Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Emir?
ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA EMIRDA
Çaxê tu tiştên usa dikî, çi ku ziyanê dide sihet-qewata te, ev yek dide kifşê, wekî tu emirê xwe û emirê merivên din qîmet nakî.
-
Kişandina cixarê ne tenê kanserê pêşda tîne, lê him jî bedenê usa sist dike, ku ew nikare pêşberî nexweşiyê şer bike. Weke 90 selef kansera pişika cem wan meriva pêşda tê, yên ku cixarê dikişînin û cem wan yên ku kêleka wan in.
-
Gulekirin mektebada her sal êşa êmosiyalî pêşda tîne. Zanîngeha Stanfordê usa dibêje: “Li gora lêkolînekê eyan bû, wekî zarên ku wedê gulekirina mektebêda emirê xwe xilaz dikin jî, yeke ji êşa êmosiyalî gelek sala diçerçirin”.
-
Merivên ku îçkê vedixwin yan jî narkotîkayê didine xebatê û paşê avtê dajon, him ser rê xofiyê pêşda tînin, him jî kêleka rê kîderê meriv diçin-tên. Çaxê meriv emir qîmet nakin, merivên neneheq ziyanê distînin yan jî diçerçirin.
TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
Miqatî sihet-qewata xwe be. Tu car dereng nîne terka cixarê, îçkê û narkotîkayê bidî. Ev tişt ziyanê didine emirê te û didine kifşê, wekî tu qedirê merivên dor-berê xwe û malbeta xwe nagirî.
Fesal be. Seva ku tu ziyanê nestînî, mala teda gerekê her tişt çêkirî be. Miqatî ereba xwe be û fesal bajo. Nehêle wekî kesek zorê te bike ku tiştên usava mijûl bî, çi ku dikare ziyanê bide te yan jî emirê te ji te bistîne.
Merivara heyf be. Heçî zef zordarî û şer ji bo nefretiyê pêşda tên. Çaxê em qedir didine kifşê hindava emir, ev yek tê hesabê ku em hemû miletara, berekara, dewlemend û kesîbara heyf in.
ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
Şedên Yehowa hîn dikin ku miqatî sihet-qewata xwe bin. Hînbûna Kitêba Pîroz ya ku em derbaz dikin alî meriva dike, ku terka tiştên usa bidin, çi ku ziyanê dide emirê wan.
Em guh didine rêberiyên bona bêxofiyê ser proêktên avakirinê. Ewên ku bi rezedilî alîkariyê didin bona avakirina odên civata û avayên ku bona mektebên ser hîmê Kitêba Pîroz derbaz dibin, rind têne hînkirinê wekî ziyanê nestînin. Avayên me timê têne cêribandinê li gora qanûna bêxofiyê ya wî welatî, kîderê ewana têne avakirinê.
Em wedê qeziya alîkariyê didin. Nava 12 mehên paşwextiyêda ser temamiya dinyayê weke 200 qezî qewimîn û seva ku alîkariyê bidine wan yên ku ziyan standibûn, me weke 12 mîlyon dolarên qurbankirî xerc kir.
Çaxê ji bo nexweşiya Ebola Afrîkaya Roavayêda (sala 2014) û Komara Kongoya Dêmokratîkda (sala 2018) destpêbû qira meriva bê, me meriv hîn dikirin ku çi bikin, wekî ew nexweşiya ku mirinê pêşda tîne bela nebe. Me birên cabdar şand, wekî merivara gotara bi navê “Guhdarîkirin Jîyînê Diparêze” bixûnin. Hemû odên civatada me ciyê bona destşûştinê çêkir û me şirovekir, ku çima ferz e destê xwe bişon, usa jî wan tişta bikin, çi ku nahêlin nexweşî bela be.
Sîêrra-Lêonêda pê radîoyê, payê Şedên Yehowa dan û gotin ku wana him alî bawermendên xwe dikirin, him jî alî ne Şedên Yehowa, ku pêşberî nexweşiya Ebola şer bikin.
a Berê Rohilata Navînda, ev dewakirina bîlanî xemkirin dida kifşê bona bêxofiya neferên malê û merivên din.