Kilam 12
Emirê Heta-Hetayê Sozdayî
(Zebûr 37:29)
1. Tu emirê heta-hetayê,
Cinetêda soz didî.
Her merivêd milûk, têda
Bijîn bextewarî.
(LÊWEGERANDIN)
Sozêd Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
2. Emê îda guna nekin.
Xwedê azabûn bide.
Emê edilayêda bijîn,
Li bin Padşatiya te.
(LÊWEGERANDIN)
Sozêd Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
3. Çaxê sagkirin destpêbe,
Kul û derd wê tune be.
Xwedê hêsira kuta ke,
Hezkirinê kifş ke.
(LÊWEGERANDİN)
Sozêd Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
(Binihêre usa jî Îşa. 25:8; Lûqa 23:43; Yûhn. 11:25; Eyan. 21:4.)