Derbazî serecemê

Çira Şedên Yehowa Cejinên Belabûyî Derbaz Nakin?

Çira Şedên Yehowa Cejinên Belabûyî Derbaz Nakin?

 Ser çi hîmî Şedên Yehowa safî dikin ku kîjan cejina derbaz kin û kîjan na?

 Pêşiya ku safî kin cejinekê derbaz kin yan na, Şedên Yehowa prînsîpên Kitêba Pîroz hildidin hesab. Heger derbazkirina cejineke miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e, hingê ewana evê cejinê derbaz nakin. Lê derheqa cejinên din her kes xwexa safî dike derbaz ke yan na, û ewana hildidin hesab vê yekê, ku “îsafa rihet li ber Xwedê” xwey kin (Karên Şandiya 24:16).

 Jêrê hine pirs hene, yên ku Şedên Yehowa hildidin hesab, wekî têderxin hela lazim e filan cejinê derbaz kin yan na. a

  •   Gelo ev cejin ser hîmê vê hînkirinê ye, ya ku miqabilî Kitêba Pîroz e?

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xudan dibêje: De rabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştê heram nekevin” (2 Korintî 6:15-17).

     Şedên Yehowa xwe dûr digirin ji hînkirinên heram, yên ku miqabilî Kitêba Pîroz in. Lema jî ewana cejinên vî cûreyî yên ku jêrê hatine dayînê, derbaz nakin.

     Cejinên ku hebandina xudanên dinva girêdayî ne. Îsa got: “Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Metta 4:10) Ser hîmê vê yekê Şedên Yehowa roja bûyîna Îsa, Pasxayê û Yekê Gulanê derbaz nakin, çimkî serê sêrîda ev cejin hebandina xudanên mayînva girêdayî bûn, ne ku hebandina Yehowava. Usa jî ewana van cejinên ku jêrê hatine dayînê, derbaz nakin.

    •  Kwanza. Ensîklopêdiyakêda tê gotinê: “Navê vê cejinê ji van xeberên Swahîlî tê, dêmek ji ‘matûnda ya kwanza’, ku têne hesabê ‘berên pêşin’. Ew yek dide kifşê ku koka vê cejinê ji cejinên pêşin yên topkirina zeviyê tê, besa kîjana terîxa Afrîkayê dike” (Encyclopedia of Black Studies). Rast e hine meriv dibêjin ku Kwanza cejina rêlîgî nîne, lê Ensîklopêdiya derheqa dînên Afrîkî, vê cejinê beramberî cejina Afrîkî dike, gava meriv “berên pêşin xudanara û kal-bavên mirîra dianîn, wekî razîbûna xwe wanra bidine kifşê”. Usa jî wêderê tê gotinê: “Hîmê vê cejina Afro-Amêrîkî, dêmek Kwanza, dîsa jî ew e ku razîbûna xwe bidine kifşê bona wan kerema, yên ku kal-bavên mirî didine wan”.

      Kwanza

    •  Cejina Payîzê. Ev cejin “bona hurmeta xudana hîvê ye” (Holidays, Festivals, and Celebrations of the World Dictionary). Wedê vê cejinê “hemû jinên malê serê xwe ber vê xudanê datînin” (Religions of the World​—A Comprehensive Encyclopedia of Beliefs and Practices).

    •  Newroz (Nowruz). “Koka gelek cejina ji Zoroastrîzmê (Zerdeştî) tên û ew roj salnemeya Zoroastrîzma berêda rojeke pîroz dihate hesabê ... Li gora edeta Zoroastrîzmê, Ruhê Zivistanê wedê mehên sar, Ruhê Rojê [Rapîtvîn] zorê dikire bin erdê, lê denê nîvro roja Newrozê dîsa paşda vedigeriya” (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization).

