Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 6

Çawa Zar Zewacê Diguhêze

Çawa Zar Zewacê Diguhêze

“Zarok, mîrasa [warê] ku Yahowa dide” (Zebûr 127:3, AB).

Bûyîna zarokê, seva mêr û jin ev tiştekî ne hêsa ye û xemgîniyê tîne. Ça dê-bavê teze, dibeke wera hinekî ecêb bê kifşê, ku gelek wede û qewata xwe hûn li ser wê yekê xerc dikin, seva ku miqatî zarokê bin. Kêmasiya xewê dikare li ser êmosiyêd we hukum ke, ji bo çi jî heleqetiya we tevî hev dikare xirab be. Seva ku miqatî zarokê bin û hin jî zewaca xwe xwey kin, we herdara jî lazim e hine guhastina cem xwe bikin. Lê gelo ça şîreta Kitêba Pîroz dikare alî we bike, seva ku bikaribin van çetinaya derbaz kin.

1 FEM BIKIN KU ÇAWA ZAROK EMIRÊ WE DIGUHÊZE

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e”. Hizkirin usa jî “ya xwe nagere, zû hêrs nakeve” (1 Korintî 13:4, 5). Ça dayîka teze, bi tebiyetî ye wekî tu pêda dîna xwe didî zara xwe. Mêrê te dikare destpêke dişirmîş be ku serê te îda wîra tune, lema jî bîr neke wekî ew jî hewcê wê yekê ye, ku wede wîra jî bivînî. Bi sebir û şîrinayê tu dikarî alî wî bikî ku texmîn ke, wekî ew seva te ferz e. Û ev yek wê wî hêlan ke, ku xweykirina zarêda alî te bike.

“Usa jî mêrno ... bi femdariyê emirê xwe tevî jinêd xwe derbaz kin” (1 Petrûs 3:7). Fem bikin ku jina wera niha lazim be gelek qewata xwe li ser wê yekê xerc ke, ku miqatî zarokê be. Ev bi rastiyê jî cabdariya teze ye seva wê. Lema jî ji bo wê yekê ew dikare gelek xemgîn be, berxwekeve û hela hê dilteng be. Û carna dibeke ew dikare, dilê te jî biêşîne, lê ji aliyê xweda hemû tiştî bike seva ku edilayê xwey kî. Çimkî “yê ku dereng hêrs dibe zahf aqil e” (Metelok 16:32). Serwaxt be û femdariyê bide kifşê. Usa jî piştgiriya wê bike (Metelok 14:29).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Bavno: Alî jina xwe bikin ku miqatî zarê bin, hela hê şev jî. Ew wedê xwe kîjan ku we li ser şixulêd din xerc dikir kêm kin, seva ku bikaribin hê gelek wext tevî jin zara xwe derbaz kin

  • Dayîkno: Çaxê mêrê we dixwaze alî we bike ku miqatî zarê be, alîkariya wî qebûl kin. Hergê ew bi temamî evê yekê nake jî, ji bo wê yekê nekevine kirê wan, lê bi şîrinayî wanara bidine kifşê ku çawa gerekê bikin

2 HELEQETIYA XWE QEWÎ KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24, PKM). Rast e niha di malbeta weda îda neferekî teze ye, lê bîra xweda xwey kin wekî hûn dîsa jî “bedenek in”. Ji aliyê xweda timê hemû tiştî bikin ku heleqetiya xwe qewî xwey kin.

Kulfetno, ji mêrê xwe razî bin seva alîkarî û piştgiriyê. Çaxê hûn razîbûna xwe mêrê xwera didine kifşê, ev yek dikare qenc ke (Metelok 12:18). Mêrno, bêjne jina xwe ku çiqas hûn wê hiz dikin û qîmet dikin. Payê wê bidin, seva wan şixula çi ku ew seva malbetê dike û xem dike (Metelok 31:10, 28).

“Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24). Her gav tenê qenciyê jina xwera bixwazin. Çawa cutê zewicî wede bivînin, ku tevî hev xeber din, payî bidin û guhê xwe jî bidine hev. Heleqetiyêd xweye sêksûalda jî helal bin. Timê hewcêd mêrê xwe hildin hesab. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji hevdu na-na nekin” (1 Korintî 7:3-5). Lema jî bi helalî derheqa vê yekê tevî hev xeber din. Sebir û femkirina we, wê heleqetiya we qewî kin.

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Bîr nekin ku seva xwe herda jî, wede bivînin

  • Tiştêd biçûk seva mêr yan jina xwe bikin, yê ku wê bide kifşê wekî hûn wê hiz dikin. Mesele dikarin nema bişînin yan jî pêşkêşeke biçûk bidin

3 ZARA XWE ŞÎRET KIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Tu ji zarotiya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin” (2 Tîmotêyo 3:15). Dişirmîş bin, hela hûnê çi bikin seva ku zara xwe hîn kin. Cem zarê feresetê usa baş heye, ku hela hê pêşiya bûyîna xwe jî dikare hîn be. Hela hê zikê dêda jî, zara we dikare dengê te têderxe û êmosiyêd te jî texmîn ke û tera bide kifşê. Bixûnin zarêra hela hê hingê jî, gava ew hê gelek biçûk e. Hergê ew ne jî fem dike çi ku hûn jêra dixûnin, yeke ev dikare alî wî bike, ku çaxê mezin be jî xwendinê hiz bike.

Hesab nekin ku zara we hê gelek biçûk e, seva ku xeberdana we derheqa Xwedê bibihê. Bira ew bibihê çaxê hûn Yahowara dua dikin (Qanûna Ducarî 11:19). Çaxê hûn tevayî zarêra dilîzin jî, xeber din derheqa tiştêd ku Xwedê efirandine (Zebûr 78:3, 4). Wede şûnda çaxê zara we mezin be, ewê texmîn ke û bivîne ku çawa hûn Yahowa hiz dikin. Û ew yek wê alî wî bike, ku xwexa jî hîn be Yahowa hiz bike.

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Îlahî derheqa wê yekê dua bikin, wekî Yahowa bîlaniyê wera bide, ku zara xwe mezîn kin û şîret kin

  • Ew çi ku hûn dixwazin wekî zara we bîra xweda xwey ke û hîn be, wîra hertim biwekilînin. Û ewê destpêke zû hîn be