Li Gora Metta 22:1-46

  • Mesela dewatê (1-14)

  • Xwedê û Qeyser (15-22)

  • Pirsa derheqa rabûna miriya (23-33)

  • Du temiyên herî ferz (34-40)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (41-46)

22  Îsa dîsa pê mesela wanra xeber da: 2  “Padşatiya ezmana mîna padşakî ye, yê ku dewata kurê xwe kir. 3  Ewî xulamên xwe şandin, wekî mêvana teglîfî dewatê kin, lê wana nexwest bên. 4  Ewî xulamên din jî şandin û got: ‘Mêvanara bêjin: “Min bona dewatê xwarin hazir kiriye, ga û dewarên xweyî herî baş* serjêkirine. Her tişt hazir e. Werine dewatê”’. 5  Lê wana ev teglîf pişt guhê xweva avît. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe. 6  Yên mayîn jî, xulamên wî girtin, kutan û kuştin. 7  Hêrsa padşa rabû, û ewî eskerên xwe şandin, ew mêrkuj kuştin û bajarê wan şewitand. 8  Paşê ewî xulamên xwera got: ‘Dewat hazir e, lê mêvan nehêja bûn. 9  Lema herin ser riyên ji bajêr der, û her kesê ku hûn bivînin, teglîfî ser dewatê kin’. 10  Xulam jî çûn ser riya, û hemûyên ku rastî wan hatin, yên qenc û xirab, top kirin. Bi wî awayî, oda dewatê bi mêvana tije bû. 11  Gava padşa kete hindur, wekî mêvana bivîne, ewî wêderê merivek dît, yê ku kincên dewatê li xwe nekiribû. 12  Û padşa ji wî pirsî: ‘Hevalo, tu çawa bê kincên dewatê ketî hindur?’ Ewî nikaribû tiştek bigota. 13  Hingê padşa xulamên xwera got: ‘Dest û nigên wî girêdin, wî bavêjine derva nav teriyê. Wêderê ewê bigirî* û wê çirke-çirka diranên wî be’. 14  Çimkî yên ku hatine gazîkirinê gelek in, lê yên ku hatine bijartinê hindik in”. 15  Paşê Fêrisî çûn hev şêwirîn, ku çawa Îsa ser giliya bigirin. 16  Wana şagirtên xwe tevî piştgirên Hêrodes şandin bal wî, û wana Îsara got: “Dersdar, em zanin tu timê rastiyê dibêjî û riya Xwedê li gora rastiyê hîn dikî. Tu nakevî heyrê ku meriva xweş bêyî, çimkî nav merivada firqiyê danaynî. 17  Ka mera bêje, tu ça difikirî, rast e ku xerc bidine Qeyser, yan na?” 18  Lê çimkî Îsa qelpiya wan zanibû, usa got: “Durûno, hûn çima min dicêribînin? 19  Ka qurûşê* ku xerc pê tê dayînê, bidine min”. Wana dînarek dane wî. 20  Îsa ji wan pirsî: “Ev sifet û nivîsar yên kê ne?” 21  Wana got: “Yên Qeyser in”. Hingê Îsa li wan wegerand: “De tiştên Qeyser bidine Qeyser, lê tiştên Xwedê bidine Xwedê”. 22  Gava wana ev yek bihîst, gelek ecêbmayî man. Wana Îsa hîşt û çûn. 23  Wê rojê Sadûqiyên ku dibêjin wekî rabûna miriya tune, hatine bal Îsa û ji wî pirsîn: 24  “Dersdar, Mûsa usa gotibû: ‘Hergê zarên merivekî tune bin û ew bimire, birê wî gerekê jina wî bistîne û bi vî awayî zureta birê xwe berdewam ke’. 25  Awa heft bira hebûn. Birê pêşin zewicî û bêzuret mir, jina wî jî birê wîra ma. 26  Ev yek hate serê birê duda, yê sisiya, usa heta yê hefta. 27  Pey hemûyara ev jin jî mir. 28  Îja wedê rabûna miriya, ev jin wê bibe jina kîjanî ji wan heft bira? Çimkî her heft bira jî ew standibûn”. 29  Îsa jî caba wan da: “Hûn şaş dibin, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz zanin û ne jî qewata Xwedê. 30  Wedê rabûna miriya, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, lê ewana wê mîna melekên ezmana bin. 31  Lê derheqa rabûna miriya, we qe nexwendiye ku Xwedê wera çi gotiye: 32  ‘Ez im Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’? Ew ne ku Xwedayê miriya ye, lê Xwedayê saxa ye”. 33  Gava xelqê ev yek bihîst, ser hînkirina wî zendegirtî ma. 34  Çaxê Fêrisiya bihîst ku Îsa Sadûqî dane kerkirinê, hev top bûn û hatine bal wî. 35  Û ji wan kesekî ku Qanûn rind zanibû, seva ku Îsa bicêribîne, jê pirsî: 36  “Dersdar, Qanûnêda temiya here ferz kîjan e?” 37  Îsa usa cab da: “‘Yehowa Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hez bike’. 38  Eva temiya pêşin û here ferz e. 39  Temiya duda jî mîna vê ye: ‘Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî’. 40  Ev her du temî, ser hîmê temamiya Qanûnê û Nivîsarên Pêxembera ne”. 41  Gava Fêrisî hê tevayî bûn, Îsa ji wan pirsî: 42  “Hûn derheqa Mesîh çi difikirin? Texmîna we ew kurê kê ye?” Wana wîra got: “Kurê Dawid e”. 43  Îsa pirs da wan: “Wekî usa ne, lê Dawid çima bi rêberiya ruhê Xwedê, ser wî dibêje ‘Xudan’, gava nivîsiye: 44  ‘Yehowa Xudanê minra got: “Aliyê milê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime bin nigên te”’? 45  Hergê Dawid ser wî dibêje ‘Xudan’, ew ça dikare kurê wî be?” 46  Îda kesekî nikaribû caba wî bida, û ji wê rojê tu kesî newêribû pirs bida wî.

Спартьн

Yan “yên kozîkirî”.
Yan “wê qayîm bigirî”.
Yan “pol”.