    •  Kloç Wedê Eyda Sersalê. Ça kitêba “Êzdî-Dînê Wan, û Milet” dibêje, ev eyd “kete nava dînê Êzdiyada bin hukumê miletên din . . . Mesele, dibeke ji miletê Cihû, yên ku wedê Cejina Derbazbûnê, dêmek cejina Nanê Şkeva, nanê pîroz çêdikirin . . . yan dibek jî ji cejina Nanê Şkeva, ya Mesîhiya hate hildanê, wedê kîjanî totika çêdikin”. Firqî tune menî çi bû ku meriya eyda Serê Salê û Newroz dikirin, seva me eyan e ku edetên derbazkirina wan eyda girêdayî ne tevî rêlîgiyên qelp, û tevî hînkirina nerast derheqa emirê paşî mirinê.

    •  Eyda Êzdî. Evê cejinê xilaziya meha Kanûna Pêşin derbaz dikin. Rêlîgiya Êzdîtî hîn dike, ku ev roj heye roja bûyîna xudan Yêzîd (Ezdah). Di kitêba “Êzdî-Rêlîgiya û Milet”, derheqa vê cejinê usa hatiye nivîsarê: “Roja eyda Êzdî dikeve roja bûyîna xudanê Avêstayî, Mîtra, yê ku derbaz dikirin meha Kanûna Pêşin di heftiya sisiyada. Ça eyan e, 25 Kanûna Pêşin, Katolîk usa jî roja bûyîna Îsa Mesîh (Christmas) derbaz dikin, û 7 Çileyê jî li gora salnema Yûliyaya kevin, Mesîhî jî ev cejin derbaz dikin”.

    Şab-ê Yalda. Li gora kitêba “Sûfîzm di Terîxa Farisêye Pîrozda”, ew cejina rojvegera zivistanê, “tevî hebandina Mîtrava girêdayî ye”, dêmek xudanê ronayê. Usa jî dibêjin wekî ew cejin, Şab-ê Yalda tevî xudanên tevê yên Romayî û Yûnanîva girêdayî ye. b

    Roja Razîbûnê. Mîna cejina Kwanzayê, koka vê cejinê jî ji cejinên berê ya topkirina zeviyê tê, ku bona hurmetkirina cûre-cûre xudana dikirin. Paşê nava gelek sala, ça kitêbekêda tê gotinê, “ew eydên berê ketine nava hebandina dêra mesîhîtî” (A Great and Godly Adventure​—The Pilgrims and the Myth of the First Thanksgiving).

     Cejinên ku felek û bextva girêdayî ne. Kitêba Pîroz dibêje wekî merivên “ku ji pûtê Talîra sifrê danîne” ew in kî ku pişta xwe dane Yehowa (Îşaya 65:11). Lema jî Şedên Yehowa cejinên usa derbaz nakin.

    •  Îvan Kûpala. Di kitêbekêda tê gotinê wekî ser hîmê bawerkirina belabûyî wedê [Îvan Kûpala] tebiyet qewata xweye sêrbaziyê derdixe û meriv bi saya mêrxasiyê û taliyê, dêmek bext, dikare vê qewatê zeftê xwe ke” (The A to Z of Belarus). Ensîklopêdiya Rûsî ya mezinda evê cejinê nav dike “cejina rojvegera havînê cem cimeta Ewropayê, ya ku tevî cejina dêrê ya Bûyîna Yûhennayê Nixumdar bûye yek”.

    •  Sala Nû ya Hîvê (Sala Nû ya Çînayî, yan Sala Nû ya Korêyî). Di kitêbekêda tê gotinê: “Wê dema salê neferên malê, heval, bira-pismam derheqa vê yekê difikirin ku çawa bigihîjne bext-mirazê xwe, rûmetê bidine xudan û ruha, usa jî di sala tezeda bextê baş hevdura dixwazin” (Mooncakes and Hungry Ghosts—Festivals of China). Çawa ku ensîklopêdiyak dibêje, ev yek usa jî dikarin bêjin derheqa Sala Nû ya Korêyî. Wedê vê cejinê “meriv serê xwe ber kal-bavê xweyî mirî datînin, edetên usa dikin ku berî ruhên xirab bidin û wekî sala teze bi bereket be. Usa jî ewana sêrbaziyê dikin ku pêbihesin, hela sala teze wê çi pey xwe bîne” (Encyclopedia of New Year’s Holidays Worldwide).

