Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Metta Serê 5-7

Metta Serê 5-7

5 Gava Îsa elalet dît, hilkişiya çiyê, rûnişt û şagirtên wî hatine cem wî. 2 Ewî destpêkir wana hîn ke û got:

3 “Çiqas bextewar in kesên ku fem dikin, wekî ewana hewcê Xwedê ne, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e.

4 Çiqas bextewar in kesên dilşkestî a, çimkî dilê wan wê bê rihetkirinê.

5 Çiqas bextewar in kesên şkestî b, çimkî ewana wê erdê war bin.

6 Çiqas bextewar in kesên ku tî û birçiyê rastiyê ne, çimkî ewana wê bêne têrkirinê.

7 Çiqas bextewar in kesên dilrem, çimkî wê hindava wanda dilrem bin.

8 Çiqas bextewar in kesên diltemiz, çimkî ewana wê Xwedê bivînin.

9 Çiqas bextewar in kesên ku edilayê çêdikin, çimkî wê ser wan bê gotinê zarên Xwedê.

10 Çiqas bextewar in kesên ku bona rastiyê têne zêrandinê, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e.

11 Hûn bextewar in gava meriv seva min we bêhurmet dikin, dizêrînin û her cûre buxdana li we dikin. 12 Eşq û şa bin, çimkî xelata mezin li ezmên c hîviya we ye. Hema vî cûreyî, pêxemberên berê jî dizêrandin.

13 Hûn xwêya erdê ne, lê hergê xwê tema xwe unda ke, ewê çawa dîsa şor be? Îda wê kêrî tiştekî neyê. Ew wê bê avîtinê derva û bin nigên merivada bê pêpeskirinê.

14 Hûn ronaya dinyayê ne. Bajarekî ku serê çiyê ye, nayê veşartinê. 15 Gava kesek çirê vêdixe, ew nake binê derdanê, lê datîne ser şemdankê, seva ku ew ronayê bide hemûyên malda. 16 Usa, bira ronaya we jî ber meriva şewq bide, wekî ewana kirên weye qenc bivînin û şikiriyê bidine Bavê weyî ezmana.

17 Nefikirin ku ez hatime wekî Qanûnê û Nivîsarên Pêxembera bidime hildanê. Ez hatim ne ku bidime hildanê, lê wan bînim sêrî. 18 Ez rast wera dibêjim, hergê jî erd û ezman betavebin, herfeke ji Qanûnê ya here biçûk yan jî xezeke herfê jî wê unda nebe, heta ku her tişt bê sêrî. 19 Awa kî ku ji van temiya ya here biçûk biteribîne û meriva jî hîn ke ku usa bikin, ew wê nehêja be bikeve d Padşatiya ezmana. Lê kesê ku wan temiya bîne sêrî û meriva jî hîn ke, ew wê hêja be bikeve e Padşatiya ezmana. 20 Ez wera dibêjim, hergê rastiya we ji ya qanûnzana û Fêrisiya zêdetir nîbe, hûnê tu car nekevine Padşatiya ezmana.

21 We bihîstiye ku kal-bavên wera hatiye gotinê: ‘Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirinê’. 22 Lê ez wera dibêjim, her kesê ku berdewam dike ser birê xwe hêrs bimîne, ew wê bê dîwankirinê. Û her kesê ku birê xwe bêhurmet ke, wê ber Dîwana Bilind f bisekine. Û yê ku jêra bêje ‘Axmax!’, dikare bikeve nava agirê Gêhênayê g.

23 Hergê tu pêşkêşa h xwe bivî qurbangehê i, û wêderê bê bîra te, ku birê te ji te xeyîdî ye, 24 pêşkêşa xwe ber qurbangehê bihêle, pêşiyê here û tevî birê xwe li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe bide.

25 Rêva tevî kesê ku şikiyatê te dike, zû li hev were, seva ku ew te nede destê hakim, û hakim jî te nede destê nobedar, ku te bavêje kelê. 26 Ez rast tera dibêjim, heta ku tu qurûşê xweyî paşin nedî, tuyê ji kelê dernekevî.

27 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Qaviyê neke’. 28 Lê ez wera dibêjim, her kesê ku bi çevê xirab jinekê binihêre, îda dilê xweda tevî wê qavî kiriye. 29 Hergê çevê teyî rastê te berbi gune dibe, wî derxe û bavêje. Hê baş e tu endemekî bedena xwe unda kî, ne ku temamiya bedena te bê avîtinê Gêhênayê. 30 Û hergê destê teyî rastê te berbi gune dibe, wî jêke û bavêje. Hê baş e tu endemekî bedena xwe unda kî, ne ku temamiya bedena te bikeve Gêhênayê.

