PARA 1
Cinet û Merivên Pêşin
Xwedê dinya elam û emir ser erdê diefirîne. Ew usa jî jin û mêrê bêqisûr diefirîne, wana cîwar dike baxçê bedewda û temiya dide wan
“DESTPÊBÛNÊDA Xwedê erd û ezman efirandin”, ev gilî gelekara nas in (Destpêbûn 1:1, PKM). Rast e ev gilî hêsa ne, lê ewana usa jî gelek hewas in, çimkî bi van giliya Kitêba Pîroz nasiya me dide Kesê lapî ferz, dêmek Yehowa Xwedayê Himzor. Rêzên pêşine Kitêba Pîroz gilî dikin derheqa wê yekê, ku Xwedê dinya elam û usa jî erd efirand, ser kîjanî em dijîn. Rêzên mayînda tê şirovekirinê wekî nava çend rojên sîmbolîkda, dêmek nav çend wextê dirêjda, Xwedê erd da meriya seva ku ewana bijîn, û usa jî hemû keremetên tebiyetê efirand.
Efrînekî Xwedêye lapî baş ser erdê, merî bû. Çimkî merî dilqê Xwedêda hatibû efirandinê, dêmek dikaribû xeyset-hunurên Yehowa eyan kira, mesele yên usa ça hizkirin û bîlanî. Xwedê merî ji axa erdê efirand. Navê wî danî Adem û ew kire cinetê, baxçê Êdênê. Vî baxçeyîda Xwedê gelek darên bedew û berdar daçikandin.
Xwedê dît wekî Ademra alîkarçî lazim e. Lema jî ewî parxaneke Adem hilda, kulfetek çêkir û anî cem wî. Ew bû jina Adem û paşê hate navkirinê Hêwa. Adem ji şabûnê giliyên usa got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e”. Xwedê got: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:22-24; 3:20, PKM).
Xwedê du temî da Adem û Hêwayê. Ya pêşin, wana gerekê erd bêcer kirana, xwey kirana û pêva mijûl bûna, paşê jî erd pê meriya tijî kirana. Ya duda, Xwedê got ku ji temamiya baxçê Êdênê tenê ji darekê ewana gerekê êmîş nexwin, dêmek ji “dara qencî û xirabî naskirinê” (Destpêbûn 2:17, PKM). Hergê wana gura Xwedê nekirana, ewana gerekê bimirana. Bi van temiya Xwedê mecal da Adem û Hêwayê, wekî nîşan kin ku ewana qebûl dikin Yehowa ça serwêrê xwe. Bi guhdarîkirina xwe, ewana usa jî dikaribûn hizkirin û razîbûna xwe hindava Xwedê kifş kirana. Gelek meniyên wan hebûn, wekî gura Yehowada bûna, ku şabûn wanara dianî. Ev merivên bêqisûr bûn. Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31, PKM).
—Ser hîmê kitêba Destpêbûn serê 1 û 2.