Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Manuel Reino Berengui/DeFodi Images via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Kûpa Hemdinyayê Dikare bi Rastî Yektiyê Bike nav Meriva?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Kûpa Hemdinyayê Dikare bi Rastî Yektiyê Bike nav Meriva?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Weke 5 mîlyard meriv FIFA Kûpa Hemdinyayê dinihêrin, kîjan ku destpêbû 20 Mijdarê û wê bikişîne heta 18 Kanûna Pêşin, sala 2022. Gelek meriv bawer dikin, wekî sportên wî cûreyî ne tenê yektiyê dikine orta meriva, lê hê zêde karê tînin.

  •    “Qewata sportê heye, wekî dinyayê biguhêze. Ew meriva hêlan dike. Ew dikare yektiya usa bike nav meriva, çi ku tiştekî din haqas nikare bike”.—Nêlson Mandêla, prêzîdêntê berê ya Afrîkaya Başûrê.

  •    “Fûtbol . . . meriva dike yektiyê, çimkî gumanê dide wan, şabûna wan zêde dike, nav wanda hizkirinê pêşda tîne, û usa nav wanda yektî çêdibe”.—Cyanî Înfantîno, prêzîdêntê FIFA. a

 Gelo Kûpa Hemdinyayê yan jî sporteke din dikare yektiya wî cûreyî bike nav meriva? Gelo wê bê ew wede çaxê nav temamiya dinyayêda edilayî û yektî hebe?

Gelo ew bi rastî yektiyê dike nav meriva?

 Vê salê wedê Kûpa Hemdinyayê dîna meriva tenê ser fûtbolê nîne. Ev sport meriv hêlan kirin, wekî derheqa problêmên sosyalî, polîtîkî, mafên meriva, rasîzmê û çetinayên aboriyêva girêdayî, şêwir kin û hevra bikevine dewê.

 Çi jî hebe, dîsa jî hewasa gelek meriva tê, ku sportên wî cûreyî, mesele Kûpa Hemdinyayê binihêrin. Lê ew sport nikarin yektiya usa bikine nav meriva, ku dirêj bikişîne. Dewsê, ew gelek car eşkere dikin nihêrandin û rabûn-rûniştina vî cûreyî, ku firqiyê dikin orta meriva. Li gora Kitêba Pîroz ew her tişt nîşana vê yekê ye, ku em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1-5).

Bi rastî çi dikare yektiyê bike nav meriva?

 Kitêba Pîroz dibêje, wekî wê bê ew wede, ku nav temamiya însanetê yektî hebe. Ew soz dide, wekî hemû meriv bin rêberiya “Padşatiya Xwedê”, dêmek serwêrtiya ezmanî, bigihîjine yektiyê (Lûqa 4:43; Metta 6:10).

 Îsa Mesîh, Padşê Padşatiya Xwedê, wê edilayê bîne ser dinyayê. Kitêba Pîroz dibêje:

  •   “[Wê] rastî gul de û edilayî gelek be” (Zebûr 72:7).

  •    “Ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê . . . Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12, 14).

 Hînkirinên Îsa îda nihada bi mîlyona merivên ji 239 welata kiriye yek. Ewana hîn bûne nefretiyê ji dilê xwe derxin. Seva ku derheqa vê yekê hê zêde pêbihesin, binihêrin rêza gotara bi navê, “Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?

a Fédération Internationale de Football Association, (Fêdêrasya Navmiletiyê ya Civaka Fûtbolê).