      Sala Nû ya Çînayî

     Cejinên ku ser hîmê vê baweriyê ne wekî nefs namire. Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî nefs dimire (Hezeqêl 18:4). Lema jî Şedên Yehowa van cejina, yên ku jêrê hatine dayînê, derbaz nakin, çimkî ev cejin piştgiriya vê baweriyê dikin ku paşî mirinê nefs dijî.

    •  Roja Mezela. Evê rojê meha Hezîranê (Jûyên) derbaz dikin. Meniya vê rojê ew e, ku merî diçine li ser mezelê miriyên xwe. Vê rojê, her malbetek nanê miriya derdixe û xwarinê tînin li ser mezela bona miriyên xwe. Bi rastî, merî here li ser mezelê miriyên xwe, di vê yekêda tiştekî nerast tune. Çimkî xizmetkarên Xwedêye rast jî diçûne li ser tirbên miriyên xwe, û şînê dikirin (Yûhenna 11:31). Lê hine cûre qeydên ku wedê eyda Roja Mezela têne kirinê, mesele xeberdan tevî miriya û nanê miriya, bi rastî tevî baweriya nerast girêdayî ne, ku yançi paşî mirinê emir berdewam dibe. Xizmetkarên Yehowa fem dikin wekî merî şîna miriyên xwe bike, here li ser mezel, û miriyên xwe bîne bîra xwe, di vê yekêda tiştekî nerast tune. Lê ewana tu car wan eyd-qeydên ku miqabilî qanûnên Kitêba Pîroz in, nakin (Waîz 9:5, 10).

    •  Sînmîn û Fêstîvala Ruhên Birçî. Wedê van du cejina meriv hurmetê didine kal-bavê xwe. Li gora kanîkî, çaxê meriv vê cejina Sînmînê derbaz dikin ewana xwarinê, vexwarinê û pera dişewitînin, wekî mirî tîbûn-birçîbûnê texmîn nekin û hewcê pera nîbin. Usa jî tê gotinê ku vê “Meha Ruhên Birçî, îlahî gava hîv tije ye, orta saxa û miriyada heleqetiya mexsûs çêdibe, lema jî gelek ferz e ku her tiştî bikin wekî dilê wan bikirin û hurmetê bidine kal-bavên mirî”.

    •  Çxûsok. Li gora kitêbekê, wedê vê cejinê “nefsên mirîra xwarin û şerav tînin”. Eva girêdayî ye tevî baweriyê ku “nefsa meriva paşî mirina bedenê berdewam dike dijî” (The Korean Tradition of Religion, Society, and Ethics).

     Cejinên ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Kitêba Pîroz dibêje: “Bira nava teda yê usa tune be, yê ku kur yan qîza xwe nava êgirra derbaz dike, ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunur, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e û bona van kirêtîya Xudan Xwedêyê te ji ber te berî wan mileta dide” (Qanûna Ducarî 18:10-12). Seva ku nekevine nava sêrbaziyê, dêmek usa jî astrolojî (cûrê sêrbaziyê ku derheqa axiriyê pêbihesin), Şedên Yehowa Hêllowîn û wan cejina nakin:

    •  Sala Teze ya Sînhalî û Tamîlî. Li gora ensîklopêdiyakê, “wedê eyd-qeydên vê cejinê wan tişta dikin, çi ku li gora astrolojiyê wextekî baş e ku bikin” (Encyclopedia of Sri Lanka).

    •  Songkran. Navê vê cejina Asyayî, “ji xebera Sankrîtî tê ku ‘derbazbûn’ yan ‘guhastin’, tê hesabê. Ew eyan dike derheqa derbazbûna tevê di komstêyrka Beranêda” (Food, Feasts, and Faith​—An Encyclopedia of Food Culture in World Religions).

