KILAMA 116
Qewata Remtiyê
(Efesî 4:32)
-
1. Yehowa Xwedê gelek qewat e,
Dilovan e hertim.
Rema dilê wî çawa çem dikşe
Me teglîf dike, wî nas kin.
-
2. Îsa gazî wan dike: “Kê westyan,
Barê min hilînin.
Çimkî nîrê min gele sivik e,
Hûnê rihetyê bistînin”.
-
3. Emê çev bidin Xwedê û Îsa,
Hertim ew dilrem in.
Emê qewatê bidin xebatê
Timê dilremtyê eyan kin.
(Usa jî binihêre Mîx. 6:8; Met. 11:28-30; Kols. 3:12; 1 Pet. 2:3).