31 Usa jî hatiye gotinê: ‘Her kesê ku jina xwe berde, gerekê kaxaza hevqetandinê bide wê’. 32 Lê ez wera dibêjim, her kesê ku jina xwe ne ji bo zinêkariyê j berde, dibe sebeb ku ew qaviyê bike. Û her kesê ku jina berdayî distîne, qaviyê dike.

33 We ev jî bihîstiye ku kal-bavên wera hatiye gotinê: ‘Sond nexwe hergê tu nikarî bînî sêrî, lê sonda ku tu li ber Yehowa dixwî, bîne sêrî’. 34 Lê ez wera dibêjim: Qet sond nexwin, ne bi ezmên, çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne bi erdê, çimkî ew ciyê bin piyê wî ye, ne bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Padşê mezin e. 36 Ne jî bi serê xwe sond bixwin, çimkî hûn nikarin porekî xwe sipî yan reş kin. 37 Bira xebera we ‘Erê’, erê be, û bira xebera we ‘Na’, na be, çimkî ji vê zêdetir ji Mîrê-cina k tê.

38 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Çev dewsa çev û diran dewsa diran’. 39 Lê ez wera dibêjim: Miqabilî xiraba ranebin. Hergê kesek sîlekê rûyê teyî rastê xe, yê çepê jî bide ber. 40 Û hergê kesek te bive ber dîwanê û kirasê te ji te bixwaze, potê xwe jî bide wî. 41 Û hergê yekî xweyîhukum zorê te bike, wekî tu kîlomêtrekê herî, 2 kîlomêtra tevî wî here. 42 Gava kesek tiştekî ji te bixwaze, bide wî, û gava kesek ji te deyn bixwaze, pişta xwe nede wî.

43 We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Meriva hez bike, lê bira dijminê te ber çevê te reş be’. 44 Lê ez wera dibêjim: Dijminên xwe hez bikin, û bona wan dua bikin, yên ku pey we dikevin. 45 Bi vî cûreyî hûnê nîşan kin, ku hûn zarên Bavê xweyî ezmana ne. Ew tevê derdixe him ser kesên xirab, him jî ser kesên qenc, û ew baranê him ser kesên rast û him jî ser kesên nerast dibarîne. 46 Hergê hûn tenê wana hez bikin, yên ku we hez dikin, hûn îda hêjayî çi xelatê ne? Ne xercgir jî usa dikin? 47 Û hergê hûn tenê birên xwe silav dikin, hûn çi ji yên din zêdetir dikin? Ne miletên din jî usa dikin? 48 Hûn gerekê kamil bin, çawa ku Bavê weyî ezmana kamil e.

6 Haş ji xwe hebin, ku hûn kirên xweye qenc ber meriva nedine kifşê seva ku bikevine çeva. Yan na, hûnê ji Bavê xweyî ezmana xelatê nestînin. 2 Lema, çaxê tu kesîbara qenciyê dikî, neke dengî l, çawa ku kesên durû kinîşt a û kûçada dikin, wekî meriv payê wan bidin. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye. 3 Lê çaxê tu kesîbara qenciyê dikî, bira destê teyî çepê nizanibe ku destê teyî rastê çi dike, 4 seva ku qenciya te veşartî bimîne. Hingê Bavê teyî ezmana, yê ku her tiştî divîne, wê kirên teyî veşartî bivîne û te kerem ke.

5 Û gava hûn dua dikin, mîna kesên durû nekin, çimkî ewana hez dikin kinîştada û qulçên meydanada ber çevê xelqê dua bikin. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye. 6 Lê çaxê tu dua dikî, bikeve oda xwe, derî ser xwe bigire û Bavê xweyî ezmanara b dua bike. Hingê Bavê teyî ezmana, yê ku her tiştî divîne, wê kirên teye veşartî bivîne û te kerem ke. 7 Gava hûn dua dikin, mîna miletên din nîbin, yên ku duayên xweda eynî xebera dîsa û dîsa diwekilînin. Wana tirê hergê pirxeber bin, wê bêne bihîstinê. 8 Hûn mîna wan nîbin! Çimkî heta ku hûn tiştekî ji Bavê xweyî ezmana bixwazin, ew îda zane çi wera lazim e.

9 Lema jî hûn aha dua bikin:

“‘Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be. 10 Bira Padşatiya te bê. Bira qirara te çawa li ezmên, usa jî li ser rûyê erdê bê sêrî. 11 Nanê meyî îro bide me, 12 û gunên me c bibaxşîne me, çawa ku em jî gunên meriva dibaxşînine wan. 13 Alî me bike ku em cêribandinada şaş nebin d, lê me ji destê Mîrê-cina e xilaz ke’.