     Cejinên qanûnên Mûsava girêdayî, yên ku îda nelazim bû derbaz kirana paşî ku Îsa emirê xwe da ça qurban. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi Mesîh Qanûn ser hevda hat” (Romayî 10:4). Mesîhî heta roja îro prînsîpên ji Qanûna Mûsa ku Îsraêla berêra hatibûn dayînê, didine xebatê. Lê yeke cejinên ji Qanûna Mûsa ewana derbaz nakin, îlahî yên ku hatina Mesîhva girêdayî bûn, çimkî ewana bawer dikin ku Mesîh îda hatiye. Kitêba Pîroz dibêje: “Ev hemû siya wan tişta ne, yêd ku wê bên, lê rastî Mesîh e” (Kolosî 2:17). Lema jî Şedên Yehowa wan cejinên jêrê derbaz nakin:

    •  Xanûka. Ev cejin derbaz dikin bona tesmîlkirina paristgeha Cihûya li Orşelîmê. Lê li gora Kitêba Pîroz, Îsa bû Serekkahînê “konê [dêmek paristgehê] hê mezin û kamil ..., yê ku ne bi desta hatiye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê” (Îbranî 9:11). Mesîhî bawer dikin, ku ew paristgeha ruhanî dewsa paristgeha li Orşelîmê girt.

    •  Roş Haşanah. Eva navê sala teze ye, ya Cihûya. Berê, wedê vê cejinê qurbanên mexsûs Xwedêra dianîn (Jimar 29:1-6). Lê Îsa Mesîh ev qurban û pêşkêş dane hildanê, û ber çevê Xwedê ew îda pûç in (Daniyêl 9:26, 27).

  •   Gelo ew cejin berbi yektiya orta cûre-cûre rêlîgiya hêlan dike?

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Çi par nava bawermenda û nebawerada heye? Yan jî çi hevaltiya paristgeha Xwedê tevî ya pûta heye?” (2 Korintî 6:15-17).

     Şedên Yehowa her tiştî dikin wekî tevî her kesî edilayê xwey kin, û qedirê safîkirina meriva digirin, ku ewana çi bawer kin. Lê yeke ewana wan cejina derbaz nakin, kîjan ku hêlan dikin wekî yektiyê orta rêlîgiyada çêkin.

     Cejinên ku bona serwêrekî rêlîgî yan jî qewimandinekî têne derbazkirinê, nêta kîjana ew e, ku endemên ji cûre-cûre rêlîgiya bikine yek. Gava Xwedê cimeta xwe anî erdê teze, bineliyên kîjanî xudanên din dihebandin, ewî got: “Tevî wan û tevî xwedêyêd wan peymanê girênede ... çimkî heger tu xulamtîya xwedêyêd wan bikî, ewê ese tera bibe tele” (Derketin 23:32, 33). Lema jî Şedên Yehowa van cejina derbaz nakin:

    •  Loy Kratxong. Ensîklopêdiya budîzmêda tê gotinê ku “wedê vê cejinê meriv ji belga tasa çêdikin û mûm yan jî darikên bînxweş dikine van tasa û ser avêra berdidin. Tê hesabê ku ev tas hemû bêbextî tevî xwe dibe. Wedê vê cejinê meriv hurmetê didine pêgeha pîroz ku Buda hîşt” (Encyclopedia of Buddhism).

    •  Roja Tobekirinê. Rojnemêda ya Papua Gîneya Nû, giliyên serwêrekî dewletê hatibûn nivîsarê. Ewî got ku ewên ku vê cejinê derbaz dikin, “hîmê baweriya Mesîhîtî qebûl dikin”. Ewî usa jî got, ku vê rojê “her kes welatda prînsîpên Mesîhîtî pêşda dibin” (The National).

    •  Vêsak. “Ew heye cejinekî mezin ya Budîzmê. Ew cejina bûyîna, pêşdaçûyîna ruhanîda û mirina Buda ye” (Holidays, Festivals, and Celebrations of the World Dictionary).

