Li Gora Markos 10:1-52
10 Îsa ji wêderê çû û gihîşte sînorê Cihûstanê, aliyê dine Çemê Ûrdunê. Dîsa gelek meriv der-dorê wî top bûn, û ça her gav ewî dîsa destpêkir wana hîn ke.
2 Fêrisî nêzîkî wî bûn, wekî wî bicêribînin. Wana ji wî pirsî hela îzin e wekî mêr jina xwe berde.
3 Ewî caba wan da: “Mûsa çi temî da we?”
4 Wana got: “Mûsa îzin da wekî mêr kaxaza hevqetandinê bide jina xwe û lê berde”.
5 Lê Îsa wanra got: “Ji bo dilkeviriya we, ewî ev temî bona we nivîsî.
6 Lê serê sêrîda ‘Xwedê* ew ça mêr û jin efirandin.
7 Lema jî, mêr wê dê û bavê xwe bihêle,
8 û her du wê bibine yek’.* Awa îda ew ne dudu ne, lê yek in.
9 Lema yên ku Xwedê ew kirine yek,* bira meriv ji hevdu neqetîne”.
10 Gava ewana dîsa malda bûn, şagirta derheqa vê yekê ji wî pirsîn.
11 Ewî wanra got: “Kî ku jina xwe berde û kesekî din bistîne, hindava wêda qaviyê dike.
12 Û hergê jinek ji mêrê xwe biqete û kesekî din bistîne, ew jî qaviyê dike”.
13 Hingê meriva zarên biçûk dianîn bal Îsa, wekî ew destên xwe dayne ser wan, lê şagirtên wî riya wan digirtin.
14 Gava Îsa ev yek dît, hêrs ket û wanra got: “Bihêlin bira zar bêne bal min. Riya wan negirin, çimkî Padşatiya Xwedê bona yên mîna wan e.
15 Ez rast wera dibêjim, kesê ku Padşatiya Xwedê mîna zarekê qebûl neke, ewê tu car nekeve wê”.
16 Ewî zar hemêz dikirin, destên xwe datanî ser wan û ewana kerem dikirin.
17 Gava Îsa riya xweda diçû, merivek hate pêşiya wî, xwe ber wî avîte ser çoka û jê pirsî: “Dersdarê qenc, ez gerekê çi bikim, wekî jîyîna heta-hetayê bistînim?”
18 Îsa wîra got: “Tu çima minra dibêjî qenc? Pêştirî Xwedê tu kes qenc nîne.
19 Tu van temiya zanî: ‘Nekuje, qaviyê neke, nedize, şedetiya derew nede, nexapîne, qedirê dê û bavê xwe bigire’”.
20 Ewî merivî got: “Dersdar, ez ji biçûktayê van hemû temiya tînim sêrî”.
21 Îsa wî nihêrî, hindava wîda bi hezkirinê tije bû û gotê: “Tenê tiştek te kêm e: Here tiştên xwe bifiroşe û bide kesîba. Hingê wê xizna te li ezmana hebe. Û paşê pey min were”.
22 Lê ew ser van giliya gelek dilteng bû û çû, çimkî mal-milkê wî gelek bû.
23 Paşê Îsa li dora xwe nihêrî û şagirtên xwera got: “Dewletiyara wê çiqas çetin be bikevine Padşatiya Xwedê!”
24 Lê şagirt ser van giliyên wî şaş man. Hingê Îsa dîsa got: “Zarno, çiqas çetin e ku meriv bikeve Padşatiya Xwedê!
25 Deve wê qula derziyêra diha hêsa derbaz be, ne ku yê dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”.
26 Şagirt hê zêde şaş man û ji wî* pirsîn: “Îda kî dikare xilaz be?”
27 Îsa li wan nihêrî û got: “Bona meriva ev tiştekî nebûyî ye, lê ne bona Xwedê, çimkî bona Xwedê her tişt dibe”.
28 Hingê Petrûs wîra got: “Awa me hemû tişt hîştine û pey te hatine”.
29 Îsa got: “Ez rast wera dibêjim, her kesê ku bona xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye,
30 ewê niha 100 car zêdetir mal, xûşk, bira, dê, zar, erd tevî zêrandina bistîne û dinya tezeda jî jîyîna heta-hetayê.
