Gelo Rêlîgiya jî Pareke Bîznêsê ye?
Roja îroyîn, serwêrên rêlîgiya hê zêde dîna xwe didine wê yekê, ku ça pera qazanc kin, ne ku ser wê yekê ku alî meriva bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin. Ewana cûre-cûre tişta difiroşin seva ku pera çêkin. Heçî zef serwêrên rêlîgiya perê mezin çêdikin û bi emirekî bê minet dijîn. Werên em dîna xwe bidine hine mesela:
Çawa ji lêkolînekê hate kifşê, keşîşekî Katolîkî nava 13 sala perê qurbankirî ser riya xwe xerc dikir. Mesele, pê wan pera ew 150 cara pê teyara şexsî firyabû û weke 200 cara ser çûyîn-hatina pê lêmûzînê xerc kiribû. Usa jî ewî 4 mîlyon dolar zêdetir ser vê yekê xerc kir, ku avayîkî dêra xwe teze ke.
Yek ji welatên Afrîkayêda, keşîşek hertim têmên rêlîgî derbaz dike, ser kîjanî bi deha hezara meriv top dibin. Dêra wîye mezinda gelek tişt têne firotanê. Mesele, ji bizirê qenckirinêva girtî, heta pêjgîr û kincên ku şiklê wî ser e. Heçî zef merivên ku têne cem wî gelek kesîb in, lê ew xwexa bêhesab dewletî ye.
Welatê Çînayêda çar çiyayên pîroz yên Bûdîsta hene. Ji wan çiya ser du heva bîznês kompaniya hatine saz kirinê. Lê Monastêra Şaolîn bi vê yekê navdar e, ku aliyê bîznêsêda pêşdaçûyî ye û navê xweyê vê Monastêrê danîne “keşîşê bîznêsmên”.
Gelek kompaniyên Amêrîkayêda tiştek usa belabûyî ye, ku merivên ruhanî hildidin ser xebatê. Ew merivên ruhanî alî bîznêsmêna dikin, seva ku ewana rêtûalên rêlîgî saz kin û bifiroşine hevalxebatçiyên xwe.
Hûn çi difikirin derheqa wan rêlîgiya, yên ku dibine pareke bîznêsê? Hûn qe fikirîne bona vê yekê, ku Xwedê ça dinihêre ser wan serwêrên rêlîgiya, yên ku pê perê qurbankirî dijîn?
Ça Xwedê dinihêre ser wê yekê, ku bi saya rêlîgiyê bîznêsê dikin?
Ew yek Xwedê xweş nayê. Kitêba Pîrozda jî tê kifşê, ku wedê berê Xwedê xweş nedihat kirên wan keşîşa, yên ku bona hînkirinê pera ji meriva hildidan (Mîxa 3:11). Xwedê hêrs diket çaxê kahînên tima ciyê hebandinê dikirine “şkefta qaçaxa” (Yêremya 7:11).
Îsa jî xweş nedihat çaxê meriv rêlîgiya didane xebatê, seva ku pera qazanc kin. Wî çaxî serwêrên rêlîgiya dihîştin, wekî merivên tima paristgeha Orşelîmêda tişta bifiroşin û paşê wana ji wan meriva para xwe hildida. Ewana pê perê wan merivên kesîb dijîtin, yên ku dihatine paristgehê, seva ku Xwedê bihebînin. Lema jî Îsa ser wan meriva hêrs ket berî wan da û usa got: “Mala Bavê min nekine bazargeh!” (Yûhenna 2:14-16).
Usa jî em dikarin dîna xwe bidine ser vê yekê, ku Îsa ça Xwedêra xizmet dikir (Yûhenna 8:28, 29). Çaxê Îsa meriva derheqa Xwedê hîn dikir, ewî tu car ji wana pera hilnedida. Ewî usa jî pere hilnedida çaxê keremeta dikir. Ewî bê pere birçiya têr dikir, nexweşa qenc dikir û miriya radikir. Îsa tu car xizmetiya xwe Xwedêra nedida xebatê, seva ku dewletî be. Hela hê mala wî jî tune bû (Lûqa 9:58).
Mesîhiyên qirna yekê bi saya rêlîgiyê bîznêsê nedikirin
Îsa gote şagirtên xwe, wekî ewana seva xizmetiya xwe pera hilnedin. Ewî usa wanra got: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8). Şagirtên wîye pêşiyê, yên ku paşê hatine navkirine Mesîhî, temiyên Îsa hûr bi hûr dianîne sêrî. Werên em dîna xwe bidine du mesela:
Carekê, merivek bi navê Şimhûn gote şagirtê Îsayê nêzîk, Petrûsê şandî, ku ewê pera bide wî, heger ew cabdariyên civatê bide wî. Petrûs derbêra xwestina Şimhûn înkar kir û usa wîra got: “Zîvê te bira tevî te biteribe! Te tirê pêşkêşa Xwedê peretî tê standinê!” (Karên Şandiya 8:18-20).
Pawlosê şandî mîsyonêrekî xîret bû. Gelek sala ewî alîkariyê dida civata, lê tu car ji bo vê yekê pera hilnedida. Pawlos û hevalxizmetkarên wî ne mîna hineka bûn, “yên ku xebera Xwedê kara xweva” girêdidan (2 Korintî 2:17). Dewsê Pawlos usa got: “Em şev û roj dixebitîn, ku ser we tu kesî nebine bargiranî, gava me Mizgîniya Xwedê wera dannasîn kir” (1 Têsalonîkî 2:9).
Hemikî Mesîhiyên qirna yekêra pere lazim bû, seva ku ewana xizmetiya xwe berdewam kin û usa jî bikaribin alî merivên destteng bikin. Lê wana tu car seva xizmetiya xwe pera ji tu kesî nedixwestin. Lê hergê kesek dixwest, bi saya pera razîbûnê wanra bida kifşê, ew dikaribû ewê yekê bikira li gora wan du prînsîpa:
2 Korintî 8:12: “Çimkî heger hûn bi rezedilî komekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tune”.
Ev çi tê hesabê: Seva Xwedê diha ferz e ew, ku meriv bi çi dilî qurban dike, ne ku çiqas qurban dike.
2 Korintî 9:7: “Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdariyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike”.
Ev çi tê hesabê: Xwedê naxwaze, wekî meriv bi borcdariyê qurbana bike. Lê Xwedê xweş tê çaxê meriv bi dilê temiz û dilê razî vê yekê dike.
Çi wê bê serê rêlîgiya tima?
Kitêba Pîroz eyan dide kifşê, wekî Xwedê ne hemû rêlîgiya û cûrê hebandina wan qebûl dike (Metta 7:21-23). Pêxembertiya ji kitêba Eyantî, hemû rêlîgiyên qelp beramberî kulfeta qav dike, çimkî ewana bona pera û bona kara xwe tevî serwêrên vê dinê hevkariyê dikin û bi saya perê cimetê dijîn (Eyantî 17:1-3; 18:3). Vê pêxembertiyêda usa jî tê gotinê, wekî zûtirekê Xwedê wê dîwana wan hemû rêlîgiyên qelp bike (Eyantî 17:15-17; 18:7).
Yazix, lê roja îroyîn gelek rêlîgiyên qelp meriva dixalifînin û usa dikin, ku xwestina meriva wekî hê zêde derheqa Xwedê pêbihesin, unda dibe (Metta 24:11, 12). Lê Xwedê merivên dilsax hêlan dike, wekî ewana wîra usa xizmet kin ça wî xweş tê û pişta xwe bidine hebandina qelp (2 Korintî 6:16, 17).