      Vêsak

     Cejinên ku erf-edetên rêlîgiyava girêdayî ne, yên ku Kitêba Pîroz hîn nake. Îsa gote serwêrên rêlîgiyara: “Bona xatirê raw-rizimêd xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî”. Ewî usa jî got ku hebandina wan Xwedêra badîhewa ye, çimkî ewana “temiyêd meriva ... hîn dikin” (Metta 15:6, 9). Şedên Yehowa ser vê yekê kûr dinihêrin, û lema ewana gelek cejinên rêlîgî derbaz nakin.

    •  Êpîfanî (Roja Sê Padşa, Tîmkat, Roja Padşên Sêrbaz). Ew cejin girêdayî ye tevî hatina astroloja cem Îsayê tezebûyî, yan jî tevî nixumandina wî. Ew cejin “ji cejinên biharê ya pûtparistî hat, yên ku rûmetê didane xudanên çem, û paşê wan cejina kirine cejinên Mesîhîtî” (The Christmas Encyclopedia). Tîmkat, jî mîna vê cejinê ye, û “koka wî ji edetên berê tê” (Encyclopedia of Society and Culture in the Ancient World).

    •  Çûyîna Meryema Bikir li Ezmana. Hîmê vê cejinê heye ew hînkirin, ku paşî mirinê diya Îsa bi bedena fîzîkî çû li ezmana. Ensîklopêdiyakêda tê gotinê wekî “ew hînkirin dêra berê nizanibû, û Kitêba Pîroz jî besa vê hînkirinê nake” (Religion and Society​—Encyclopedia of Fundamentalism).

    •  Cejina Hemlebûna Meryemêye Bêqisûr. “Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê tiştekî nayê gotinê ku Meryem wedê hemlebûnê bêgune bû. Ev hînkirin Dêr ji xwe pêşda anî” (New Catholic Encyclopedia).

    •  Rojîgirtina Mezin. Li gora Ensîklopêdiyakê, ew heye wedê tobekirinê û rojîgirtinê, ku “qirna çarada pêşda hat”, dêmek 200 sal şûnda, paşî xilazkirina nivîsandina Kitêba Pîroz. Usa jî vê Ensîklopêdiyayêda tê gotinê: “Li gora vê qeydê ku roja pêşin ya rojîgirtinê (ku nav dikin Çarşema Koziyê) kozî direşînin ser serê xwe, Dêra Katolîkî sala 1091 ev roj fermî kire cejin”.

    •  Mêskêl (Maskal). Wedê vê cejina Etiyopî, “cimet agir vêdixin û dorê direqisin, û bi vê yekê dîtina Xaça Rast (xaça ku Îsa ser dardakirin) derbaz dikin” (Encyclopedia of Society and Culture in the Medieval World). Lê Şedên Yehowa hebandinêda xaç nadine xebatê.

  •   Gelo ew cejin merivekî, teşkîletekî yan jî sîmbola miletekî bilind dike?

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xudan usa dibêje: Zilamê ku bi merivra ewle [îtbar] dibe û meriv xwera dike bazû [qewat] û dilê wî ji Xudanva biqete bi nalet e [nifirkirî ye]!” (Yêremya 17:5).

     Rast e Şedên Yehowa merivara razîbûnê nîşan dikin û hela hê jî bona wan dua dikin, lê ewana wan cejinên jêrê nakin:

     Cejinên bona hurmetkirina serwêrên dewletê yan jî merivên navdar. Kitêba Pîroz dibêje: “Destên xwe ji merivê ku hulma wî di pozê wîda ye bikişînin! Ji ber ku qîmeta wî çi ye?” (Îşaya 2:22). Lema jî Şedên Yehowa cejinên usa derbaz nakin, mesele roja bûyîna serwêrên dewletê.

     Cejinên bona hurmetkirina beyraqa miletî. Şedên Yehowa cejina “Roja Beyraqê” derbaz nakin. Lê çira? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Yûhenna 5:21). Hine meriv beyraq ça pût hesab nakin, yanê ça tiştê bona hebandinê. Terîxzan Karlton Hêys nivîsî: “Sîmbola sereke ya baweriya miletparêziyê û hebandinê, ew heye beyraq”.

