xwedê wana hesab dike ça dijminên xwe. Lema em borcdar in wanra gilî kin ku ewana dikarin bibine dostê Xwedê. Yûhennayê şandî nivîsî: “Ewê ku Kur bawer dike, jîyîna wîye heta-hetayê heye. Ewê ku gura Kur nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne” (Yûhn. 3:36). Em bextewar in ku qurbana Îsa mecalê dide me, ku em bibine dostê Xwedê. Pawlos derheqa wê yekê got: “Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn, lê niha ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tevî xwe li hev anîn” (Kols. 1:21, 22).
9, 10. a) Çi cabdarî Mesîh daye rûnkiriya? b) Ça “pezêd din” alî rûnkiriya dikin?
9 Îsa şixul da rûnkiriyên ser erdê, kîjan ku Pawlos nav dike “qulixê lihevanînê”. Pawlos rûnkiriyên qirna yekêra got: “Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tevî xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me. Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tevî xwe li hev anî, neheqiyêd wan wanra neheqî hesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me. Awa em ji aliyê Mesîhda qasidiyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: ‘Em aliyê Mesîhda reca ji we dikin, tevî Xwedê li hev werin!’” (2 Korn. 5:18-20).
10 Bona “pezêd din” ew qedirekî mezin, ku ewana dikarin vê xizmetiyêda alî rûnkiriya bikin (Yûhn. 10:16). Çawa “qasidêd” Îsa, “pezêd din” gelek kar dikin şixulê belakirina mizgîniyêda. Ewana meriva rastiyê hîn dikin û alî wan dikin ku ewana nêzîkî Xwedê bin û bibine dostê wî. Ew heye pareke şixulê belakirina mizgînê derheqa qenciya nehêja ji Xwedê.
MIZGÎNIYÊ BELA KIN DERHEQA VÊ YEKÊ KU XWEDÊ DUA DIBIHÊ
11, 12. Çira çaxê meriv pêdihesin ku ewana dikarin Yehowara dua bikin, ew yek bona wan mizgînî ye?
11 Gelek meriv dua dikin, çimkî ewana paşî dua xwe baş texmîn dikin. Lê ewana bawer nakin ku Xwedê bi rastiyê duayên wan dibihê. Ewana gerekê bizanibin ku Yehowa ew kes e, yê ku dua “dibihê”. Dawidê zebûrbêj nivîsî: “Ey tu, yê ku duayan dibihîze, wê hemû mirov bên ba te. Gune zora min dibin, herçî serhildanên me . . ., tu wan dibexşînî” (Zeb. 65:2, 3, ÎM).
12 Îsa şagirtên xwera got: “Heger hûn pê navê min tiştekî bixwazin ezê bikim” (Yûhn. 14:14). Femdarî ye, ku “tiştekî” li wir tê hesabê, çi ku li gora qirara Yehowa ye. Yûhenna got: “Em li ber Xwedê rûspî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhn. 5:14). Çiqas em şa dibin çaxê em meriva hîn dikin, wekî ewana bi dua nêzîkî “textê Xwedêyî keremê” dibin, dêmek Yehowa! (Îbrn. 4:16). Em gerekê wana hîn kin ku rast dua bikin, Kesê rastra dua bikin, û bona tiştên rast dua bikin. Usa emê alî wan bikin, ku ewana nêzîkî Yehowa bin û wedê çetinaya berdiliyê bistînin (Zeb. 4:1; 145:18).
QENCIYA NEHÊJA DINYA TEZEDA
13, 14. a) Rûnkirî wê çi qedirekî mezin axiriyêda bistînin? b) Rûnkirî wê çi şixuleke baş bikin seva însanetê?
13 Nava zemanên ku wê bên, Yehowa wî çaxî jî wê qenciya xwe bide kifşê. Lê çawa? Xwedê wê qedirekî mezin bide 144 000, yên ku ser ezmana tevî Mesîh wê serwêrtiyê bikin. Derheqa wê yekê Pawlos nivîsî: “Xwedêyê ku xweyê rema dewlemend e, bi hizkirina xweye mezin, bi kîjanê em hizkirin, gava em hê ji dest neheqiyêd xwe mirî bûn, ewî tevî Mesîh em sax kirin. Bi keremê hûn xilazbûyî ne! Yektiya wîda em ji mirinê rakirin û tevî wî em li diyarê ezmana dane rûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa. Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtiya kerema xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kifşê” (Efes. 2:4-7).