31 Lê gelek kesên pêşin wê bibine yên paşin, û kesên paşin wê bibine yên pêşin”.
32 Ewana rêda bûn û hildikişiyane Orşelîmê. Îsa pêşiya wan diçû, şagirt jî zendegirtî man, lê kesên ku pey wan dihatin ditirsiyan. Ewî dîsa Donzdeh* dan alîkî û destpêkir wanra gilî ke ku wê çi bê serê wî:
33 “Va em niha hildikişine Orşelîmê, û wê Kurê însên bidine destê serokên kahîna û qanûnzana. Ewana wê fermanê bidin, wekî wî bikujin û bidine destê merivên ji miletên din.
34 Ewê qerfên xwe wî bikin, tûyî wî bikin, bidine ber qamçiya û bikujin. Lê paşî sê roja ewê ji mirinê bê rakirinê”.
35 Kurên Zebedî Aqûb û Yûhenna nêzîkî Îsa bûn û gotin: “Dersdar, em dixwazin tiştekî ji te hîvî kin, wekî tu bona me bikî”.
36 Ewî ji wan pirsî: “Hûn çi dixwazin ez bona we bikim?”
37 Wana got: “Îzinê bide wekî ji me yek aliyê milê teyî rastê, yê din jî aliyê milê teyî çepê, Padşatiya teda* rûnê”.
38 Lê Îsa wanra got: “Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kasê vexwin, ya ku ez jê vedixwim? Yan jî bi wê nixumandinê* bêne nixumandinê, bi kîjanê ez tême nixumandinê?”
39 Wana wîra got: “Erê, em dikarin”. Hingê Îsa got: “Kasa ku ez jê vedixwim, hûnê ji wê vexwin, û bi vê nixumandinê bêne nixumandinê, ya ku ez pê tême nixumandinê.
40 Lê ev yek ku kî aliyê milê minî rastê û aliyê milê minî çepê rûnê, destê minda nîne. Ew cî bona wan in, kîjanara hatine hazirkirinê”.
41 Gava deh şagirtên din ev yek bihîstin, hêrsa wan ser Aqûb û Yûhenna rabû.
42 Lê Îsa ewana gazî bal xwe kirin û wanra got: “Hûn zanin wekî kesên ku nav miletada serwêr têne hesabê, xwe ser wanra digirin, û giregirên wan hukumî ser wan dikin.
43 Gerekê nav weda usa nîbe. Lê yê ku dixwaze nav weda bibe yê mezin, gerekê bibe berdestiyê we.
44 Û yê ku dixwaze nav weda bibe yê pêşin, gerekê bibe xulamê hemûya.
45 Çimkî Kurê însên jî nehatiye wekî wîra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe ber gelekava bide, seva wana aza ke”.
46 Paşê ewana gihîştine Erîhayê. Lê gava Îsa tevî şagirtên xwe û tevî gelek meriva ji Erîhayê derdiket, merivekî kor navê kîjanî Bartîmeyo bû (kurê Tîmeyo), kêleka rê rûniştî bû û pars dikir.
47 Gava ewî bihîst ku Îsayê Nisretî derbaz dibe, bi dengekî bilind kire gazî: “Îsayê kurê Dawid, gunê xwe min bîne!”*
48 Gelek kes eciz bûn û wîra gotin wekî xwe ker ke. Lê ewî bi dengê hê bilind dikire gazî: “Kurê Dawid, gunê xwe min bîne!”
49 Hingê Îsa sekinî û got: “Gazî wî kin”. Wana jî gazî vî merivê kor kir û jêra gotin: “Netirse! Rabe, ew gazî te dike”.
50 Ewî jî potê xwe avît, derbêra rabû ser xwe û çû bal Îsa.
51 Îsa wîra got: “Tu çi dixwazî ez bona te bikim?” Merivê kor got: “Dersdar,* ez dixwazim wekî çevên min dîsa bivînin”.
52 Îsa wîra got: “Here, baweriya te tu qenc kirî”. Û hema vê demê çevên wî vebûn, û ew pey Îsa çû.
Спартьн
^ Raste-rast “ewî”.
^ Yan “bedenek”.
^ Raste-rast “ew kirine bin nîrekîda”.
^ Yan dibeke “ji hevdu”.
^ Dêmek 12 şandî.
^ Raste-rast “rûmeta teda”.
^ Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
^ Raste-rast “min were remê!”
^ Raste-rast “Rebbûnî”.