Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 6

Îbo Bêqisûrtiya Xwe Xwey Dike

Îbo Bêqisûrtiya Xwe Xwey Dike

Şeytan Mîrê-cina bêqisûrtiya Îbo dike bin şikê, lê Îbo Yehowara amin dimîne

GELO merî dikarin cêribandinên gelek giranda Xwedêra amin bimînin, û hela hê wî çaxî jî, hergê seva aminiya xwe tiştekî ji Xwedê nastînin? Ev pirs pêşda hat wedê jîyîna Îbo, û ewî caba vê pirsê da.

Çaxê cimeta Îsraêl Misirêda bû, pismamê Birahîm, Îbo Erebistanêda dijît. Carekê, melek ber Xwedê top bûn û Mîrê-cina jî hate nav wan. Yehowa ber efrînên xweyî ezmana got, ku ew baweriya xwe Îbo tîne. Yehowa usa jî kifş kir ku merîkî mîna Îbo amin, tune. Lê Şeytan Mîrê-cina caba Yehowa da û got, ku Îbo Xwedêra xizmet dike, çimkî Xwedê miqatî wî dibe û wî kerem dike. Ev melekê miqabil dixwest îzbat kira, ku hergê hemû tiştî ji Îbo bistînin, ewê nifira Xwedê bike.

Xwedê îzin da Mîrê-cina, wekî hebûna Îbo bi temamî lê bistîne, zarên wî bikuje û bi nexweşîke giran wî nexweş bêxe. Îbo nizanibû ku ev kirên Mîrê-cina ne, lema jî fem nedikir çira Xwedê cêribandinên usa giran dide wî. Lê yeke Îbo amin ma û Xwedê înkar nekir.

Sê hevalên durû hatibûn cem Îbo. Wana dixwest Îbo bidana bawerkirinê, wekî yançi Xwedê wî ceza dike, seva gunên wîye veşartî. Ev xeberdana wane tevî Îbo, kitêba Îboda hatiye nivîsarê. Wana usa jî dixwest îzbat kin, wekî Xwedê ji xizmetkarên xwe tu car qayîl nîne, û îtbariya xwe jî wana nayne. Îbo dişirmîşbûna wane nerastra razî nîbû. Bi baweriya xweye qayîm ewî got, wekî heta mirinê bêqisûrtiya xwe wê nehêle!

Lê Îbo şaşîk berda. Ewî gelek dîna xwe da ser rastiya xwe. Elîhû kîjan ku ji wana cahiltir bû, çaxê hemû şerê wan bihîst kete nav xeberdana wan. Ewî şîret da Îbo wekî dişirmîşbûna xweye nerast, rast ke û wîra eyan kir, ku îzbatkirina serwêrtiya Yehowa hê ferz e, ne ku îzbatkirina rastiya meriva. Şaşiya Îbo hema vê yekêda bû. Elîhû usa jî hevalên Îboyî durû, sert şîret kirin.

Paşî vê yekê Yehowa tevî Îbo xeber da, wekî dişirmîşbûna wî rast ke. Xwedê dîna Îbo da ser keremetên tebiyetê û bi vê yekê wî da femkirinê, ku merî himberî Xwedê çiqas biçûk in. Îbo merîkî şkestî bû, ewî şaşiya xweye nerast fem kir. Yehowa Xwedê “gelek dilovan û tije rem e”, ewî Îbo qenc kir û du car zêdetir hebûna wî û usa jî zarên wî zêde kir (Aqûb 5:11, ÎM). Belê, Îbo nava cêribandinên giranda jî bêqisûrtiya xwe xwey kir, û bi vê yekê caba pirsa Mîrê-cina da.

​—Ser hîmê kitêba Îbo.