14 Çetin e em bidine ber çevê xwe, ku çiqas tiştên baş Yehowa hazir kiriye bona Mesîhiyên rûnkirî, çaxê ewana ser ezmana tevî Mesîh serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30; Fîlî. 3:20, 21; 1 Yûhn. 3:2). Yehowa wê hindava rûnkiriya “dewlemendtiya kerema xweye bêhimber” bide kifşê. Ewana wê bi sîmbolîk bibine “Orşelîma nû”, yanê bûka Mesîh (Eyan. 3:12; 17:14; 21:2, 9, 10). Ewana wê tevî Îsa “mileta” qenc kin. Ewana wê alî meriva bikin ku ji gune û mirinê aza bin, seva ku bibine bêqisûr. (Bixûne Eyantî 22:1, 2, 17.)
15, 16. Axiriyêda ça Yehowa wê hindava “pezên din” qenciya nehêja bide kifşê?
15 Efesî 2:7-da, em dixûnin ku “nava . . . zemanêd ku wê bên” Xwedê wê qenciya nehêja eyan ke. Bêşik, Yehowa “dewlemendtiya kerema xweye bêhimber”, wê dinya tezeda jî ser erdê merivara eyan ke (Lûqa 18:29, 30). Yehowa wê qenciya xweye lape mezin bide kifşê, çaxê meriva ji mirinê rake (Îb. 14:13-15; Yûhn. 5:28, 29). Lê kê ne ew meriv, yên ku wê ji mirinê rabin? Ew hene merivên amin yên ku pêşiya mirina Îsa mirine, û usa jî “pezêd din”, kîjan ku wedê wan rojên axiriyêda mirine. Ew hemû merivên amin wê vegerine jîyînê, seva berdewam kin Yehowara xizmet kin.
16 Usa jî bi mîlyona merivên ku derheqa Xwedê nizanibûn û mirine, wê ji mirinê rabin. Wanra wê mecal bê dayînê ku serwêrtiya Yehowa qebûl kin. Yûhenna nivîsî: “Hingê min miriyêd biçûk û mezin dîtin ku li ber text sekinî bûn. Kitêb vebûn û kitêbeke din jî vebû, awa gotî kitêba jîyînê. Dîwana miriya anegorî wan kirêd wane kitêbada nivîsar hate kirinê. Berê miriyêd xwe dan, Mirinê û Diyarê Miriya jî miriyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê” (Eyan. 20:12, 13). Belê, ew meriv wê pêbihesin derheqa Yehowa, û bizanibin çawa ewana dikarin prînsîpên wî, kîjan ku Kitêba Pîrozda hene, bînin sêrî. Xêncî vê yekê, ewana wê pê rêberiyên teze herin, kîjan ku wê “kitêbada” nivîsar bin. Yehowa wê pê wan rêberiyên teze jî, qenciya nehêja eyan ke.
BERDEWAM KIN MIZGÎNIYÊ BELA KIN
17. Em çi gerekê bîra xweda xwey kin, çaxê mizgînê bela dikin?
17 Xilazî gelek nêzîk e. Lema îlahî niha gelek ferz e ku em mizgîniya Padşatiyê bela kin! (Marq. 13:10). Ev mizgînî eyan dike qenciya nehêja ji Yehowa, û ewê yekê em gerekê bîra xweda xwey kin. Çaxê em mizgîniyê bela dikin, nêta me ew e ku Yehowa rûmet û hurmet kin. Em evê yekê dikarin bikin, çaxê merivara gilî dikin derheqa hemû keremên Yehowa, kîjan ku dinya tezeda ew wê ser merivada bibarîne. Em gerekê merivara bêjin ku Xwedê ji bo qenciya xweye mezin wê wan hemû soza bîne sêrî.
18, 19. Em ça dikarin rûmet kin qenciya nehêja ku Yehowa dide kifşê?
18 Çaxê em merivara şedetiyê didin, em dikarin wanra şirovekin ku bin serwêrtiya Mesîh, însanet wê bi temamî karê bistîne ji kirînê. Em gerekê şirovekin ku bi saya vê kirînê axiriyêda hemû meriv wê bibine bêqisûr. Kitêba Pîroz dibêje: “Efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Ew yek wê tenê bi saya qenciya Yehowaye mezin bê standin.
19 Ew qedirekî mezin e seva me, ku em dikarin merivara gilî kin derheqa sozên pir baş, kîjan ku Eyantî 21:4, 5-da hene: “[Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn”. Û Yehowa li ser text rûniştî mera soz dide: “Va ez her tiştî nû çêdikim”. Usa jî Yehowa dibêje: “Binivîse, çimkî ev xeber amin û rast in”. Belê, çaxê em bi xîret mizgînê bela dikin, em bi rastiyê jî qenciya Yehowaye mezin rûmet dikin!