Li Gora Metta 10:1-42
10 Îsa gazî 12 şagirtên xwe kir û hukum da wan, ku ewana cina derxin û her cûre êş û nexweşiya qenc kin.
2 Navên van her 12 şandiya ev in: Yê pêşin, Şimhûn, ku wîra Petrûs dibêjin û birê wî Endrawis, Aqûbê kurê Zebedî û birê wî Yûhenna,
3 Fîlîpo û Bertolomeyo, Tûma û Mettayê xercgir, Aqûbê kurê Halfawo û Tedayo,
4 Şimhûnê Kananî* û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku paşê nemamiya Îsa kir.
5 Îsa ev her 12 şandin û ev temî da wan: “Neçin nava miletên din û nekevin tu bajarekî Sameryayê.
6 Lê dewsê herin bal pezên Îsraêlêye undabûyî.
7 Hûn herin kîderê jî, mizgîniyê bela kin û bêjin: ‘Padşatiya ezmana nêzîk bûye’.
8 Nexweşa qenc kin, miriya rakin, kotiya qenc kin* û cina derxin. We bêheq standiye, bêheq jî bidin.
9 Hûn zêr, zîv û perên din* jî xwera nekine kîskê xwe û tevî xwe nebin.
10 Bona rêwîtiyê ne torbê xwarinê xwera bivin, ne kirasê zêde, ne çarix û ne jî şivdar, çimkî xebatkar hêja ye nanê xwe bistîne.
11 Gava hûn bikevine bajar yan gundekî, kesên hêja bigerin û bal wan bimînin, heta hûn ji wêderê herin.
12 Çaxê hûn bikevine malekê, silavê bidine wan.
13 Hergê ew mal hêja be, bira edilaya we ser wê be. Lê hergê nehêja be, bira edilaya we li we vegere.
14 Kîderê we qebûl nekin yan guh nedin xebera we, gava hûn ji wê malê yan ji wî bajarî derkevin, toza nigên xwe dawşînin.
15 Ez rast wera dibêjim, Roja Dîwanê halê welatê Sodom û Gomorayê wê ji halê wî bajarî diha hêsa be.
16 Va ez we çawa pez dişînim nava gura; lema mîna mera fesal bin, lê mîna kevotka dilsax bin.
17 Ji meriva fesal bin, çimkî ewana wê we bivine ber dîwana û wê kinîştên* xweda we bidine ber qamçiya.
18 Rûyê minda, wê we bidine destê weliya û padşa, wekî hûn wanra û miletên dinra şedetiyê bidin.
19 Lê çaxê ewana we bidine destê wan, xem nekin ka hûnê çi bêjin û ça bêjin. Wê demê wera wê bê dayînê ku hûn çi bêjin,
20 çimkî ne ku hûnê xeber din, lê ruhê* Bavê we wê bi zar-zimanê we xeber de.
21 Bira wê birê xwe û bav wê zara xwe bide kuştinê, û zar wê himberî dê-bavê xwe rabin û wana bidine kuştinê.
22 Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin, lê yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be.
23 Gava bajarekîda pey we kevin, birevin bajarekî din. Ez rast wera dibêjim, heta hatina Kurê însên, hûnê pêra negihînin wekî hemû bajarên Îsraêlê ji serî heta binî bigerin.
24 Şagirt ji dersdarê xwe mestir nîne û ne jî xulam ji axayê xwe.
25 Şagirt ku mîna dersdarê xwe be, û xulam mîna axayê xwe be, besî wan e. Hergê xweyê malêra dibêjin Belzebûl,* îja neferên wîra wê usa nebêjin?
26 Lema wana netirsin, çimkî tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirinê, û tu sur tune ku neyê eyankirinê.
27 Tiştên ku ez teriyêda wera dibêjim, hûn ronayêda bêjin, û çi ku hûn guhada bi dengê nimiz* dibihên, ser baniya elam kin.
28 Ji wan netirsin yên ku bedenê dikujin, lê nikarin nefsê* bikujin. Lê ji wî bitirsin, yê ku dikare him nefsê him jî bedenê Gêhênayêda* kuta ke.
29 Ne du çivîk bi qurûşekî* têne firotanê? Dîsa jî, yek ji wan usa nakeve erdê ku Bavê we haj pê tune be.
30 Lê çi li we dikeve, hemû porên serê we jî jimartî ne.
31 Lema jî netirsin, hûn ji gelek çivîka qîmettir in.
32 Her kesê ku ber meriva bêje, wekî ew şagirtê min e, ezê jî ber Bavê xweyî ezmana bêjim, ku ew şagirtê min e.
33 Lê her kesê ku min ber meriva înkar ke, ezê jî ber Bavê xweyî ezmana wî înkar kim.
34 Nefikirin ku ez hatime edilayê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku edilayê bînim, lê şûr.
35 Ez hatime wekî kur ji bav, qîzê ji dayîkê, û bûkê ji xwesiyê biqetînim.
36 Bi rastî, dijminên mêriv wê neferên mala wî bin.
37 Ewê ku dê-bavê xwe ji min zêdetir hez dike, nehêjayî min e. Û ewê ku kur yan qîza xwe ji min zêdetir hez dike, nehêjayî min e.
38 Û yê ku stûna xweye cefê hilnede û pey min neyê, ew nehêjayî min e.
39 Yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê emirê xwe unda ke, û yê ku bona xatirê min emirê xwe unda dike, ewê dîsa bivîne.*
40 Yê ku we qebûl dike, ew min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, ew Wî jî qebûl dike yê ku ez şandime”.
41 Yê ku pêxember qebûl dike çawa pêxember, wê xelata mîna ya pêxember bistîne. Û ewê ku merivekî rast qebûl dike, çimkî ew merivê rast e, wê xelata yê rast bistîne.
42 Û yê ku hema tase ava sar dide yek ji van milûka,* çimkî ew şagirtê min e, ez rast wera dibêjim, ewê xelata xwe tu car unda neke”.
Спартьн
^ Dêmek Şimhûnê xîret.
^ Raste-rast “paqij kin”.
^ Raste-rast “sifir”.
^ Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
^ Yan “qewata Xwedê”.
^ Ew nav tê xebitandinê ser Şeytan, yê ku mîrê, dêmek serwêrê cina ye.
^ Yan “bi piste-pistê”.
^ Yan “jîyîn”, dêmek mecala ku meriv wê dîsa bijî.
^ Ciyê avîtina û şewitandina gemarê ji Orşelîmê der.
^ Yan “polekî”.
^ Yan “wê dîsa bijî”.
^ Raste-rast “ji van biçûka”.