Li Gora Markos 4:1-41
4 Îsa dîsa destpêkir ber devê berê hîn ke. Dora wî gelek meriv top bûn, lema jî ew kete qeyîkê, rûnişt û ji devê berê hinekî dûr ket. Lê ev hemû meriv ber devê berê man.
2 Ewî destpêkir bi mesela gelek tişt wana hîn ke û got:
3 “Guh bidin! Cotkar derket ku toxim biçîne.
4 Gava ewî toxim direşand, hine toxim ketine ser rê, çivîk hatin û xwarin.
5 Hine toxim ketine ser erdê kevirî, kîderê ku xwelî kêm bû. Û toxim zû şîn bûn, çimkî xwelî kûr nîbû.
6 Lê gava tev derket, ew çîl çilmisîn û hişk bûn, çimkî kokên wan tune bûn.
7 Hine toxim jî ketine nava stiriya, stirî derketin, nehîştin ew mezin bin û ber bidin.
8 Lê hine toxim ketine ser erdê baş, destpêkirin şîn bin, geş bin û ber bidin, yek 30 cara, yê din 60 û yê mayîn jî 100 cara zêdetir”.
9 Hingê ewî wanra got: “Guhên kê hene, bira bibihê”.
10 Gava Îsa tenê ma, Donzdeha* û merivên der-dorê wî, derheqa van mesela ji wî pirsîn.
11 Ewî wanra got: “Wera sura pîroz ya Padşatiya Xwedê hatiye vekirinê, lê kesên dinra her tişt ça metelok dimîne,
12 seva ku ewana binihêrin, lê nevînin, bibihên, lê mena wê fem nekin. Ewê tu car venegerin bal Xwedê, û wê wan neyê baxşandinê.
13 Paşê Îsa wanra got: “Hergê hûn van mesela fem nakin, hûnê çawa hemû meselên din fem bikin?
14 Cotkar xebera Xwedê diçîne.
15 Toximên ku dikevin ser rê, xebera Xwedê ye, ya ku dilê wan merivada hatiye çandinê, kîjan ku hema ça dibihên, Şeytan tê û vê xeberê ji dilê wan derdixe dibe.
16 Mîna vê yekê, ev toximên ku dikevine ser erdê kevirî, tê hesabê xebera Xwedê, kîjan ku nava wan merivada tê çandinê, yên ku çawa dibihên, derbêra bi şabûn qebûl dikin.
17 Lê çimkî dilê wanda kok tune, ev xeber tenê demekê dimîne. Û çaxê ew ji bo vê xeberê rastî tengasiya û zêrandinê tên, ewana derbêra baweriya xwe unda dikin.
18 Lê toximên ku nava stiriyada hatine çandinê, ew in, yên ku xebera Xwedê bihîstine,
19 lê xemên vê dinyayê, dewlemendtiya xapînok û cûre-cûre xwestin dikevin dilê wan û xebera Xwedê difetisînin, û ew bê ber dimîne.
20 Lê toximên ku ser erdê baş hatine çandinê ew in, ku xebera Xwedê dibihên, bi dil û can qebûl dikin û 30, 60 û 100 cara zêdetir ber didin”.
21 Îsa bi van gotina berdewam kir: “Gelo kî çirê dike binê derdanê yan binê nivînê? Ne tînin ku daynin ser şemdankê?
22 Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirinê, û tu tiştê dizîva tune ku neyê eyankirinê.
23 Guhên kê hene, bira bibihê”.
24 Îsa usa jî got: “Rind guh bidine tiştên ku hûn dibihên. Hûn hindava merivada çawa bin, ewê jî hindava weda usa bin.* Erê, li gora vê yekê hûnê hê zêde bistînin.
25 Çimkî bal kê heye, ewê hê zêde bistîne. Lê bal kê tune ye, tiştê ku bal wî heye jî, wê ji wî bê standinê”.
26 Paşê Îsa got: “Padşatiya Xwedê mîna merivekî ye, kîjan ku toxim li erdê direşîne.
27 Dibe şev ew radizê û dibe roj ew radibe. Toxim şîn dibe û mezin dibe, lê ew nizane ku ev yek çawa dibe.
28 Gav bi gav erd ber dide, pêşiyê çîl, paşê simbil û xilaziyê simbilda genimê gihîştî dide.
29 Gava ber digihîje, meriv bi desê* didirû, çimkî dema dirûnê hatiye”.
30 Îsa berdewam kir: “Em dikarin Padşatiya Xwedê beramberî çi bikin? Yan em dikarin bi kîjan meselê şirovekin?
31 Ew mîna toximê xerdalê yê, kîjan ku ji hemû toximên ku ser rûyê erdê têne çandinê, yê herî biçûk e.
32 Lê çaxê ew tê çandinê û şîn dibe, ew ji hemû şînkayên baxçe mezintir dibe, û çiqilên wê usa mezin dibin, ku çivîkên ezmana bin siya wêda hêlûnên xwe çêdikin”.
33 Îsa bi gelek meselên vî cûreyî merivara haqas derheqa xebera Xwedê xeber dida, çiqas ku wana dikaribû fem kira.
34 Ewî bê mesele tu tişt wanara nedigot. Lê gava ew tevî şagirtên xwe tenê dima, her tişt wanra şirovedikir.
35 Hema wê rojê, gava bû êvar, Îsa şagirtên xwera got: “Werên em derbazî aliyê berêyî din bin”.
36 Şagirta elalet şand û bi qeyîkê tevî Îsa çûn, qeyîkên din jî tevî wan çûn.
37 Nişkêva bakî qayîm rabû, û pêlên avê usa qeyîkê dixistin, ku hindik mabû qeyîk bi avê tijî bûya.
38 Lê Îsa li paşiya qeyîkê serê xwe danîbû ser belgî û raza bû. Wana ew ji xewê rakir û gotin: “Dersdar, xema te nîne em dixeniqin?”
39 Ew jî rabû, ferman da ba, û berêra got: “Ker be! Biseqire!” Ba sekinî û ber jî seqirî.
40 Hingê Îsa wanra got: “Çira tirs ketiye dilê we? Hela hê baweriya we tune ye?”
41 Lê saweke giran wana girt û hevdura gotin: “Gelo ev kî ye? Heta ba û ber jî li gora gotina wî dikin”.
Спартьн
^ Dêmek 12 şandî.
^ Raste-rast “Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê wera bê pîvanê”.
^ Dêmek haceta bona dirûnê.