14 Hergê hûn dibaxşînine wan, yên ku hindava weda gune dikin, Bavê weyî ezmana jî wê bibaxşînine we. 15 Lê hergê hûn gunên meriva nabaxşînin, Bavê we jî wê gunên we nebaxşîne.

16 Çaxê hûn rojî digirin, mîna durûya medekirî nîbin, çimkî ewana medê xwe dikin, wekî meriv bivînin ku wana rojî girtiye. Ez rast wera dibêjim, wana îda xelata xwe bi temamî standiye. 17 Lê çaxê tu rojî digirî, serê xwe rûn bike û serçevê xwe bişo. 18 Usa meriv wê nevînin wekî te rojî girtiye, lê tenê Bavê teyî ezmana wê bivîne. Hingê Bavê teyî ezmana wê kirên teyî veşartî bivîne û te kerem bike.

19 Îda xwera ser erdê xizna top nekin, çimkî jeng û bizûz dikarin wana xirab kin, û diz jî dikarin bidizin. 20 Lê dewsê, xwera li ezmên xiznê top kin. Wêderê jeng û bizûz xirab nakin, diz jî nakevinê û nadizin. 21 Çimkî xizna we kîderê be, wê dilê we jî wêderê be.

22 Çira bedenê çev e. Hergê çevê te zelal e f, temamiya bedena te wê ronayêda be. 23 Lê hergê çevê te hevsûd e g, temamiya bedena te wê terî be. Hergê ronaya nav teda terî ye, ev terî çiqas zef e!

24 Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike. Çimkî ew wê yekî nefret ke û yê din hez bike, yan jî yekîra amin be û qedirê yê din negire. Hûn nikarin him Xwedêra, him jî hebûkêra xulamtiyê bikin.

25 Lema ez wera dibêjim: Îda bona emirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Yan jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne emir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kinca? 26 Dîna xwe bidine çivîkên ezmên. Ewana ne diçînin, ne didirûn û ne jî embarada tiştekî top dikin, dîsa jî Bavê weyî ezmana wana têr dike. Ne hûn ji wan qîmettir in? 27 Kî ji we dikare bi xemên xwe, emirê xwe deqekê zêde ke? 28 Û hûn çira bona kinca xem dikin? Ji sosinên çolê hîn bin, ku ewana çawa şîn dibin. Ewana ne dixebitin û ne jî kinca didirûn. 29 Lê ez wera dibêjim: Hela hê Silêman Padşa jî temamiya xêr-xizna xweda mîna yekî ji wan, kinc li xwe nedikir. 30 Kêmbawerno, hergê Xwedê gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine tendûrê, usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke? 31 Lema tu car xema nekin û nebêjin ‘Emê çi bixwin?’ yan ‘Emê çi vexwin?’ yan jî ‘Emê çi li xwe kin?’ 32 Miletên din pey wan hemû tişta dikevin. Lê Bavê weyî ezmana zane, ku hûn hewcê wan hemû tişta ne.

33 Lê berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê û rastiya wî, û Xwedê wê hemû tiştên lazim bide we. 34 Lema bona roja sibê qe xema nekin, çimkî sibê xemên din wê hebin. Derdên rojê, besî rojê ne.

7 Îda meriva sûcdar nekin, wekî hûn neyêne sûcdarkirinê. 2 Çimkî hûn çi cûreyî meriva sûcdar kin, Xwedê jî wê usa we sûcdar ke. Û hûn hindava merivada çawa bin, ewana jî wê hindava weda usa bin h. 3 Tu çira qirşik çevê birê xweda divînî, lê kêranê çevê xweda navînî? 4 Yan tu ça dikarî birê xwera bêjî: ‘Were ez qirşik ji çevê te derxim’, gava çevê teda kêran heye? 5 Durû! Pêşiyê kêran ji çevê xwe derxe û paşê tuyê zelal bivînî, ku çawa qirşik ji çevê birê xwe derxî.

6 Tiştên pîroz nedin ber kûçika, û kevirên xweyî qîmet i nevêjin ber xinzîra, seva ku ewana bin nigên xweda pêpes nekin û pey we nekevin, we parçe-parçe nekin.

7 Berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê, berdewam kin bigerin û hûnê bivînin, berdewam kin derî xin û wê ber we vebe. 8 Çimkî kî ku dixwaze, distîne, kî ku digere, divîne, û kî ku derî dixe, ber wî vedibe. 9 Gelo ji we kî wê kevir bide kurê xwe, gava ew nan bixwaze? 10 Yan gelo ewê mer bide wî, gava ew mesî bixwaze? 11 Hergê hûn, merivên gunekar, zanin çawa tiştên baş bidine zarên xwe, lê Bavê weyî li ezmana wê çiqas tiştên baş bide wan, yên ku ji wî dixwazin!