     Cejinên bona hurmetkirina kesên pîroz. Çi qewimî gava merivekî xwedêxof ber Petrûs ta bû? Kitêba Pîroz dibêje: “Petrûs ew rakire piya û gotê: “Rabe bisekine, ez xwexa jî merî me” (Karên Şandiya 10:25, 26). Ne Petrûs ne jî şandiyên mayîn îzin nedidane ku meriv hurmetê bidine wan û serê xwe ber wana daynin. Lema jî Şedên Yehowa cejinên usa derbaz nakin, ku hurmetê didin kesên ku pîroz hesab dikin. Mesele, em wan cejina nakin:

    •  Roja Hemû Kesên Pîroz. Ensîklopêdiyakêda tê gotinê ku “ew cejin bona hemû kesên pîroz e ... Tu kes nizane koka vê cejinê ji ku tê” (New Catholic Encyclopedia).

    •  Cejina Meryema Bikir ya Gvadêlûpê. Ew cejin tê kirinê bona hurmetkirina “xweya Meksîkê”, hinek meriv bawer dikin ku ew Meryema diya Îsa ye. Dibêjin ku sala 1531 ew merivekî gundîra xuya bû (The Greenwood Encyclopedia of Latino Literature).

      Cejina Meryema Bikir ya Gvadêlûpê

    •  Roja Navên Pîroz. Kitêbekêda ku derheqa erf-edeta ye, tê gotinê: “Roja navên pîroz ew heye cejin bona rûmetkirina kesê pîroz, navê kîjanî dane ser zarê, wedê nixumandina wî yan jî rûnkirina wî (konfîrmasiya)”. Vê kitêbêda tê gotinê ku ew roj eyd-qeydên “rêlîgiyêva girêdayî ye” (Celebrating Life Customs Around the World​—From Baby Showers to Funerals).

     Cejinên polîtîkêva yan kampaniyên civakêva girêdayî. Kitêba Pîroz dibêje: “Ya pak e Xudanda guman bin, ne ku xwe bispêrine benda” (Zebûr 118:8, 9). Şedên Yehowa nafikirin ku meriv dikarin problêmên însanetê safî kin, ne ku Xwedê. Lema jî ewana cejina Roja Cahila yan Roja Jina derbaz nakin, çimkî ew cejin polîtîkêva û kampaniyên civakîva girêdayî ne. Ji bo vê yekê, ewana rojên betalkirina dîltiyê derbaz nakin, ya ku cûre-cûre welatada têne kirinê. Şedên Yehowa bawer in ku tenê Padşatiya Xwedê wê hemû problêma safî ke, ku ji bo rasîzmê û firqîkirina orta meriva pêşda tên (Romayî 2:11; 8:21).

  •   Gelo ew cejin miletekî yan jî welatekî ser yên dinra digire?

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

     Rast e Şedên Yehowa welatê xwe hiz dikin, lê yeke ewana wan cejina derbaz nakin, yên ku miletekî ser miletên mayînra digire.

     Cejinên ku pesina didine qewata eskeriyê. Îsa tu car piştgiriya şera nedikir, dewsê ewî gote şagirtên xwe: “Ez wera dibêjim, dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin” (Metta 5:44). Lema jî Şedên Yehowa wan cejina derbaz nakin ku pesnê didine şera, mesele cejinên ku jêrê nivîsar in:

    •  Roja Anzakê. Li gora ferhengekê “Anzak ew heye Ordiyên Eskeriyê yên Avstralî û Zelanda Nûye Aramî” (Historical Dictionary of Australia).

    •  Roja Vêtêrana (Bona Bîranîna Miriya, Leda Bîranînê, yanê Roja Bîranînê). Wedê van cejina meriv hurmetê didine “vêtêrana û wan yên ku wedê şer hatine kuştinê” (Encyclopædia Britannica).

