Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Gelo zulmî ji kîderê hat?
Meriv ku dixwazin edil, helal û qenc bin ew yek tebiyetî ye. Lê îro çira em timê divînin zorbetiyê, neheqiyê, û zulmiyê? Em her roj deng û besên derheqa wan tiştên xirab dibihên. Lê heye kesek ku meriva hêlan dike tiştên xirab bikin? (Bixûne 1 Yûhenna 5:19.)
Gelo Xwedê meriv usa efirandiye ku zulmî nava wanda hebe? Na. Yahowa Xwedê meriv efirand bi cûrê xwe, û feresetê usa da wan ku meriv dikarin çev bidine hizkirina wî (Destpêbûn 1:27; Îbo 34:10). Lê Xwedê meriv usa jî bi azabûnê efirand. Çaxê dê-bavê meyî pêşin Adem û Hêwayê jibartina nerast kirin, wana çev nedan mesela Xwedê û bûne neqedandî. Lê me çawa rikinyata wan, ji wan gune stand. (Bixûne Qanûna Ducarî 32:4, 5.)
Gelo zulmî wê timê hebe?
Xwedê dixwaze ku em şer kin miqabilî feresetên xweyî xirab (Metelok 27:11). Lema ew me hîn dike ku çawa tiştên xirab nekin, û çawa bikaribin bextewariya rast bivînin. Lê niha em nikarin bi temamî çev bidine hizkirina Xwedê. (Bixûne Zebûr 32:8.)
Îro dinê tije ye bi zulmiyê. Xwedê ew yek wedelû hîşt, seva ku meriv xwexa bivînin, zulmî çiqas berên xirab tîne (2 Petrûs 3:7-9). Lê zûtirekê, erd wê tije be bi merivên bextewar, kîjan ku gura Xwedê dikin. (Bixûne Zebûr 37:9-11.)