12 Lema çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, gerekê hûn jî bona wan usa bikin. Hema ew e mena Qanûnê û Nivîsarên Pêxembera.

13 Derê tengra derbaz bin, çimkî fire ye ew derî û hêsa ye ew rê, kîjan ku dibe berbi mirinê, û yên ku vê rêra diçin, gelek in. 14 Lê teng e ew derî û zemet e ew rê, kîjan ku dibe berbi jîyînê, û hindik in ewên ku wê rê divînin.

15 Haş ji pêxemberên qelp hebin, yên ku postê pêzda têne cem we, lê bi rastî gurên har in. 16 Hûnê wana ji kirên wan j nas kin. Qe kesek ji stiriya dikare tiriya yan jî hêjîra biçine? 17 Bi vî avayî, her dara qenc berê qenc dide, lê her dara xirab berê xirab dide. 18 Dara qenc nikare berê xirab bide, û dara xirab jî nikare berê qenc bide. 19 Her dara ku berê qenc nade, tê birîn û avîtinê nava agir. 20 Belê, hûnê wan pêxemberên qelp ji kirên wan k nas kin.

21 Ne ku her kesê minra dibêje, ‘Xudan, Xudan’, wê bikeve Padşatiya ezmana. Lê tenê ewê ku qirara Bavê minî ezmana tîne sêrî, wê bikevê. 22 Wê rojê, gelek kes wê minra bêjin: ‘Xudan, Xudan, ne me bi navê te pêxembertî dikirin? Ne me bi navê te cin derdixistin? Ne me bi navê te keremet dikirin?’ 23 Hingê ezê eşkere wanra bêjim: ‘Min hûn tu car nas nekirine! Ji min dûr kevin, xirabno!’

24 Awa, her kesê ku van gotinên min dibihê û tîne sêrî, mîna merivekî serwaxt e, yê ku mala xwe ser zinar ava kir. 25 Baran barî, av rabû û bayê mezin malê xist, lê mal hilneşiya, çimkî ew ser zinar hate avakirinê. 26 Lê her kesê ku van gotinên min dibihê û nayne sêrî, mîna merivekî bêaqil e, yê ku mala xwe ser qûmê ava kir. 27 Baran barî, av rabû û bayê mezin malê xist, mal ket û bi temamî hilşiya”.

28 Gava Îsa gotinên xwe xilaz kir, meriv ser hînkirina wî zendegirtî man, 29 çimkî ewî mîna yekî xweyîhukum ewana hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanên wan.

a Yan “yên ku şînê dikin”.

b Yan “yên nerm”.

c Dêmek “ji Xwedê”.

d Raste-rast “ser wî yekî biçûk wê bê gotinê”.

e Raste-rast “ser wî yekî mezin wê bê gotinê”.

f Dêmek “Sanhedrîn”.

g Ciyê avîtina û şewitandina gemarê ji Orşelîmê der. Navê Yûnanî yê Newala Hînomê ye, ya ku li başûrê rojavaya Orşelîma kevin bû. Tu îzbatî tune ku heywan yan merivên sax dihatine avîtinê Gêhênayê ku bêne şewitandinê yan bêne çerçirandinê. Lema ev cî nayê hesabê ciyê kîderê ku ruhên meriya bi agir heta-hetayê wêderê diçerçirin. Gava Îsa û şagirtên wî xebera Gêhêna digotin, wana besa mirina heta-hetayê yan qirbûnê dikir.

h Yan “diyarî, hedî”.

i Yan “gorîgeh”.

j Yan “bênamûsiya sêksûalî”. Bi Yûnanî pornêya. Kitêba Pîrozda ev xeber ser heleqetiya sêksûalî tê xebitandinê, çi ku Xwedê qedexe dike. Mesele, zinêkarî, qavî, heleqetiya sêksûalî nava kesên nezewicîda, homosêksûalî û heleqetiya sêksûalî tevî heywanana.

k Raste-rast “Yê Xirab”.

l Raste-rast “pêşiya xwe boriyê nexe”.

a Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.

b Yan “Bavê xwera ku nayê dîtinê”.

c Raste-rast “deynên me”.

d Raste-rast “me nebe cêribandinê”.

e Raste-rast “Yê Xirab”.

f Yan “çevê te li ser tiştekî be”.

g Raste-rast “xirab e”.

h Yan “hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî wera wê bê pîvanê”.

i Raste-rast “durên xwe”.

j Raste-rast “ji berên wan”.

k Raste-rast “ji berên wan”.