     Cejinên ku terîxiya welatva girêdayî ne. Îsa gote şagirtên xwe: “Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku ez ne ji dinyayê me” (Yûhenna 17:16). Rast e Şedên Yehowa xweş tê ku terîxiya welatê xwe lêkolîn bikin, lê ewana wan cejina derbaz nakin:

    •  Roja Avstralyayê. Li gora Ensîklopêdiyakê ev cejin bona hurmeta “roja sala 1788 ye, gava eskerên Înglîstanê beyraqa Brîtanî danîn û Avstralya ça kolonya nû elam kirin” (Worldmark Encyclopedia of Cultures and Daily Life).

    •  Roja Gay Foks. Ferhengekêda tê gotinê ku “vê rojê meriv sala 1605 dikine bîra xwe, gava Gay Foks û piştgirên wîyî Katolîk dixwestin Padşa Cêyms I û endemên Parlamênta [Înglîstanê] biteqînin, lê cem wan nehate standinê” (A Dictionary of English Folklore).

    •  Roja Azabûna ji Bindestiyê. Cûre-cûre welatada ew roj derbaz dikin gava welatê wan ji bindestiyê aza bû (Merriam-Webster’s Unabridged Dictionary).

  •   Gelo ew cejin necayîz tê derbazkirinê?

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Besî we ye, ku we wextê jiyîna xweye bihurîda li gora xwestina pûtparista derbaz kiriye, hûn pey heramiyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçiksantiyê, serxweşiyê û pûtparistiya kirêt ketibûn” (1 Petrûs 4:3).

      Li gora vê prînsîpê, Şedên Yehowa wan cejina derbaz nakin, kîderê ku gelek îçkê vedixwin û necayîz wedê xwe derbaz dikin. Şedên Yehowa hiz dikin tevî hevalên xwe wede derbaz kin, û wedê hêsabûnê dikarin alkohol jî vexwin. Lê dîsa jî ewana guh didine vê şîreta Kitêba Pîroz: “Heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31).

     Lema jî Şedên Yehowa naçine karnavala û fêstîvala, li kîderê ku tiştên usa dikin, çi ku Kitêba Pîroz qedexe dike. Cejina “Pûrîm” jî dikeve nava vê yekê. Rast e Cihû vê cejinê derbaz dikin seva bîranîna xilazbûna cimeta xwe, ku qirna pêncada B.D.M., qewimî, lê îro, çawa ku kitêbekêda derheqa “Cihûtî” tê gotinê, “bi rastî ew heye caba Cihûya ser Karnavala “Mardi Gra”. Ser vê cejinê kincên bona karnavalê xwe dikin, û mêr heçî zef kincên jina xwe dikin. Wêderê necayîz wede xwe pê girme-girmê derbaz dikin û gelek îçkê vedixwin”.

 Gelo ew yek ku Şedên Yehowa wan cejina derbaz nakin, tê hesabê ku ewana malbeta xwe hiz nakin?

 Na ev usa nîne. Kitêba Pîroz hîn dike ku qedirê her nefereke malbeta xwe bigirin, firqî tune ewana çi bawer dikin (1 Petrûs 3:1, 2, 7). Hemikî, gava Şedê Yehowa îda hine cejina derbaz nake, merivatiya wî dikare ser wî bixeyde û hela hê jî bifikirin ku ewî pişta xwe daye wan. Şedên Yehowa vê yekê fem dikin û lema jî hizkirina xwe merivatiya xwera eyan dikin û bi nermî şirovedikin, ku çira wana safîkirineke usa kiriye û ewana rojên din serîkî wan dixin.

Gelo Şedên Yehowa merivara dibêjin ku filan cejina derbaz nekin?

 Na. Ewana hesab dikin ku îzina her merivekî heye xwexa safîkirina bike (Yêşû 24:15). Şedên Yehowa “qedirê hemûya” digirin, firqî tune ewana xwe kîjan rêlîgiyayê girtine (1 Petrûs 2:17).

a Vê gotarêda derheqa her cejineke nayê gotinê ya ku Şedên Yehowa derbaz nakin. Û usa jî vira ne hemû prînsîpên ji Kitêba Pîroz hatine dayînê, yên ku ewana hildidin hesab.

b “Mithra, Mithraism, Christmas Day & Yalda”. K. E. Eduljee”, rûpêla 31-33.